Nexşerewş -Heval DILBIHAR

Raperîna Giyanê Dîroka Xwebûnî Li gor rasteqîniya zagonên gerdûnî her dem, heta her kêlî dinava xwe de dîrokê dihewîne. Lê hinek dem û kêlî hene ne ku tenê dîrokê di nava xwe de dihewînin, di heman demê de dîrokê ji nû ve vedihonin  û radiçînin. Ew dem û kêlî di bin bîr, hiş û laşê dîrokê yên wê demê û hemû demên piştî wê…  Dem û kêliyên ku em behsa wan dikin, bêguman dem û kêliyên vejîner, raperîner, şoreşger, afirîner û sazker in. Tiştên li dijî rasteqîniyê vediçirînin/hildiweşînin, li şûna wan tiştên rasteqîn radiçînin/ava dikin. Ev dem û kêlî li gor dualîtiya rasteqîniyê hem Hemûyê bibînê…

Bo Çi Rasterast? – Heval Dilbihar

Bi hezaran sal e derbarê bûn, pêkhatin, hebûn, xwebûn û pêşketina gerdûn, cîhan, jiyan, dem, dîrok, civak û her tiştên ku bi wan ve û bi me ve têkildar in,gelek pênase, nirxandin, dahûrandin û şiroveyên piralî yên cuda hatine kirin û hê jî tên kirin; diyar e ku dê heta hetayê jî bên kirin… Bêguman her kes vê yekê li gor nêrîn, hişmendî, rêgeh, rûgeh, bergeh û asogeha xwe ya bîr, hiş, bawerî, zanîn, danehev, hest, giyan û armanc, anku ligor rastî û rasteqîniya xwe dike. Em hemû jî wisa ne. Dixwazî bi zanebûn be, dixwazî ku encama herikîna jêrhişî be, her Hemûyê bibînê…