Belkî-Mizgîn Ronak
“Heyat belkiyek e, belkî” Min gelek sal berê di helbesteke xwe ya ku di dîwana min a ewil Sêv Jî Me Dikujin(Belkî) de çap bû de wiha gotiye: “Bes belkî…tiştek, rewşeke bêdawî ye û tim ligel me ye.” Di gelek helbestên min de derbas dibe belkî, di gelek nivîsên min de. Belkî ji her tiştî pirtir belkî… Îja niha di vê îlona ecêb de belkî, weke xeyalateke dost û rûgeş digere. Carinan jî weke xeyaleke bifikar li dor û berê me diçe û tê. Piyase dike. Belkî van rojan bi rastî jî bibin despêka heyama serweriya kurdan. Belkî tu xewnereşka Hemûyê bibînê…







