TEWANG GERDENA ZÊR E DI SINGÊ KURDÎ DE-Yaşar Eroglû

Bi navê Pergala Zimanê Kurdî û Tewang nivîseke min di Kovara Nûbiharê de derket. Di zimanê kurdî-kurmancî de pergala tewangê çawa ava dibe mijara nivîsarê . (Nûbiharhejm. 130) Min ev nivîsar pêşiyê şand Kovara Zendê. Kovara Zendê berê got çavkanî kêm in şûnde vegerand. Min ew kêmasî temam kir, dîsa şand. Hingê bi hincetatiştekî de tune yeneweşand. Ez gihîştim ku bi hincetên neweşandinê li ber min dîwaran datînin, êdî min ji Zendê re neşand.

Di nivîsarê de ez ê bi giştî pergala tewangê û hevsenga bi hêmaya xwerûtiyê re bigrim dest. Heta çiqas ku haya min heye, heta nivîsara min kesekî rêk û pêk tewanga lêkeran tespit nekiribû. Zana Farqînî di Kovara Zendê de gotarek li ser tewanga lêkeran weşandibû. (Tewanga lêkeranZanaFarqînî Kovara ZendHavîn-Payîz 2007) belê gotar gelek ji dûrî analîza tewanga lêkeran û qaydeyekî din dixist. Jixwe dema tewanga lêkeran neyê tespîtkirin, em nikarin bêjin di kurdî-kurmancîde tewang tam hatiye diyarkirin. Ji bo ku nebe dubare ez ê berfireh li ser tewanga lêkeran nesekinim. Li jêr di nav nivîsarê de tewanga lêkeran bi kurtasî ravebikim.

Gelek kesên ku ji xwe re dibêjin zimannas zimanêkurdî-kurmancî baş nas nakin. Here were li pey rêziman û rastnivîsê dikevin, di hawira teng de avjenî dikin. Xemeke wan wisa bi wan re tuneCeladet Bedirxan nahewînin bi misqelekê jî çarhawirê zimanê xwe lêkolîn nakin û ji mîrateya C.Bedirxan dixwin. Heştê sal in kevirek nedane ser dîwarê ku C.Bedirxan ava kiriye.  Ji helahelaya wan  kes nikare derbas bibe. Her biryarên di qada ziman de hewce bin, dixwazin ji bin bêjinga wan re derbas bibe.

Di zimanê kurdî-kurmancî de hewsengeke wisa heye ku mirovan diheyirîne. Ev hewseng, kingê dem dikevine nav hevokên axaftinê, pêk . Li wir ji bo mebesta min baş fêmkirin em dikarin demên xarûtî û tewangiyê pêk tînin bikin du biran; demênneborî (dema niha û ) demên borî (hemû demênborî). Hêmayên xwerû di demên neborî de, di hevokêde pêk tên, di demên borî de ditewin. Mînak; ez dibe min. Hêmayên ku demên borî de xwarû ne, di demênneborî de ditewin. Mînak; ez sêvê, sevan dixwimHêmayên ku di demên borî de xwerû ne, di demênneborî de ditewin. Mînak; min (tewang)  sêv xwar(xwerû+xwerû) dibe ez (xwerû) sêvê dixwim(tewang+tewang). Di formê de di dema borî de wiha pêk nayê; ez sêv xwarim, di dema niha de jî nabe, min sêvê dixwim.

Hewsengeke din ev e; di demên neborî de lêker ditewin di demên borî de lêker xwerû dimînin. Yanî misoger li hember a din pozisyon digirin, terazî li aliyekî giran nabe, di hevsengê de dimîne.

Eger em bizivirine ser tewanga lêkeran. Di pergala zimanê me de tewanga lêkeran tenê di demên niha û de pêk . Di demên niha û de lêker ji eslê xwe derdikevin, dirûv diguherînin. Yanî lêker ditewin. Ji awayê lêkerên tewangî gelek peyv tevî ferhenga kurdî bûne. Weke mînak; ji şûştinê şo, ji gotinê bêj, ji hilanînê hêl, ji razanê , ji xwestinê xwaz û hwd. Didemên borî de lêker nêzî raderê (mastar) dimîninKoka raderê di demên borî de ji bo her kesî/ê eynî pêk , birêser tenê yek be weke xwe dimîne. Mînak; min,te, /, me, we, wan kir, bir, şûşt, anî, got û h wd.

Divê em li ser lêkerên rêdar (gerguhêz) û nerêdar(negerguhêz) bisekinin. Lêkerên nerêdar di her deman de bi forma cînavkên xwe bikaranîn. Mînak; rawestin lêkereke nerêdar e. Ez radiwestim(d.niha), ez ê rawestim (d.bê), ez rawestiyam (d.b. têdayî), ez rawestiyame (d.b. dûdar), ez radiwestiyam(d.b. berdest), ez rawestiyabûm (çîrokiya d.b.) û yêndin. Ango di demên borî de wiha naqewime; min rawestiyam, min rawestiyame, min radiwestiyam, min rawestiyabûm.

Lêkerên rêdar di dema niha û de bi forma xwerû(ez, tu, ew…) di tev demên borî de bi forma cinavkên tewangî (min, te, /…) bikaranîn. Mînak; lêkera anîn rêdar e. Min anî, min anîbû, min dianî, min aniye û yên din.

Dema cînavka pirsiyar bikaranîn dîsa heman riyê re derbas dibe. Eger pirs ji lêkereke nerêdar pirsîn di her deman de bi cînavka pirsiyarê ya xwerû bikaranîn. Mînak; kenîn lekereke nerêdar e. Kî dikene? bikene? keniya? Kî keniyaye? Kî keniyabû? dikene? û yên din. Eger bersiv dayîn wiha dibe; ez dikenim, tu bikenî, ew keniya, em keniyan hûn keniyabûn, ew dikenin,

Kingê ku pirs ji lêkereke rêdar pirsin di demên niha û de cînavka pirsiyariyê ya xwerû tê bikaranîn. Mînak; lêkera kirin rêdar e. Kî dike? bike? Bersiv dayîn wiha dibe; ez dikim, ew ê bike.Awayê xelet ev e; min dikim, wî bike. tev demên borî de forma cînavka pirsiyariyê ya tewangî tê bikaranîn. Mînak; kir, kiriye, kiribû, dikir û yên din. Bersiv dayîn wiha pêk ; min kir, te kiriye, / kiribû, me dikir. Wiha nabe; ez kir, tkiriye, ew kiribû, em dikir.

Ev hevseng di her bingehên ziman de serwêriya xwenişan dide. Nav ditewin, tewang wiha peyda dibe; dara gûzê (tewang, ),Cefêr/Ceferî(tew.nêr.) got, ez ji welêt/welatî(tew.) hatim, mamosteyan (tew. Pirjimar) ders da.

Her wiha navên nebinavkirî ditewin. Çiqlê dardekê(tew. ) şikest, mêvanekî (tew. nêr) hêja mala me, jininan (tew. pirj.) muhebet dikir.

Hejmar ditewin. Mînak; yekî (tew. nêr) ji din re got, yekê (tew.mê) bigire bila neçe, ji wan dehan(tew.pirj.) veqetîne bila bimînin.

Welhasil tewang nebe nîvê ziman nabe, pergaleke wisa bi hev ve girêdayî ye ku ev hevsenga xira dibe parametreyên zimanê kurdî-kurmancî ser û bin dibin.

Destnîşankirin û mînakên me yên li jor rastiyekê derdixin pêş, zimanê kurdîkurmancî hema bêjin nivînivî tewang e, nîve din xwerû ye. Di zimanê me de cihekî tewan taybet heye. Di gerdena zimanê me de mîna zêran dibiriqe. Mixabin salên dawî jiyana bajaran û bandora tirkî frekansên zimanê me tev li hev kirine. Di cih de be, ne di cih de be tewang û xwerûtî bikaranîn. Ev yek nasnameya ziman şêlî dike.

04.09.2023

Parveke

One Reply to “TEWANG GERDENA ZÊR E DI SINGÊ KURDÎ DE-Yaşar Eroglû”

  1. Dest û dilê te sax be mamoste Yaşar.
    Nivîsek gelek herikbar û daxuyanî bû. Min jê sûdek mezin girt.
    Spas.
    Her tim bi serkeftî.

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *