Jîn Aryen – FATA REŞ Û SÊ SED SIWARÎ-1

FATA REŞ Û SÊ SED SIWARÎ-1

Jîn ARYEN

Stenbol…

Serê evarekê…

Ewrên reş hêdî hêdî ber bi Uskudarê ve diçûn. Sir û sermayê dest pê kiribû êdî. Hewayê bajêr ê dilgivêş tevî rengên zer û porteqalî bi dîmeneke ku ji giraniya demsalekê gelek wêdetir hatibû nixumandin…

Peravên Uskudarê, bi mirovên ku bi tariya li asoyê dihesiyan û bi bendewariyeke diltirs bi komî berê xwe dabûn kuçe û kolanan dagirtî bû.

Stenbolê demeke dirêj bû qelebalixeke wiha mehşerî nedîtibû. Li qadê, di rojeke wiha ya ku jin, mêr, zarok û ciwanan ji bo ku dixwestin biçin herî pêşiyê hevdu dehf didan ji tirs, metirsî û dilnerehetiyê wêdetir meraq û kelecanek jî hebû. Ev meraq û kelecan li gel ewrên tozê yên ku ji erdê bilind dibûn zêdetir dibû. Mirovên ku li qadê kom bûbûn berê xwe dida milê ku dengê şihîna hespan û qêrîna coşa siwariyan lê belav dibû.

Li ber awirên meraqdar ên qelebalixê 300 siwariyan li pey hev seranserî qadê tijî kirin. Li gel dengê şihîna hespan toza ku ji erdê bilind dibû bûbû sedema ewrên mij û moranê û çavan çav nedidîtin. Di wê hengameyê de, jineke bi navê ‘Fata Reş’ a ku fermandara yekîneya siwariyan bû, bi hemû ewrengî, heybet û sekna xwe ya bibiryar hespê xwe bi pêş ve ajot.

Fata Reş a ku li ser pişta hespekî boz ê cinsesîl, bi cil û bergên xwe yên reş ên ku tevahiya laşê wê pêçabû û zirxeke siwariyan a ji pola li ser kiribû û şûr û demançeya wê ya li kêleka pişta wê dibiriqî li herî pêşiyê bû. Yekîneya siwariyan a ku ji 300 kesan pêk dihat û gelek jinên ku ne tenê ji herêma Mereşê ji herêma Edeneyê jî bi awayekî dildarî tevlê yekîneyê bûbûn li pey fermandara xwe bi sergevezî cot bi cot bi pêş ve diçûn…

Generalê Hêzên Deryayî yê ingilîzî Slade, ku di artêşa osmaniyan de wek efserê şêwirmend peywir digirt şahidiya vê kêliya dîrokî kiribû, Fata Reş û ev yekîneya ku ji bo şerkirinê hatibû wiha dişayesand.

“Ew hemû bi cil û bergên dîrokî ên gel, bi şaşik û şûtik bûn. Bi temançe, qame û şûrên xwe gelek narîn bûn, çek û rextên xwe wisa girê dabûn ku hêjayî dîtinê bûn. Hinekan ji wan, rimên ku di serê wan de al û direfş hebûn bi xwe re digerandin. Ew yekîneya siwariyan li bin fermandariya jina bi navê Fata Reş bû ku ew jineke navsere bû û rûyê wê ji ber hewa û tava rojê qemitî bû. Vî rû û mirûzî derbarê wê de çavdêriyeke wisa derxistibû holê ku ew xwedî taybetmendiyeke serwer e, fermandareke demdirêj, kamil û serwext e.”

Slade behsa bandora Fata Reş a ku li gel yekîneya xwe ya siwarî hatibû Stenbolê jî dikir û şahidiya xwe bi van gotinan vedigot:

“Ji saeta ku ew hatibûn Uskudarê heta niha li hemû qehwexane û meclîsên Stenbolê ji bilî Fata Reş behsa tiştekî din nedihat kirin, hemû axaftin li ser wê bûn. Gel ji bo ku wê bibîne li ser hemû riyên ku dibe ew tê de derbas bûbûya kom dibû. Ji bilî demên ku hêştirên Sûreyê yên xemilî, ku her sal xelatên ku ji Mekeyê re dihatin şandin hildigirtin û bi hejmareke mezin a leşkerî ji Qesra Topkapiyê heta deriyê baxçeyî dihatin, Stenboliyan tu caran qelebalixeke wiha nedîtibû.”

Fata Reşa ku bi heybet û serfiraziyeke mezin kete qadê li ser pişta hespê xwe yê ku zînê wî bi zîvan hatibû nexşandin destekê xwe danî ser xencera xwe ya sedefkar û destê xwe yê din jî danî ser aliyê singê xwe yê çepê û qelebalixa bicoş a ku ji bo pêşwazîkirina wê û yekîneya wê hatibû silav kir.

Li qadê, ji bilî gel çapemeniya xwecihî û ya biyanî jî ji mêj ve amadekariya xwe kiribû û li hêviya vê kêliyê bû. Lewre nav û dengê Fata Reş pêşiya wê gihiştibû Stenbolê.

Siwariyên ku ji ber rêwitiya demdirêj a li ser pişta hespan di rûyê wan de şopa westaneke giran dixuya, bi awirên tûj û lêpirsîner li qelabalix û rojnamegeran dinêrîn. Di nava wan de qasî kesên ku ji vê rewşê dilxweş hebûn, ên dilnexweş jî hebûn. Fata Reş bi vê rewşa siwariyan hesiyabû ku ber bi wan ve zivirîbû û ji wan re gotibû ku ‘rawestin.’ Ev bendemayîna bêaram a siwariyan ji aliyekî ve derbirîna rewşa giyanî ya pêşiya şerî bû.

 

Fermandar û Amazona Kurd   

Şerê Qirimê yê ku di navbera osmanî û ûrisan de qewimî hê dest pê nekiribû, lê hemû amadekariyên vî şerê ku mirov dikare bibêje destpêka hilweşîna osmaniyan bû bi dawî bûbûn. Fermandar Fata Reş a ku bi serborî, kiryar û pêşbîniya xwe hewl dida ku yekîneya xwe ji her tiştî re amade bike berê ku ev pêvajoya dîrokî dest pê bike ji bo ku bikaribe dîroka xwe bi xwe binivîse amade bû.

Bi daxwaza ku şahidiya vê dem û rewşa dîrokî bikin, gelek kesên xwecihî û leşker, nivîskar, gerok û wênesazên ku ji Ewropayê hatibûn û gelek rojnamegerên xwecihî û yên biyanî yên ku ji gelek welat û herêmên cuda hatibûn diyar bû ku bi wate û girîngiya ku cara yekem bû rastî fermandareke jin dihatin hesiyabûn; lewre ji bo ku vê dîrokê binivîsin bi kelecaneke mezin û bêsebr li hêviyê bûn.

Rojnameya ingilîz ‘The IIustrated London News’ weşanên frensî ‘ IIustration’ ,Jornal Universel’ û Le Tour du Monde,’ kovara elmanî ‘ Globus’ û weşana swêdî ‘ Svenska Familj-Journalen’; cih dane gravûrên ku Fata Reş bi awayekî dîtbarî vegotine û hatina Fata Reş a Stenbolê ya bi 300 siwariyan ve kirine mijarên vegotina xwe.

Di nûçeyekê de hatiye ragihandin ku “Fata Reş û êl û eşîra wê ji bilî demên ku osmanî di xeterê de ye, her dem amade ye ku li gel êl û eşîra xwe ya bitevger li dijî serweriya sultanê osmaniyan derkeve.”

Herwiha di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku pêşengî û serweriya wê hem ji aliyê eşîreta wê ve hem jî ji aliye herêma ku ew lê dijîn ve tê zanîn û pejirandin.

Di kovareke swêdî de di nivîseke bi navê ‘Amazonek’ê de Fata Reş bi ‘Jeanne d’Arc’ê tê şibandin û bala xwîneran li ser hêza wê ya li ser civakê û karîgeriya  wê tê kişandin.

Ji bilî van nûçeyan jî Fata Reş, gelek caran dibe sernûçe û bi pênaseyên wek ‘Dotmîra Kurd’, ‘Amazona Kurd’, ‘Şêra Kurdistanê’û ‘Lehenga Kurdistanê…’ demeke dirêj di rojeva çapemeniya xwecihî û biyanî de cih digire, dikeve nava rûpelên dîroka gelan û navê wê hê jî wek destanekê li her derê digere û di hişê civakê de dibe bîr û bingeh.

Wisa ye ku gerok û lêkolenerê almanî Dr. Mortmann, di xebateke xwe ya ku derbarê amazonan de amade kirî de bi taybetî behsa Fata Reş dike û van xalan destnîşan dike:

“Xatûn Fata Reş, li gel siwariyên xwe çiyayên Kurdistanê li pey xwe hiştibûn û berê xwe dabû Konstantînopolê, ji wê derê jî ji bo ku şer bike ber bi Tûnayê ve ketibû rê. Ew wek Antiope û Penthesileaya ku ji me re her tim wek xwedî bejn û bal û qilafeteke bandorker dihatin vegotin nebû. Berovajî, zêde ciwan nebû, heta mirov dikare bibêje ku jineke pîr bû û ji ber vê hûrik dixûya. Lê, di çavên wê de çirûskên agirekî gur û geş vêdiketin. Ev yek ji bo sembolîstan mînakeke gelek bandorker a nirxandinê bû.”

Em bi riya van gotinan dikarin bibêjin ku dema behsa jineke şervan û pêşeng tê kirin Fata Reş diyar bû ku ne li gor pênasekirina hişmendiya oryantalistan bû. Vê yekê mirada gelek rojnameger, lêkolîner û gerokên biyanî yên wek Dr. Mortmann di ber de hiştibe jî, Fata Reş ji bendewariyeke rist û xweşikbûn û bandorkeriya laşî pir wêdetir çûye û bi taybetmendiyên xwe yên wek nasnameya jinê, rêbertî, wêrektî û rêxistinakariyê muhra xwe li dîrokê daye.

Dotmîreke Kurd a Neteweperwer

Li gor agahî û nirxandinan diyar e ku Fata Reş wek kurdeke xwenas û azadîxwaz dilsozê nirxên neteweya xwe ye. Tu car ji kurdbûna xwe gav paş ve neavêtiye û di her kêliya jiyana xwe de nirxên neteweya kurd parastine. Mînakeke vê yekê ya herî şênber helwesta wê ya dema ku derketiye pêşberî padîşahê osmaniyan Sultan Evdilmecîd e.

Tê ragihandin ku, li gel hatina Fata Reş a Stenbolê, cihgirtina wê ya di tevahî çapemeniya cîhanê de û ewqas eleqeya ku ji aliye gel ve dîtî bala padîşahê osmaniyan Evdilmecîd jî dikişîne. Li gor hinek agahiyan Fata Reş bi awayekî mirêsdar derdikeve pêşberî Sultan Evdilmecîd. Ji gotûbêja hevdîtina wan a ku Kamuran Bedirxan di pirtûka xwe ya bi navê ‘Şêrê Kurdistanê’ de behs dike tê fêmkirin ku Fata Reş sekneke wêrek a xwedîlêderketin û parastina nirxên neteweya kurd nîşan dide.

Li gor van agahiyan, piştî ku Fata Reş derdikeve pêşberî Sultan Evdilmecîd, Sultan dixwaze Fata Reş nas bike û bi tirkî pirsan lê dike; lê Fata Reş diyar dike ku ew tirkî nizane. Li ser vê yekê Sultan Evdilmecîd ecêbmayî dimîne û dibêje:

“Jineke ewqas leheng û hestyar çawa dibe ku tirkî nizane?”

Fata Reş bersîva sultanê osmaniyan wiha dide:

“Padîşahê min ger we kurdî bizaniya pêwîstî pê nedima ku we tirkî bizaniya.”

Em ji vê mînakê jî baş dibînin ku ew ne pêşengeke jirêzê ye û li ser bingeheke xurt û bi zanebûneke kûr, li her derê û di her şert û mercan de li nirxên neteweya xwe xwedî derdikeve û wan diparêze.

Tê ragihandin ku piştî vê hevdîtinê Fata Reş ber bi Çemê Tûnayê ve derdikeve rê û li gel yekîneya xwe ya ku birayê wê jî di nav de bû tevlê şer dibe.

Jin û Jiyaneke Destanî  

Fata Reş bi jiyan û têkoşîna xwe ya xwebexş û lehengane hêjayî vegotineke destanî ye. Pêwist e ku em jina kurd Fata Reş a ku muhra xwe li dîrokê xistiye bi berfirehî nas bikin. Bêguman, li ser jiyan û têkoşîna wê ya berxwedêr û serhildêr,  fermandarî û şervaniya wê ya xwebexş û lehengane zêdetir bisekinin, lewre ne ku bi rûpelan bi pirtûkan jî tişt bên gotin û nivîsîn dîsa jî têrê nake…

Em ê di hejmareke din a Xwebûnê de, bi gotarekê jî be hewl bidin ku Fata Reş û rastiya wê ya di dîrokê de hinekî bi we bidin nasîn.

Dê bidome…

Nîşe: Ev nivîs di Rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *