War BOTAN

Giyana Ziman û Kurtkirina Peyvan-War BOTAN

Her zîman weke gîyaneweran zindî ye û dema cihê jîna giyaneweran xera dibin êdî nikarîn li wir bijîn ango jiyana xwe ji dest didin. Her wisa dizê û ser xwe ve zêde jî dike. Dema tiştekî nû tê afirandin, bivê nevê divê bê binavkirin û bi vî awayî bi xwe re navekî diafirîne. Ji ber  ziman xwedî giyan e, weke her giyanewerî/ê dema çêdibe/tê cîhanê heyama zarokatiyê, kamilbûnê, pîrbûnê û mirinê dikeve pêşiyê. Ji her zimanî re ev serdemên wiha, ne weke hev dirêj an jî kurt in. Her ziman li gorî hişmendî û temenê civaka ew afirandî wan heyaman kurt Hemûyê bibînê…

JI BO ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ I- Azad Zal

‘Ez kurd raketim ereb şiyar bûm’ Bûyer; Bi navê Tahir kurdekî hemedanî ji bo ku îlm û îrfanê peyda bike û bibe serwerê heyînê û têbigihîje raza evînê berê xwe dide medreseyê. Tahirê Hemedanî mirovek saf û dilpak e. Kî çi bibêje jê bawer dike. Wî bi dilpakiya xwe rêça xwe diyar kiriye û daxwaza wî bi tenê ew e ku wekî kurdekî dildarê zanyariyê û rêhevalê evînê bigihîje mexsed û miradên xwe. Tahir diçe medreseyekê dixwaze li wir bi cih bibe. Li medreseyê şagirtên din jî hene û bi dilpakiya wî henekên xwe dikin û tu car jê hêvî Hemûyê bibînê…

Ednan Dogan

Ednan Dogan -HESTÊN NAZIK Û ZIMAN

HESTÊN NAZIK Û ZIMAN Hest in yên mirov li ser piyan digirin. Dema hestên mirov jîndar, çalak û bi mirov re lihevhatî bin, mirov berhemdêr, çalak, xwedî tiwana û xwedî şiyan e. Kesên xwedî şiyan û berhemdêr afirînêr e. Loma jî; heke mirov bêje, di dinyayê de çareseriya gelek pirsgirêkan helbest e, wê ev ne şaş be! Dayika helbestê ziman e. Dibêjin zarê şîrîn mar bê zor û zehmetî ji qulê derdixe. Lê gerek bi vê hunera nazik mirov bi awayek hostane li çareseriya pirsgirêkê bigere. (car caran ev jî bi mijarê ve girêdahiye, ragihandin û peyam dikare ji aliyê Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu – Ziman, Wêje û Kurdiya Resen

Ziman, Wêje û Kurdiya Resen Di qada wêjeyê de ziman xaleke bingehîn a vegotinê ye. Wêje û ziman bi hev re girêdayî ne, tu car yek bê ya din nabe. Di vegotina gelek zimanan de nîqaşa zimanê resen her tim hatiye rojevê û bûye sedemên nîqaşan. Her wisa di zimanê kurdî de jî. Ji berê ve di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd de ev mijar tê nîqaşkirin û xuya ye ku wê bê nîqaşkirin jî. Ez dil dikim ku li ser vê mijarê boçûnên xwe diyar bikim. Komeke Nirxandina Wêje û Romanê ya girêdayî Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê heye, ev Hemûyê bibînê…

Mihemed Kurdî – Ergatîvîtiyê De Cîyayîya Kirdkî/Zazakî û Kurmancî

Halê Ergatîvîtiyê De Cîyayîya Kirdkî/Zazakî û Kurmancî – Mihemed Kurdî* Ergatîvî arizîyêka ziwanê kurdkî yo. Zaraweyê kirdkî/zazakî zî sey zarawayê kurmancî nîm ergatîvî yo. Her çiqas wirdî zaraweyî zî nîmergatîvî yî la belê tay halon di kirdkî û kurmancî yewbînan ra cîya benî.  *1- Çekuyanê Makîyî Di* Zaraweyê kirdkî di zayendêyi zaf aver a. Çekuyê makî halê xo yê xoser di kertey ”E” ginê. Nimûne:  *Kirdkî/Zazakî – Kurmancî* Mi dare arde – Min dar anî To gule girewte- Te gul girt Ey goze werde – Wî guz xwar Aye saye werda – Wê sêv xwariye Ma dare berda-  Me dar Hemûyê bibînê…

Yaşar Eroglu -DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ

DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ Di ziman de jimarnav cihekî girîng ê rêzimanê ye. Ziman jî mîna civakê ye. Jixwe ziman amûrê ragihandinê ya civakê ye. Her hêmayên civak û xwezayê carinan yek bi yek, bi serê xwe, carinan jî bi piranî û bi hev re ne. Civakê hewceyî dîtiye ku van hêmayan bijmêre û bi nav bike. Bo vê yekê her zimanekî li gorî dengzaniya (fonetîk) xwe nav lê kiriye. Dema zimannas dest davêjin mijara ziman vê yekê weke rê û rêbazên ziman bi nav dikin. Tiştin hene yek in, tiştin jî hene pir in, dema zimannas li rastî vê Hemûyê bibînê…

“Rengdêrên Namdariyé” û Pirsên Bi Xwe Re Tîne-Yaşar Eroglû

                     Mihemed Kurdî nivîskarekî ciwan e û li ser ziman û cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse. Nivîsên wî di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derdikevin, ez bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim. Bi rastî di nivîsên wî de mijarên xwîner jê sûd wergirin gelek in, ez bawer dikim ku xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê jî weke min bi kêfxweşî dixwînin. Herî dawî nivîseke wî ya bi navê, “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê” di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derket. Li gorî min nivîseke mijara wê nû bû. Min bi Hemûyê bibînê…