Yaşar Eroglu -DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ

DI KURMANCÎ DE PIRJIMARÎ

Di ziman de jimarnav cihekî girîng ê rêzimanê ye. Ziman jî mîna civakê ye. Jixwe ziman amûrê ragihandinê ya civakê ye. Her hêmayên civak û xwezayê carinan yek bi yek, bi serê xwe, carinan jî bi piranî û bi hev re ne. Civakê hewceyî dîtiye ku van hêmayan bijmêre û bi nav bike. Bo vê yekê her zimanekî li gorî dengzaniya (fonetîk) xwe nav lê kiriye. Dema zimannas dest davêjin mijara ziman vê yekê weke rê û rêbazên ziman bi nav dikin. Tiştin hene yek in, tiştin jî hene pir in, dema zimannas li rastî vê yekê bê wê navekî lê bike. Divê ev yek wisa be ku bi awayekî zanistî hem rastiyê îfade bike hem jî ji têgihîştina civakê ne dûr be.

Di zaravayê kurmancî de pirjimarî qadeke beyar e. Qasî ku min lêkolîn kiriye û ez jê haydar im li ser vê mijarê qasî ku heq dike nehatiye sekinandin û weke mijareke xweser dest nehatiye avêtin.

Berhemên ku min lê nihêriye û rawestina ser mijarê nedîtiye ev in: Celadet Bedirxan- Roger Lescot, Kürtçe Dilbilgisi (Kumancî), Baran Rizgar, Kürtçe Dersleri- Dersên Kurdi, Qanadê Kurdo, Gramera Zimanê Kurdî, Samî Tan, Rêzimana Kurmancî, Bahoz Baran, Rêzimana Kurmancî. Lê bi rastî gava ku mirov li ser mijarê bi awayekî hûrgilî radiweste, dibîne ku di kurmancî de mijara pirjimariyê mijareke pir xweser e û hewce ye li ser bê rawestandin. Mijareke wisa ye li gorî zimanê ku em lê beled in hema bi hêsanî pirjimarî pêk nayê lê pêkhatina wê girêdayî hin prensîb û rêbazan e. Ango ji dûr ve mijareke kompleks û tev li hev dixuyê lê di nav xwe de lihevkirî ye, rê nade tevliheviyê.

Zimannasê tirk Dogan Aksan der barê vê yekê de wiha dibêje, ‘Di zimanên cuda cuda de bi cur bi cur riyan tê îfadekirin ku navên tiştan nîşan didin yek heyîn, yek tişt, an ji yekî zêdetir pir heyîn in. Eger nav yek tiştî destnîşan bike di rêziman de navê yekjimar an jî yektî (Lat. singularis), eger ji yekî zêdetir nîşan bide bi giştî pirjimar an jî pirîtî (Lat. pluralis) tê lêkirin.’ (1) Li gorî Dogan Aksan jî kifş e ku her ziman li gorî xwe navan lê dike. Em jî di jimarnavên kurmancî wek yekjimar û pirjimar bi nav dikin. Mijara me ya sereke pirjimar e, em ê li ser pirjimarê rawestin.

Taybetiyên zimanê kurdî- kurmancî hene ku li ser gelek rê û rêçikên ziman bandor dikin. Zayendî, tewangbarî û ergatîvî ji wan taybetiyan in ku vê bandorê li ser ziman dikin. Ji ber vê yekê ye, mîna zimanên ku her kes jê beled e pirjimarî pêk nayê. Ev yek xwe dispêre hin qaîde û rêbazên zimanê kurdî.

Xweseriya zimanê kurdî-kurmancî dikare bi sê xalan bê destnîşankirin. Ango sê xal hene ku di kurmancî de pirjimariyê derdixin pêş me.

1-Pirjimariya Navdêran Di Rewşa Tewangbariyê de

2-Pirjimariya  Navdêran Di Rewşa Veqetetandekê de

3-Pirjimarî Di Rewşa Bikaranîna Lêkerên Rêdar (gerguhêz) de

Em van her sê xalan yek bi yek hildin bin merceka nirxandinê.

1-Pirjimariya Navdêran Di Rewşa Tewangbariyê de

Di zaravayê kurmancî de pirjimarî bi serê xwe nayê çêkirin. Em çiqas hewl bidin, bikin nekin, em ê nikaribin bi serê xwe navderêkê weke pirjimar bidin derpêşkirin. Di kurmancî de pirjimariya resen nîn e û nabe ku navdêrek bi serê xwe bibe pirjimar. Di zaravayê soranî de ev yek pêkan e. Wekî bi soranî em bêjin hewalekan, kurdekan mirov têdigihîje ku pirjimariya peyva heval û kurd li vir hatiye bikaranîn. Di gelek zimanên biyanî de weke soranî pirjimarî bi serê xwe dikare bê çêkirin. Di îngilîzî de peyva flawors, books bê bikaranîn ev yek bi serê pirjimariya peyva kulîlk û pirtûk dide nîşan. Di gelek zimanên din de jî ev bi vî teşeyî yan jî nêzikî vî teşeyî tê çêkirin. Em di kurmancî de vê yekê nikarin çêbikin. Wek mînak em nikarin peyva kurd û heval bi serê xwe weke ya bi soranî bikin kurdekan û hewalekan. Ka em biceribînin em ê bêjin çi? Eger yek bi kurmancî navê pirtûkekê wekî ya bi tirkî dayne Kürtler gelo wê bikaribe pêk bîne? Gelo dikare dayne ‘Kurdan’? Na mixabin nikare. Ancax bêyî pirjimarî bike dikare tenê navê Kurd lê bike, tenê ji vê yekê re dest dide. Tenê ku em xitabî rewşekê dikin, ji ber ku pirjimarî nîn e, em lê tînin dibêjin, ‘hevalino!’, ‘kurdino!’, ‘gundîno!’ û hwd. Ev yek eşkere bi me dide xuyakirin ku di zaravayê kurmancî de bi serê xwe pirjimarî nabe. Ango di kurmancî de bi awayê resen pirjimarî nîn e.

Serê pêşîn pirjimarî di rewşa tewangbariyê de dikare bê çêkirin. Divê navdêr bi karê tê kirin re misoger bikeve têkiliyekê, munasetekê. Çawa ku atom di nava xwezayê de hazir tune bin, pirjimarî jî bêyî têkildariya hêmayên hevokê nikarin bên xuyakirin.

Kulîlkan li deştê vekir.

Li vir têkiliya kulîlkan bi hêmayên hevokê re hatiye danîn. Kulîlk hatine tewandin û wisa pirjimarî derketiye rastê. Eger tewangbarî pêk nehata pirjimarî nikaribû derketa rastê. Em têkiliya kulîlkan bi hêmayên din ên hevokê bibirin dîsa pirjimarî bi serê xwe nikare bê çêkirin. Pirjimariya bi tewangbariyê re pêk tê bi du cureyan çêdibe. Di vê mînaka me de pirjimarî bi kirdeyê re xuya dibe. Ango kirde navdêr e. Kirde ango navdêr tewiyaye û pirjimarî derketiye rastê. Otobusan rê neda. Di vê hevokê de jî heman rêbaz heye û me xwest mînakekê lê zêde bikin.

Di rewşa tewangbariye de çend awayên navdêran hene ku pirjimariyê dihewînin. Hûn bala xwe bidine vê mînakê jî:

Dîlan pirtûkan dixwîne.

Di vê hevokê de jî pirjimarî heye, di rewşa tewangbariyê de ye û îcar tewang li ser birêserê çêbûye. (Eger Dîlanê bixwesta pirtûk tenê serê bikira pirjimar wê nikaribûya wekî di tirkî û zimanên din de heye pirjimarî çêbikira). Em tê digihîjin ku di rewşa tewangbariyê de pirjimarî li ser birêserê jî çêdibe. Navdêra ku bûye birêser bi kirde û lêkerê re têkiliyekê datîne bi awayê tewangî dibe pirjimar.

A ku min kariye, ez destnîşan bikim, di rewşa tewangbariyê de pirjimarî yek jî ev e (em li mînakê binêrin û binirxînîn);

Em diçin bajaran

Keçik diçe ber malan.

Di her du mînakên me de jî berpêbûn heye, cih nîşandan heye. Dema pirjimarî pêk tê navdêr li gorî berpêbûnê ditewe. Di vir de dîsa pirjimarî têkildariya bi hêmayên hevokê re derdikeve himatê.

Awayên ku di rewşa tewangbariyê de pirjimariyê derdixin rastê ev in, ên ku min karibû ez destnîşan bikim. Dibe ku awayên min destnîşan nekirin de jî hebin lê belê mantiqê wê/wan jî dîsa ew e ku min li jor diyar kiribû. Ev qas ravekirin ji têgihîştina mebesta min têrê dike.

Dema tewang nebinavkirî be pirjimarî li gorî nebinavkirîê dirûv digire.

Kulîlkinan li deştê vekir

Dîlan pirtûkinan dixwîne

Em diçin bajarinan

Keçik diçe ber malinan

2-Pirjimariya  Navdêran Di Rewşa Veqetetandekê de

Cureyekî din ê pirjimariyê dide nîşan jî veqetandek e. Me di xala yekemîn de diyar kiribû; di kurmancî de pirjimarî bi tenê serê xwe nabe. Em li vir naxawazin dubare bikin.

Kingê ku navdêr dibin hêmayên aîdiyetê hewceyî bi zayenda wan re tê dîtin, veqetandek vê yekê çareser dike. Dema navdêr ji yekî zêdetir dibin mêtî û nêrtî ji holê radibe, pirjimariya navdêran derdikeve pêş. Ev e, yek ji cureyên pirjimarya zaravayê kurmancî. Bi veqetandekê re pirjimarî çawa çêdibe e em ê li ser bisekinin. Bi mînakan em ê mijarê zelaltir bikin.

Birayê min(yekj. Birayên min (pirj).Gula min(yekj.) Gulên min(pirj.). Aîdiyet pir be, veqetandek pirjimariyê dide nîşan. Navdêr bi encama têkiliyekê re pirjimariyê pêk tîne. Dîsa em dibînin ku bi serê xwe pirjimarî dernake holê û misoger divê hêmayekî ziman re têkiliyê dayne.

Di nav kurdên Ermenistanê de pirjimarî bi hin guhertinan ve pêk tê. Dema ew pirjimariya navdêran bi kar tînin di rewşa veqetandekê de ne ên wek êd pêk tînin. Wek mînak,

Malêd êşîrê koçber bûn, merivêd wan perîşan bûn.

Eger veqetandek nebinavkirî be pirjimarî li gorî nebinavkiriê dirûv digire.

Guline baxçeyan. Mirovine civakan.

3-Pirjimarî Di Rewşa Bikaranîna Lêkerên Rêdar (gerguhêz) de

Lêkerên rêdar (gerguhêz) di demên borî de li gorî birêserê yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin. Di kurmancî de cureyên pirjimariyê derdixin holê yek jî ev e. Wekî me da nîşan ev rewş di her deman de dernakeve pêş. Dema niha û dema bê li derveyî vî qaîdeyî dimîne. Her wiha bi lêkerên nerêdar (negerguhêz) jî lêker nabin pirjimar. Ango pirjimariya vê xala sêyan teng e.

Em bi mînakan vê yekê jî li ber çavan raxin.

Min pace şikand (yekj.).

Min pace şikandin (pirj.).

Di hevoka pêşîn de paceya hatiye şikestandin yek e, lê di ya din de em tê digihîjin ku paceyên hatine şikestandin ji yekî zêdetir û pir in. Di vê rewşê de jî tê fêmkirin ku lêker bi serê xwe nikare bibe yekjimar an pirjimar. Divê lêker jî bi hêmayekî hevokê re bitêkile. Li vir lêker bi birêserê re têkiliye. Eger di dema niha û bê de, lêker jî nerêdar (negerguhêz) bûya eleqeya lêkerê bi yekjimartî û pirjimartiyê re nedima. Me jî nikaribû behsa pirjimartiyê bikira.

Ji ber çi di zaravayê kurmancî de pirjimarî wisa ye?

Me li jor xweseriyeke pirjimariyê ya di zaravayê kurmancî de derpêş kir. Bersiva vê pirsê di nav taybetiyên kurmancî de veşartî ye. Ji bo zimanê kurdî tê gotin ku sê taybetiyên wî hene; zayendî, tewangbarî û nîvergatîvîtî.  Di hin zaravayên kurdî de yek an du ji van taybetiyan ketine, nemane. Lê di kurmancî de ev taybetî bi awayekî xurt mane. Her wiha ev taybetî dibine sedemê pirjimariya xweser.

Eger zaravayê kurmancî deriyê xwe zayendê, tewangê û ergatîvîteyê re bigirta mimkûn bû ku pirjimarî weke tirkî, îngilîzî pêk bihata. Mînaka herî zêde vê îdiayê pişrast dike zaravayê soranî ye. Di zaravayê soranî de zayend qels bûye, zêdetir nêrtî maye lê her du taybetiyên din rabûne. Ji ber vê yekê navdêr bi tenê serê xwe jî dikarin bên destnîşankirin. Weke mînak,

Hewalekan, min em ro xoşhalim (Arkadaşlar, bugün mutluyum).

(Bi kurmancî em wiha dibêjin ji bo vê hevokê û em pêsîra xwe ji pirjimariyê xilas dikin. Hevalino, ez îro kêfxweş im. Lê belê ne heman tişt e. Ev rewşeke awarte ye, ziman bi qertafa ino ji xwe re riyek dîtiye). Di zaravayê soranî de ew rewşên me li jor rave kirin rasterast mîna tirkî, farisî û îngilîzî tên çêkirin. Pirjimarî jî bêyî tewangbarî û ergatîvîtetiyê tê çêkirin.

Tewangbarî, zayendî û ergatîvî li gorî xwe rê û rêbazan li ziman bar dikin. Li gorî xwe jî berê ziman diguherin. Jixwe tewangbarî û ergatîvî bi hev re girêdayî ne. Hebûna tewangê bandora xwe li ser rewşa ergatîf dike, bêyî cînavkên tewangî ergatîfî pêk nayê. Ji ber vê yekê ye ku pirjimarî jî dikeve nav vê çerxa veguhestinê û pirjimarî tenê bi têkilîdanîna navdêrê bi hêmayên hevokê yên din re derpêş dibe. Û tenê serê xwe pirjimarî pêk nayê.

Weke encam

Pirjimarî di zaravayê kurmancî de mijareke taybet û xweser e. Li gorî taybetî û xweseriyê cur bi cur awayan di ziman de cih digire. Her awa li gorî rewşa xwe pirjimariyê çêdike. Ango awayek naşibe awayên din. Jixwe ya pirjimariyê dike taybet û xweser jî ev e. Em dikarin bêjin; di kurmancî de pirjimarî bi serê xwe nîn e. Rewşa navdêrê ku bi çi awayî di hevokê de cih digire, pirjimariyê diyar dike. Eger rewş tewangbariyê bixwaze, bi tewangê re, rewş eger xwedîtî-aîdîyetê bixwaze veqetandekê re, rewş ergatîvîteyê bixwaze bi lêkerê re derdikeve rastê.

 

 

Yaşar Eroglu

(1) Prof. Dr. Dogan Aksan  Her Yönüyle Dil – Ana Çizgileriyle Dilbilim. Atatürk Kültür Dil ve Tarih Yüksek Kurumu Türk Dil Kurumu Yayınları 1995  Rp. 256

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *