Di kana jiyanê de ez gihîştin dengê Kurdî – Leylana Sidiq

Nêzîkê bîst salan e ku ez li rûyê dinê bi dû zimanê xwe ketime. Digerim carina dinalim carna jî dikenim. Gellek caran jî bêhna min diçikê ew ê demê li nav kezeba min êş peyda dibe û dilê min ditengije mejî li min ditevize. Ew ê demê êşek li nav her du qolincên min peyda dibe. Bi qasê deqeyek an jî çilkek hestên min jî bi xwe re vedimirîne. Dema ez li xwe dinêrim bi tena sere xwe çavên min ne mirî ne. Ez dixwazim bibezim û birevim, ez li kezeba xwe dinêrim. Ew ê demê ji derdê mirovan ez Hemûyê bibînê…