ŞOREŞA ROJAVA, JIN Û BANDORÊN WAN ÊN LI SER WÊJE Û HUNERÊ-Gulistan Kanîreş

Wêje û huner di dîroka hemû gelan de neynika têkoşîna civakê û lêgerîna nasnameya neteweyan in. Hem qadeke hilberînî ye hem jî pêvajoyên afirandinê yên estetîk û di heman demê de hilgirê mêjiyê siyasî û dîrokî ye. Mînaka Lêyla Ariç di rastiya şoreşa Rojava de derkete holê. Hemû cîhanê ew weke şervaneke YPJ ê nas kir ku li Reqayê li dijî DAIŞê şer kiriye. Her çiqas xêyalî be jî, bi riya vê fîlmê tevgera jinên kurd kesayetên îkonîk ên weke Arîn Mîrkan, Rojda Felat, Asya Ramazan Antar, di bîra dîrokê de nêzîkî rastiyê bûn. Vê yekê jî hişt ku wêjerist Hemûyê bibînê…

ÇÊKIRINA KULAVAN – Bahadîn ROBAR

Kulav, ev heyber e ku ji hirî û livayê hatî çêkirin a berê gel û bi taybetî koçer û gundiyan li şûna merşik, berik, mehfûr û hwd. li nava malên xwe radixistin. Beriya ku em qala kêrhatin û girîngiya wî bikin em ê pêvajoya çêkirina wî vebêjin. Lewre divê em di serî de bidin xuyakirin ku hirî yan jî liva ji ku tê û çawa dibe kulav. Her wiha em ê cudahiya ”hirî” û ”liva”yê jî bibêjin. Hirî, pûrta pezê mêşin e, ango pûrta mih û beranan e. Li gorî rêgez û pîvanên sewalkariyê di hundirê salekê de careke pez Hemûyê bibînê…

ŞIVANÎ (Şivanên Kurd)- Bahadîn Robar

Di zimanê kurdî de ji kesên berevanî, çavdêrî û parastina pezî (mih, bizin û ajalên weke wan) dikin re ‘şivan’ tê gotin. Peyva şivan ji du kîteyan pêk tê. Di zimanê kurdiya kevin/avestayî de peyva şivan weke ‘’fşûpane’’ di pehlewiya kevin de ‘şupan û şpan’ e. Di zimanê almanî de ‘’Schafhirte’’ ye. Di piraniya zimanên Hînd-Ewropî, di farisî de ’çûban’, û di forma kevintirîn de ‘şoban’, di ermenkî de ‘ç’oban’, di hîndûyî de ‘çûpan’ di belûcî de ‘şibank’ û hwd. e. Di zaravayên zimanê kurdî de jî, bi soranî ‘şiwan’, bi şêxbizinî ‘şuwan’, bi zazakî û hewramî ‘şiwane’ ye. Ji Hemûyê bibînê…

Texta cihgir

ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN-War BOTAN

Ger nirxandina giranbihabûna tiştên jiyanî bê kirin, dê di vê pîvanê de çand di rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê yên çandî pêk hatine. Her çi qas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin jî, di serê de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje: ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna (bîr) civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, bi ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddî (hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt Hemûyê bibînê…

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ

ZIMAN, ÇAND Û ERDNÎGARÎ Bahdîn Robar Xwînerên birûmet, di vê gotara xwe de ez ê hewl bidim peywendî, girîngî û bandora ziman, çand û erdnîgariyê rave bikim. Lewre ji berî ez bikevim nava mjarê ez dixwazim bi gotineke pêşiyan a binirx û watedar derî li mijara xwe vekim. Ev gotin wiha ye; ”Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe”. Ev gotina pêşiyan bi me dide zanîn ku ka zimanê dayîkê çi qas girîng e û herwiha divê di xak û welatê xwe de azad û serbest bijî. Nîşan û heyînên herî dîyarde ku mirov û Hemûyê bibînê…