Ji bo selvegera Roja Kobanê ya Cîhanê-Meryem Kobanê

Di dîroka her neteweyekî de cihê serpêhatî û destanên wan hene. Hindek caran hin tiştên biçûk hene çiqas dikarin mezin bibin; yek ji wan jî cihê rumet û bexteweriyê, bajarekî biçûk ê ber ava Firatê ku milê wî deşt nêzî deşta Heranê ye ango bajarê Kobanê ye. Li ser vê erdnîgariyê gelek serpêhatî, çîrok, destan derketine. Ev jî destaneke ji wan destanên ku di dîroka neteweya kurd de û di dîroka hemû mirovahiyê de ew cihê biçûk ê ku di xerîteyê de weke dilopek ji avê ye; çawa mezin bû gerdûnî bû û bû malê hemû mirovahiyê. Ew jî bajarê Hemûyê bibînê…

ŞOREŞA ROJAVA, JIN Û BANDORÊN WAN ÊN LI SER WÊJE Û HUNERÊ-Gulistan Kanîreş

Wêje û huner di dîroka hemû gelan de neynika têkoşîna civakê û lêgerîna nasnameya neteweyan in. Hem qadeke hilberînî ye hem jî pêvajoyên afirandinê yên estetîk û di heman demê de hilgirê mêjiyê siyasî û dîrokî ye. Mînaka Lêyla Ariç di rastiya şoreşa Rojava de derkete holê. Hemû cîhanê ew weke şervaneke YPJ ê nas kir ku li Reqayê li dijî DAIŞê şer kiriye. Her çiqas xêyalî be jî, bi riya vê fîlmê tevgera jinên kurd kesayetên îkonîk ên weke Arîn Mîrkan, Rojda Felat, Asya Ramazan Antar, di bîra dîrokê de nêzîkî rastiyê bûn. Vê yekê jî hişt ku wêjerist Hemûyê bibînê…

ÇÊKIRINA KULAVAN – Bahadîn ROBAR

Kulav, ev heyber e ku ji hirî û livayê hatî çêkirin a berê gel û bi taybetî koçer û gundiyan li şûna merşik, berik, mehfûr û hwd. li nava malên xwe radixistin. Beriya ku em qala kêrhatin û girîngiya wî bikin em ê pêvajoya çêkirina wî vebêjin. Lewre divê em di serî de bidin xuyakirin ku hirî yan jî liva ji ku tê û çawa dibe kulav. Her wiha em ê cudahiya ”hirî” û ”liva”yê jî bibêjin. Hirî, pûrta pezê mêşin e, ango pûrta mih û beranan e. Li gorî rêgez û pîvanên sewalkariyê di hundirê salekê de careke pez Hemûyê bibînê…

Wêje – Kamran Simo Hedilî

Peyva wêje ji gotina ´´bêje´´ hatiye. Ereb jê re edeb an jî edebiyat dibêjin. Latînî jê re lîteratur dibêjin. Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî(estetîkî) bi riya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin. Wêjevan an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêjeyê mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirovên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê. Heta ji wêjenivîsan tê hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina Hemûyê bibînê…

ŞIVANÎ (Şivanên Kurd)- Bahadîn Robar

Di zimanê kurdî de ji kesên berevanî, çavdêrî û parastina pezî (mih, bizin û ajalên weke wan) dikin re ‘şivan’ tê gotin. Peyva şivan ji du kîteyan pêk tê. Di zimanê kurdiya kevin/avestayî de peyva şivan weke ‘’fşûpane’’ di pehlewiya kevin de ‘şupan û şpan’ e. Di zimanê almanî de ‘’Schafhirte’’ ye. Di piraniya zimanên Hînd-Ewropî, di farisî de ’çûban’, û di forma kevintirîn de ‘şoban’, di ermenkî de ‘ç’oban’, di hîndûyî de ‘çûpan’ di belûcî de ‘şibank’ û hwd. e. Di zaravayên zimanê kurdî de jî, bi soranî ‘şiwan’, bi şêxbizinî ‘şuwan’, bi zazakî û hewramî ‘şiwane’ ye. Ji Hemûyê bibînê…

SARYA – Osman Kapan

Pala xwe dabû darê, bi çar çavên kuskusandî li derdorê temaşe dikir. Bi wan çavên kuskusandî, wê dixwest hemû derdorê di çavên xwe de bi cih bike. Guhên wê li ber pêlên dengan wekî şikefteke bêbinîbû! Mîna çavan dixwest ku hemû dengan, di şikefta guhê xwe de kom bike. Çav û guh bi hevdu re dipêşbirkê de bûn. Her duyan bi hev re hestên wê ditixtixandin… Her dîtinek û dengekî ew bi paşeroja wê ve dibir. Hest zindî dibûn. Carinann ew di nava deryaya kul û derdan de dixeniqand, carinan hestên wê di navaşahî û keyfxweşiyê de difurand! Demekê dilînî bû, Hemûyê bibînê…

HINEK FELSEFE 3-4/ Osman Kapan

Beşa 3 Felsefe; bi temamî aqil e û di nava sînorê aqil de, bi gotinê tiştên nujen tîne ziman û dibe finda li pêşiya tarîtî yê. Ji wê ye yên xwedî felsefe piraniya caran bi tenê dimînin. Lewra ji dervî pêkutiya desthilatdaran, bawerhişk jî di rê ya wan de wekî kelemekî ne. Jixwe felsefe jî di demên welê de dertê. Me di nivîsa xwe ya duyem de, bi kinasî behsa felsefe ya Zerdeşt kiribû. Di vê nivîsê de jî emê behsa Felsefe ya Buda (Siddhartha Gautama) bikin. Buda, lawmîr bû. Hal û wextê wî di nava xweşî, hebûn û zewqê Hemûyê bibînê…