Çemê Bêherk-Osman Kapan
Hêdî hêdî xwe ji jor ve ber bi perava çem de berda.Hat,ji ser kevirekî reş rûnişt,turikê ku ji çeênd rengên qedîm xemilandî,danî tenişta xwe û welê kur kur li pêlên ava bi herk nerî.Nerîneke welê bû,te digot qey, dema ew pêl li hev dikevin sancoyî dibe.Di rû yê wî re cokên êşê diherikîn ! Çiqasî pêl bilind dibûn,wekî erdekî qelişî qemîçonkên rû yê wî kur dibûn.Wê kêliyê li çi denerî,çi difikirî,çi êş dikişand ? Ji wî pêve tu kesî nizanî bû. Çiqasî welê ma nizanîbû.Demekê li derdora xwe nerî,li paş xwe zîvirî li dûr nerî,nerî û hey nerî.Belî bû ku Hemûyê bibînê…

