nov
20
DU DILOP RONDIK-Osman KAPAN
Ji çavên wî du dilop rondik herikîn nava xunava baranê. Ne li rondikên çavan geriya, nê jî, ji ber ku şil nebe li sitarekê. Hal we ye di bin xunava baranê de devereke wî ya ku şil nebûyî nemabû, ligel wê jî ne xem bû jê re. Bes ên din ê li kuçeyan an sêhwanka xwe vedikirin an bi lez li sitarekê digeriyan. Cûma, di bin wê xunava baranê de, xwe li ber pêlên xeyalan berdabû. Xeyal carinan ser rastî lê xweş… Carinan nêzî rastiyê, kurika hedadan di dilên bihesret de dadide. Carinan raborî xwe li dîwarê mêlakê dipêçê û Hemûyê bibînê…

