DU DILOP RONDIK-Osman KAPAN

Ji çavên wî du dilop rondik herikîn nava xunava baranê. Ne li rondikên çavan geriya, nê jî, ji ber ku şil nebe li sitarekê. Hal we ye di bin xunava baranê de devereke wî ya ku şil nebûyî nemabû, ligel wê jî ne xem bû jê re. Bes ên din ê li kuçeyan an sêhwanka xwe vedikirin an bi lez li sitarekê digeriyan.

Cûma, di bin wê xunava baranê de, xwe li ber pêlên xeyalan berdabû. Xeyal carinan ser rastî lê xweş… Carinan nêzî rastiyê, kurika hedadan di dilên bihesret de dadide. Carinan raborî xwe li dîwarê mêlakê dipêçê û xeyal mirov bi labîrentên raboriyê vedibe, tiştê ku mirov jiyayî lê ji bîr kirî zindî dike û di bîbikên çavan de difûrîne… Carinan dibe pêşerojê li ser sifreya xweşî û bextewariyê dirûnîne. Xeyal mîna rêwîtiyeke bêdawî ye.

Dema derbasî hêla din a rê bûyî hindik mabû ku di bin texsiyê de bimîne. Jinika şofêr bi çavên kînfûrî lê nerî û di ber xwe de got:

“ Çepelên çepel, nizanin bimeşin zarokên berbajarî divê mirov nehêle werin nava bajêr.“ û bi ken pêl gazê kir ber bi mekanê zewq standinê ve û ajot.

Ji her tiştî bê hay hîn jî di nav xeyalan de bû. Piştî derbasî hêla din bû, hinekî din jî meşiya. Weke her car dayik, hevjin, bav, xwişk, bira, keç û kur rêz bûbûn û li hêviya serdanê bûn. Jixwe sohbetên wan yên herî xweş di vê demê de bûn bêrîkirin, hesret û raboriya xwe bi hev re parve dikirin. Her yek xwedî çîrokekê bû. Çîrokan ew carinan dibirin rojên xweş, bextewar û şad, carinan di nava êşê de digevizandin, birînên qemuşk girtî ji nû ve xwînî dikirin. Ligel her tiştî hêvî mezin dikirin, lewra xeyal û mengiya wan bê dawî bû. Gerdûna wan a xeyalan, deryaya bêbînî, tixûb nenas, dilê wan fireh bi qasî kaînetê bû.

Piştî ku nêz bû û hemû raçav kirin, di ber xwe de got, ‘Pir baş e va dayika Kejê, kalê Gurgîn, xwişka Zozan û yên din jî hatine, bi xêra wan ez ê hevalên bavê xwe yên din jî bibînim. Lewra her dîtin, her nasîn gerdûnek e.“

Li vir her kesî hevûdin nas dikir. Bi dehn caran çîrokên xwe, raborî û serpêhatiyên xwe ji hev re gotibûn. Çîrok û serpêhatiyên hemûyan dişibiyan hev. Ku yekî dest bi serpêhatiya xwe dikir, hemûyan dawiya wê zanîbû, lewra hemû weke ava heman robarê bûn! Xeyalên wan jî tev li çîrok û pêşeroja wan dibû. Sohbetên wan bi piranî li ser bêrîkirina welat û hêviya roja pîroz a ku li welatê xwe azad bijîn bû…

Dayika Kejê hedar, sitar û berpişta wan bû, her kesî mîna dayika xwe jê hez dikir. Wê jî her kes weke keç û kurê xwe didîtin. Ji ber wê her kesî jê re digot, ‘ Dayê.’ Ew tîmsala xwedawenda, barhilgira jintiyê bû! Ew jin, dayik û heval bû, ji dilê xwe hezkirina dayikî belav dikir û her kes li dora xwe dicivand.

Jin, zayîn û jînda ye. Zayî dilopek ji xwîna wê ye, ji wê neqşa veşartî ye û tim ji belayan diparêze. Li gorî Cûma dayik, xwedawend bixwe bû. Şahid bû ku piştî dîlbûyîna bavê wî, dayika wî çi zor û zehmetî di ber wan de dikêşand. Hem dayik, hem bav bû. Ji hêlekê ve li wan dinerî, ji hêla din ve tim li ber deriyê zîndanê bû. Hingê di lebatê de bû; ne şeva wê şev, ne roja wê roj bû! Dema ku li dayika xwe dinerî, ji xwe re digot, ‘Jin tîmsala xweşiktayî, baxê gul û kulîlkan, xwedawendên evînê ne, parêzvanên dadê, bi dilê xwe yê hezdar di jiyanê de jîn e. Raza xwedawendiya wê ji vê tê, ji wê ye xwedawendî li pêşiya xwedatiyê ye. Di dilê wê de tovê azadiyê, sekaneya kêstiya? wê li ser hezê ye, li her bênderê vala dike û dadigire, ji wê ye hez li her cihî heman e. Dayik hem pêşeng e, hem rêber… Dayik dil e dil…’

Îca her kes di haya qedir û qîmetê jinan de bû. Loma her tişt li ber çavan bû. Ji ber wê li hember jinan bi hurmetbûn, li hember dayika Kejê du car zêdetir.

Dema Cûma ew di rêzê de dîtin ji xeyalan rizgar bû. Kêfxweşiyê xwe li rû pêça, bi xwe bawerî pirrtir bû. Baş jê hay bû ku li vî warê biyanî ne bi tenê, bi hezaran ên weke wî ji warê xwe dûr ketine. Ev ji hêlekê ve bû keser li ser dil, ji hêla din ve bû kêfxweşî. Bû keser; bêhna welat ew rapêça, hal û axwalê wan ê penaberiyê dil guvaşt. Bû kêfxweşî; bi dîtina wan şadî û bextewarî şîn bû li dil. Lewra bi salan bû bi hev re kul û derdên xwe par ve kiribûn li ber deriyê zîndanê. Di ber xwe de got, ‘Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be.’

Devbiken çû destê dayika Kejê maç kir, wê jî Cûma himbêz kir û bi germahiya dilê xwe rapêça. Ew hem heval, hem dayîk bû ji wan re. Cûma jî germahiya dilê xwe tev li ya wê kir û germahiya dilê wê li ya xwe mifte kir.

Piştî wê dor hatibû ku biçin cihê hevdîtinê. Paragoyan bi mehdê tirş û mirûzkirî yeko yeko ew venêrandin, ligel heqaretan ew berdane korîdorê, li wir dicivandin, piştî venerîna hemûyan bi dawî dibû berdidane cihê hevdîtinê.

Dema ketin hundir, her kesî dît ku weke her car dîtvanên wan li benda wan in. Lê kes pêşî ne çu cem yê xwe, bi rêzê dîtvan silav kirin, keyfxweşî dane wan. Piştre her kes çû cem dîtvanê xwe. Cûma jî li hember bavê xwe Elî rûnişt. Hal û axwalê hevûdin pirsîn, bi demê re sohbet tîr û germ bû. Cûma çavên xwe kuskusandibûn û zîq li bavê xwe dinerî. Ku bikariya wê ew di bîbikên çavên xwe de veşartiba! Lewra di wan çavan de bêrîkirina siberojê didît. Ji xwe re got, ‘Têr lê binêrim, belkî ev hevdîtina dawî be.’ Wê kêliyê bavê Cûma çigare vêdixist, kizênî bi dil ket û rondikên dîlgirtî berdane jêr. Bes da bavê wî nebîne, berê xwe qulipande hêla din û çavên xwe paqij kirin. Sohbet germ bû, bavê Cûma jî ew di bin duvikê çavan de dişopand, zarokîtiya wî dihate ber çavan, ferq kir ku dem mîna avê herikiye. Dema dîl ket Cûma neh salî bû. Xwe bixwe re got’ ‘çi keleşê xortan jê derketiye, va ye temen bûye hijdeh’ û bi dizîka keserek kişand. Hinekî li ser konevaniya aktuel, hinekî ji malbatê axivîn. Di wê kêliyê de Cûma got:

“Bavo va ez mezin bûm, dema fira min e, îca ez dixwazim ber bi warê pîroz ve bifirim. Tu çi dibêjî?”

Bavê wî sekinî û bi çavên xayîs lê nerî. Dixwest tenê li çavên Cûma binere. Lê Cûma

Çavên xwe berdabûne jêr û li bendê bû ka bavê wî dê çi bêje. Çavên Elî sil bûn bes da Cûma nebîne, rondik werivandin hinavên xwe. Wê kêliyê du hest di labîrêntên dilê wî de digeriyan; here-neçe li mêzînê dida. Hezkirina kur û welat raber dikir, wezinadina her duyan yek bû. Di dil de hem keder, hem coş… Keder, kur diçû riyeke dûr, zor û zahmet û bêveger. Dê bêrîkirinê dilê wî biguvaşta .Lewra derdê bêrî û hesretê li zîndanê baş kişandibû. Hesret navê dûrketina ji bêriyê ye, bêrîkirin; negihiştina xwesteka dil e, sotînebêrîkirin! Ma li ser hindik helbest, zêmar û yarî hatine gotin? Roj bi roj konê êsê vedide li ser dilan. Carinan bi du dilop rondik di bine dermanê eşê û êş sivik dibe lê dermanê bêrîkirinê tune ye ji derveyî gihiştina mêlakên bibêrî… Coş; kur mezin bûbû, dê xeyalên wî yên nîvcomayî pêk bi aniya, bi wê şanaz dibû.

Elî nizanîbû biryareke çawa bide. Lewra heya niha tistekî wisa tesewur nekiribû. Îca niha li hêlekê hestên hevaltî, li hêla din ên bavîtiyê… Dîsa li mêzînê dan ser bi ser bû. Bi dengekî nizim got:

“Tu zanî“ Ji xwe Cûma biryara xwe ji zû ve dabû… Lê ne bav biryara wî pirsî, ne wî got.

Dema hevdîtinê bi dawî bû. Ev hevdîtin ji Cûma re pir kin hatibû, zanibû ku hevdîtina dawî ye û îxtimala êdî hevnedîtinê ji sedî not bû. Elî di keviya dilê xwe de îxtimala neçûyînê vêdixist. Wekî her car xatir xwestin.

Herî dawî li çiyayên pîroz li temaşeya rojhilatê hate dîtin Cûma. Elî, berê wî li roja nedîtî li ser renzê zingarî di nav xeyalan de bû..

 

Osman KAPAN

Parveke