3-Wêje û ziman-Kamran Simo Hedilî

Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de. (helbest, bexşan, sitran, çîrok, roman, cerbandin, şano, sînema û wekî din) Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin. Lê heta ji min were, ez ê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bi şiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim.
Gelo çawa wêjenivîs û wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, çawa dikarin xwendevan û temeşevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Pirseke din, zimanê
ku berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje çi bandorê li hev dikin?
Ji bona bersiva van pirsan rast were dayîn,
pêwîst e mirov pêşî li dema kesên berhemên wêjeyî dixwînin, temaşe dikin, an jî guhdar dikin, li rewşa wan a derûnî binêre. Ya duyemîn, têgihîn, nêrîn, çavderî, awayê xeyalanîna ziman û bi hêzbûna derbirînê hesab bike.

Ya sêyemîn, bikaranîna zanîna ziman di berhemên wêjeyî de ye. Heke mirov van mercan hemû li ber çavan bigire û bi cih bîne, di nirxandina xwe de mirov dikarê tabloyeke serkeftî peşkeş bike.
Mirovan bi peydakirina deng û bi axaftinê re wêje jî peyde kir. Wê serdemê li ba zimanê axaftina rojane, xwezeya lê dihizirîn ji bona bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî peyde kirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî, bû pêşengê zimanê wêje. Afirandina berhemên wêjeyî; tê wateya zindîkirina xeyal
an. Bi cûreyekî din bejim, rastî û xeyal bi hev re di berhemên wêjeyî de têne karanîn. Ev, zimanê wêjeyî ji axaftina rojane cuda dike û ziman dike giyanê wêje . Ev zimanê biaheng, kelecana nava xwendevan û temeşevan dilivîne û bandoreke bihêz li wan dike. Heke livîn û kelecan di berhemên wêjeyî de nebe, temenê wan jî tune ye û bandorê li mirovan nakin. Ji bona wê Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bi kar aniye. Ji vî zimanê ahenga dengan re, zimanê sêhrê hatiye gotin.
Ya girîng di nivîsandina hemû c
ûreyên berhemên wêjeyî de, ne gotinên tevlîhev û hevokên dirêj in. Gotinên kurt û hevokên derûnî bandora xwe zêdetir li ser mirovan dihêlin.
Li gorî min heta ji wêjevanan wer
e, divê peyvan baş hilbijêre û wan baş di cihên pêwîst de bi cih bike. Heke pêwîst be yekitiya çend peyvan çêke û piştre hevoka xwe saz bike. Ji ber wêjevan hêza xwe ji ziman digire, hevîr û hevîrtirşê wan jî ziman e. Ziman jî ji hêmanên wêje hêz digire û bi destên wêjenivîsan digihê hêza afirandina derbirînê. Berhemên bi vê zanîne hatine nivîsandin li ku dera cîhanê hatibin nivîsandin jî çi ferq nîn e, dê xwe bidine xwendin. Berhemên bi naverok, xeyal, bi formê afirandinê, bi coşa hûnandina tevna dengan hatin nivîsandin, xwe demeke dirêj bi xwendevanan didin xwendin. Li vê rêwîtiya temenê dirêj, heke bandora xwe li ser mirovan hiştibin, di vê serkeftinê de para bi hostatiyê û bikaranîna ziman pir mezin e.
Berhemên wêjeyî bi xweşikkirina raman, hest, xeyal û zelaliya nêrînên wêjenivîsan, bê paseport û bê sînor nas bikin, xwe digehine wêjehezên cîhanê. Wêjenivîsên hosta, xeyalan bi gelek cûr
eyan dertînine pêş. Bi hostatiya hilbijartina gotinan bi lihevanîna bikaranîna ziman, rastî û xeyalên xwe di nav hev de baş distirhin, piştre pêşkêş dikin. Ya van hemûyan werdigerîne derbirîna peyivok in. Yên nirxandina deng bi hostatî nîşan didin û bandora xwe li me dikin ew in. Zimanê wêjeyî, zimanê hemû cîhanê ye. Wê demê tiştên berhemên wêjeyî hemdem dikin û dikin zimanê cîhanê hûnandina ziman e.
Ji afirandinên di nav çalakiyên destpêka mirov de cih girtî û heta roja me hatî, wêje ye. Û tiştê afirandina wêjeyî hemdem dike û dike zimanê cîhanê, zanîna hûnandina ziman e.
Hûnandineke serkeftî bi gotinên xweşikkirî (estetîkkirî) dibe û divê her peyiv di cihê wê de werê bi cihkirin. Mirovan ev metod ji serdema pêşî ve bikaranîne. Ji ber wê tê gotin, form
a nivîsê ya pêşî mirovan nivîsandî, forma helbestê ye. Bi vî awayî bûyer bi kêm gotinan tê nivîsandin û ev jî bûye bingeha zimanê wêje. Berhemên herî xweş û serkeftî, berhemên nivîskar bi kêm gotinan mebesta xwe anîbin ziman e.
Bêyî dirêj kirina mijarê divê bêjim ji serdema pêşî, heta serdema me, hemû civakên mirovan li derv
eyî zimanê têgihiştina rojane, zimanekî cuda afirandin.
Ev zimana berhemên wêjeyî dike malê cîhanê.
Em dizanin tiştên berhemên wêjeyî ji wan pêk tên, hest û raman in. Tiştê yekem yê berhemên wêjeyî nemir dike jî, xweşik bikaranîna ziman di hest û ramanan de ye.
Hestên mirov çiqasî pir dibin bila bibin, ramanên mirov çiqasî tûj û hêja dibin bile bibin, ya herî girîng bi zanîna ziman pêşkêşkirina wan hest û ramanan e.
Bi kîjan zimanî were nivîsandin bila were nivîsandin ji bona çi armancê dibe bila bibe, bi çi rêbazê dibe bila bibe, kîjan hest, raman, xisûsiyetên kîjan formî nîşan bide bila nîşan bide
, tiştên têgihiştina wêje xweş dike û mirovan dilerizîne, ahenga dengan e.
Mînak yek ji we pirsa rewşa min ji min bipirse, ez nikarim vê bersivê bidim
:
Bêhna meynoşên ji êvarê mayî,
fermandarê artêşa xwe winda kirî me ez.
Lê ji bona rewşa xwe ya xirab ji xwendevanê xwe re bêjim, ez dikarim di helbesta xwe de welê binivîsim.
An em ji day
ika xwe re welê nabêjin.
Negirî dayê nelorîne,
rondikên ziwa nebarîne.
Em van gotina
n dikarin di berhemên xwe de bi kar bînin.
Ev hevok dixwazê li Ewr
opa yan li Kurdistanê hatibe nivîsandin, mirov dizane bi zimanê wêjeyî hatiye nivîsandin. Ji ber bi zimanê guvaştî hatine nivîsandin, mirov pirtir dihejîne. Ev ziman dibe navenda pêşxistina ziman û xeyala mirovan. Ev ziman bi şêweyekî li guhên mirov xweş were, bi hevokên lihevkirina gotin û muzikê tê gotin. Ji ber wê ye li hişê xwendevan û temeşevan tê nivîsandin û bandorê li zimanê wan jî dike.
Wêje; çanda zimanên civatan xweşik û dewlemend dike.
Ziman, bi zimanê wêjevanan xweşiktir dibin, bêje zelal û gotin sipehîtir dibin. Wêjevan bêje û gotinan bi kedeke mezin xweşik dikin di derhemên xwe de bi cih dikin û piştre pêşkêş dikin. Bi wî awayî hestên xwe derbasî temeşevan û xwendevanên xwe dikin û wan dikine şirîkên keser û şadiyên xwe.
Wêjevan dengan dikine sitran û ramûsan. Carinan jî gotinan, dikine hawar, lorî û dikine rondikên çavan.
Ev deng di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan.
Berhemên wêjeyî; ne komkirina qelabalixa gotinên bê ser û ber in. wêjevan gotinan yeko, yeko hildibjêrin û bi wijdan
, bi awayekî dadwerî wan di berhemên xwe de bi cih dikin.
Hostatiya wêjenivîsan ew e, her tîpê, her peyivê û her hevokê di cihê wan de zanibin bi cih bikin e. Zanibin bi peyivan, ronahiya pêşveçûnê di hişê temeşevan û xwendevanan de pê
ş bixin. Rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiq û di nav ziman de afirandina ziman çêbikin. Ji nivîserên berhemên wêjeyî, qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyivan, hunerê peyiva ji dil ji wan tê xwestin. Ji ber ol û felsefeya berhemên wêjeyî, zanîna ziman e. Bi riya ziman nivîser xeyal û ramanên xwe derbasî mirovan dikin.
Di berhemên wêjeyî de form, deng, wate û peyama wêjeyî, di guhartina hest û baweriyên mirovan de dibe pira veguhartine.
Nivîserên berhemên wêjeyî, bi hevoksaziya xwe tixûbên di nav rastiya naveroka mijarê û awayê ragihandinê de radikin. Ji ber armanc ew e, mebest bi awayekî xurt were ragihandin. Ev taybetmendiya zimanê berhemên wêjeyî, di giyanê civatê de bandoreke biqasî erdhejê Raman, hest û têgihiştina civatê bi pêş ve dibe.
Zimanê nivîser û têgihiştina mirovên civatê bi hev re sîstemekê ava dikin. Sîstema ew di nav demê de ji hev fêhm bikin ava dikin û hêla balkêş jî ev e.

Kamran Simo Hedilî

Parveke