Berxwedan û lîstikên li ser Rojava, hesteke neteweyî derxiste holê. Konevaniya hemû tevgeran dê êdî li gorî vê were raçavkirin. Lewra konevanî bi gel re û ji bona gel e.Tevger, kes ku li derveyî daxwazên gel tevbigerin, dê di bin xweliya demê de bimînin. Bi berxwedana şoreşa Rojava û xayîntiya eşîrên ereb, di nav gelê kurd de hiseke: “Xwîn nabe av, neyarên bav û kalan, nabine dostê lawan…!” çêkir.
Ji bona wê li dora şoreşa Rojava, gelê kurd bû yek dil ! Ew dil Rojava bû, ew dil bû Kurdistan, Kurdistan bû Rojava. Bi hev re herikîn ser çemê neteweyî. Bi zanebûn; Rojava rûmeta gelê kurd û mirovahiya pêşverû ye, derketin qadan, sînor ji holê rakirin, Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava û kurdên li hemû cîhanê bûne yek deng û li dora Rojava bûne xeleka jiagir û bi dil silav kirin.
Ew kezîyên şepalên ku bi destê hişê tarî, hov û dijmirovahiyê dûr hatin jêkirin, gelê kurd ew kezî li dilê xwe pêçan û bi hev re, bi giyana neteweyî bû nobedarê kezîyan…Laşên ku ji xaniyan hatin avêtin bû sonda tolhildanê! Kalên heftê salî, dayikên bidergûş heya zarokê ku karibûn bi rê ve biçin li qadan bûn.ku ev giyan, ev hêrsa tolhildanê bi konevanîyeke demkî were avdan, dê bibe şitil û ber jî bide. Her kesî ev yek baş dît.
Gelê Kurd bi hêrs bû, hêrs difûrî û di herikî qadan. Kurd divê bi hêrs bin û hêrsa wan dayîm be jî, lewra hêrs di heman demê de mirov berxwedêr jî dike. Lê divê em ji bîr nekin, hêrs ku bi tena serê xwe be, dê bibe malwêranî. Ji bona wê divê em hêrsa xwe li hember neyar mezin bikin û bikin egera yekîtiyê. Lê divê hêrsa me ne li pêşiya aqilê me be. Lewra ku hêrs bibe egera armancê,dê aqil li gora wê be. Hevsengiya hêrs û aqil, ferzkirina hişmendiya stratejîk e.Îca divê em kurd bi hêrs rûnên, bi aqil rabin.
Hêrsa ku bi aqil were tevgerîn, dê serkeftinê mîsoger bike. Lê belê ku hêrs ne dibin venerîna aqil de be, têkçun li ber derî ye. Dîroka me şahid e, heya niha em kurd bi hêrsê rabûne, me winda kiriye. Lê belê îro em kurd, xwedî aqilê stratejîk, hişmendiya afirîner in.
Li gorî me, hedef girtina Rojava ne pişadî ye. Dixwazin li Rojava, hêviya gelê kurd û mirovahiya pêşverû bişkînin. Şoreşa Rojava,bi pêşikvaniya gelê kurd,aqilê stratejîk hêviya mirovahiyê bû. Hêvî û çarenûsa gelê kurd bû. Xwestin vê çarenûsê bi fetisînin. Lewra di bin hişmendiya kurdan de guhertina pergal û pêşerojê ji xwe re xetere dîtin. Belê,pergala şoreşa jinan wekî mirina xwe dîtin.
Dîtin ku ji Hindê heya Amerîkaya Latîn hişmendiya Jinan şax veda. “Jin, Jiyan, Azadî” tenê ne dirûşmeyek e. Di heman demê de çarenûsa Azadiya Cîhanê ye. Ji ber wê bû DYA, dewletên YEyê bi celadên mirovahiyê re bûne yek. DYA; Îsraîl, Tirkiye û Colanî di heman hişmendiyê de gihiştin hev. Rondikên li ser Gazeyê dibarandin derew bûn, şanoyeke belot bû.
Bi destê Erdogan Gaze, doza gelê Filîstînê û nîvê Suriyê teslîmî Îsraîl kirin. Li hemberî wê destûra qirkirina kurdan dane wan. Erdogan û temsîliyeta Îşîdê Colanî li hemberî kurdan, hemû tawîzan didin, wê bidin jî. Bawer bikin ku bêjin, ola xwe jî biguherin,texsîr nakin wê biguherin! Ew qasî neyarê gelê kurd in.
Lewra gotina Erdogan ku digot: “Kobanê ha ket, ha wê bikeve.” Li ser dilê wî bûbû girêk û di gewriyê de mabû. Dîsa berxwedana Kobanê, bûbû serkeftin û destketiyên kurdan û rûyê mirovahiyê yê spî û têkçûna Îşîdê, Erdogan û hemû hêzên tarî. Ew ji Erdogan û hevkarên wî re bû kul…Îca ji bona tola xwe hilînin çi tawîz heye didin. Di qada şer de jî Tirkiye bi hêza xwe ya leşkerî tê de bû.
Vê jî hêrsa gelê kurd hilda lutkeyê û bû egera yekitiyê. Bi hev re gotin, ‘Berdêla wê çi dibe bila bibe, em nahêlin şoreşa Rojava têk biçe.”
Erê neyarê kurdan bûbûne yek. Lê wan hesab nekiribû, ku gelê kurd tirs bi carekê kuştiye.Ma ew tenê? Tirs jî,tirsandine! Tahma Azadî yê kirin e,bûne xwe û ji xwe zêdetir. Ango gelê kurd ji her hêlê ve li xwe xwedî derdikeve.
Êşa li Qamîşlo, Helebê, Hesekê, di heman kêlî yê de li Amed, Silêmanî, Hewler, Wan, Mahabad, Ewropa û li her devêrên ku kurd lê hene tê hiskirin. Kurd, di berxwedan û êşê de jî bûne yek.
Birêz M. Karayilan, ji bona vê giyana neteweyî got: “Ev daxwaza gelê me ji bona me ferman e.” Rêber Apo dibêje; “Rojava xeta me ya sor e.” Birêz M. Berzanî, Bafil Celal Talabanî, hemû siyasetmedarên kurd di xeta sor de bûne yek. Gelê kurd, li qadan û eniya şer ev yekitî silav kir… Tu kes nikare vê daxwaza gelê kurd paş guh bike…
Osman Kapan
