BISK Û KEZÎ
Bahadîn Robar
Bisk û kezî ji bo jinên kurd sembol û nîşaneya jinbûn, xweşikbûn, ciwanî û hijxwekirinê ne. Her wiha bisk û kezî hêmanên herî girîng ên xemilandin û xwexweşikirinê yên ji laşê jinan bixwe ne. Ligel vê ji bo jinan hem sembola rûmetê û hem jî ya berxwedanê ne. Kezî di çanda kurdan de weke serbilindî, jixwebawerbûn û jixweqayîlbûnê jî tê nirxandin û pênasekirin. Lewre di gelek stran û helbestên hunermend, helbestkaran de û di gotar û çîrokên gelêrî yên kurdan de weke nîşaneya azadî û girêdana bi çandê ve hatine pênasekirin.
Bisk û kezî di çanda kurdan a manewî de xwediyê wate û nirxek mezin û pîroz in. Di nav kurdan de dema kesek ji hêla piştê ve pora (pirç) xwe dirêj bike an jî bihone (mîna werîsan li hev honandin) jê re kezî tê gotin. Bes heke ji hêla pêş ve por bê dirêjkirin an jî honandin jê re bisk tê gotin. Cureyeki din jî ku ez ê di vir de qalê bikim ‘gulî’ ye. Dema kesek li ser eniya xwe pora xwe dirêj bike, li hev ba bide, ber bi rastê ve yan jî ber bi çepê ve ba bide yanî duta bike, her wiha badan û şekirina paş ve an jî ber bi jor ve ji bilindkirin û komkirina wê re gulî tê gotin. Dema ez behsa bisk û keziyan dikim bila bê zanîn ku di heman demê de ez behsa guliyan jî dikim. Vêca li gorî reng û cureyên honandinê navên cuda li xwediyên gulî, bisk û keziyan tên kirin. Mînak: Gulîreş, gulîsor, gulîzer, gulîkêl, gulîxwar, gulîbadayî, gulîgimşik, gulîgij, gulîxelek û her wiha ji bo kezîyan jî pênaseyên weke; kezîzer, kezîsor, kezîreş, çilkezî, kezîzêr, kezîmezin, kezîdirêj û hwd. Dîsa biskbitêl, biskbadayî, biskgustîlok, biskkevan û hwd. tê gotin. Yanî gulî, bisk û kezî weke nasnav dibin nîşaneya nasîna jinan.
Ji berî niha 30-40 salan di dawet û şahiyên kurdan de jinan bisk û keziyên xwe di bin laçik, kofî, xavik, kefî û cemedaniyên xwe re derdistin derve. Kezî ji piştê ve heta navtengê berjêr dibûn û bisk jî li raserî çavên wan heta birûyan duta li hev badidan an jî di navbera guh û çavan re heta binçena xwe dirêj berdidan. Bi vî awayî hem ji hêla çandî ve hunerên xwe yên bisk û keziyan pêşkêş dikirin hem jî bi bisk û keziyên xwe xeml û xêza xwe nîşan didan. Heke bisk tenê duta li raserî çavan bihatana dirêjkirin û serê biskan bi çîçekan (toka) li ser serî bihatan girêdan jê re ‘gulî’ dihat gotin. Yanî gulî di bin laçik an jî destmalê de tê girêdan û dutayiya wê pêş ve heta raserî çavê çepê an jî yê rastê tê derxistin.
Kezî qusandin/jêkirin ji bo jinan gelek şerm bû heta weke guneh dihat hesibandin. Çawa di çanda kurdî ya kevin de (berî 40-50 salan jî) şerm bû ku mêrek simbêlê xwe biqusîne û simbêl yek ji nîşaneyên herî diyarde ya zilamtiyê (mêrbûnê) bûn, kezî jî ji bo jinên kurd nîşaneya jinbûn û xweşikbûnê bû. Hema bêje qet bê sedem jinên kurd kezîyên xwe jê nedikirin. Bisk û kezî gelek wate, giringî, pîrozî, nirx û remzên dîrokî dihewînin. Lewre di her qad û kêliya jiyana jinan de weke ayetekê yan jî peyameke xweda bi taybetî ji bo wan şandî lê xwedî derdikevin û diparêzin.
Me got di çanda kurdan de bisk û kezî pîroz in. Lewre berî niha heta dawiya sedsala 20. jî dema kesek hêja, mezin, serkar, bijare, law û hwd. ji ber sedemekê dimir an jî dihat kuştin, ji malbata wî/wê keç, xwîşk, hevjîn, met û xalet û jinên din ên malbatê keziyên xwe jê dikirin. Sedema kezîjêkirinê jî ev bû ku ew kesê mirî ji bo wan kesê pir hêja ye û lewre jinên herî nêzîk û lêzim ji bedena xwe ya herî hêja û pîroz keziyên xwe jê dikin û bi vî awayî dilsozî, hezkirin û xemgîniya xwe ya ji bo mirî dianîn ziman. Wekî din dema tiştek eceb û dilsoj dihat bihîstin jinan bi gotinên weke; kezîkurê, kezîbirê, weyla kezî kur bûyê, kezîkur û hwd. digotin û bi vî awayî matmayîn û xemginiya xwe dianîn zimên. Heta roja me jî dema mirov bixwaze bela û bobelatek were serê yekî jê re dibêjin, weyla te keziyên xwe jê kirî. Hey te keziyên xwe li ser bav û birayên xwe birî. Bi vî awayî girîngiya keziyan tê ziman. Li gorî vê felsefeyê heta bûyereke gelek mezin û bibandor neqewime tu caran kezî nayên kurkirin/qusandin. Heke hinekan ji ber nexweşî yan jî ji ber sedemeke cuda bisk û keziyên xwe biqusandana jî ev yek ji kesên herî nêzîkî xwe jî vedişartin, lewre kezîqusandin dihat wateya karaset û xemgîniyên mezin.
Di nav beşeke kurdan de dema hezkirî yan jî dergistiyê yekî dimire ew jin keziyên xwe jê dike û bi kêlîka li ber serê gora wî ve dike. Bi vê dide nîşandan ku piştî hezkiriyê xwe tu wateya xweşikbûn û jiyana wê jî nemaye û lewre hebûna xwe ya herî pîroz yanî keziyê xwe bi mirî (hezkiriyê xwe) re dişîne gorê.
Gelek caran dayik ji kesên bêkêr û tiral re dibêjin, tu bi qurbana keziyê filankesê bibî. Yan jî ji bo jineke çê û qenc dibêjin; her keziyeke wê mêrekî tîne. Bi rastî jî kezî xwedî gelek wate, nirx, taybetmendî û dewlemendiyên çandî, hunerî û civakî ne. Jina kurd jî tim û tim di hişmendî û zanabûna vê yekê de bûye û keziyên xwe ji dest û çavên xirab û qirêj parastine. Berê piraniya jinan ji bo xweşikbûn û qewînbûnê keziyên xwe hine dikirin. Lewre jina kurd xemla xwe bi keziyên xwe çêdike. Teqez ji berî zewacê rojek du rojan bisk û keziyên her keça kurd dihatin hinekirin. Her wiha di dema zêwe, mihrîcan, dawetan û dema keyf û karê jinê li gorî dilê wê be û bextewar bûya, keziyên xwe xine (hine) dikirin. Jin ji hêla pêş ve jî biskekê (zulf) di ser çavên xwe re berdidin û bi vî awayî hezkirin û dilxweşiya xwe ya wê demê dide nîşan.
Gelek caran hezkirî ji dildara xwe biskeke wê dixwaze û bi salan wê biskê li cem xwe di nav desmal û emberê de dihilîne (vedişêre). Her wiha keçikan biskeke xwe jê dikirin û weke diyarî û dilsozî ji hezkiriyên xwe re dişandin. Kezî di heman demê de sembola azadiya jinan e û jinan bi vî awayî dixwest azadiyê ji bedena xwe raberî dilketiyê xwe bike.
Kezî sembola xwebûn, xweşikbûn û xwezabûna jinan e. Jinan xweziyên xwe di keziyên xwe de nimandine û bi vî awayî riya bextewarîyê dîtine. Lewma ji destpêka mirovahiyê heta îro bi sedan stran û helbest li ser keziyan hatine gotin. Di piraniya stranên kurdî yên klasîk de, her wiha di helbestên helbestkarên mezin Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û helbestkarên nûjen de jî bisk û kezî weke remz, xeml û semboleke sereke ya stran û helbestên evînî ne.
Weke encam di çanda kurdan de kezî cihekî girîng û watedar digire. Li gorî reng, honandin, dirêjahî, stûrbûn û şêwazan bi nav û nasnavan tên dabeşkirin û binavkirin. Semboleke mezin a beden û laşê jinan e. Her wiha hêmana xweşikbûn û xwebûna jinan a xwezayî û xwedayî ye. Lewre bisk û kezî ji bo jinên kurd pîroz in. Bi hêviya civatek kezîazad û biskserbixwe…..
Bahadîn Robar
