TEWANG GERDENA ZÊR E DI SINGÊ KURDÎ DE-Yaşar Eroglû

Bi navê Pergala Zimanê Kurdî û Tewang nivîseke min di Kovara Nûbiharê de derket. Di zimanê kurdî-kurmancî de pergala tewangê çawa ava dibe mijara nivîsarê bû. (Nûbihar – hejm. 130) Min ev nivîsar pêşiyê şand Kovara Zendê. Kovara Zendê berê got çavkanî kêm in şûnde vegerand. Min ew kêmasî temam kir, dîsa şand. Hingê jî bi hinceta ‘tiştekî nû têde tune ye’ neweşand. Ez tê gihîştim ku bi hincetên neweşandinê li ber min dîwaran datînin, êdî min ji Zendê re neşand. Di vê nivîsarê de ez ê bi giştî pergala tewangê û hevsenga bi hêmaya xwerûtiyê re bigrim dest. Heta çiqas ku haya min jê heye, heta wê Hemûyê bibînê…