apr
10
SERPÊHATIYA STRANA SÎNEMÊ – Zeyneb Şirnexî
SERPÊHATIYA STRANA SÎNEMÊ Zeyneb Şirnexî Strana Sînemê weke gelek stranên kurdî yên kevin (klasîk) xwedî çîrok û dîrokeke girîng û watedar e. Di dirêjahiya dîrokê de gelek stranên kurdî yên dengbêjiyê, li ser bûyerên weke şer, evîn, bêrîkirin, xerîbî, welatperwerî, lehengî û hwd. hatine gotin. Ji ber ku di serdemên kevin de piraniya kurdan, nexwenda û ne xwînerbûn yanî xwendin û nivîsandina wan tûne bû. Lewra bûyerên di nava wan de rû didan bi riya dengbêjiyê vediguhestin nivşên nû. Ev rêbaz hem weke nivîsandina dîrokê û hem jî weke amûra pêşvebirin û parastina ziman, çand, huner û kelepora kurdî dihat Hemûyê bibînê…

