3-Wêje û ziman-Kamran Simo Hedilî

Di wêje de bikaranîna ziman, an jî rola wêje dipêşxistina ziman de. (helbest, bexşan, sitran, çîrok, roman, cerbandin, şano, sînema û wekî din) Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandin. Lê heta ji min were, ez ê bi kurtî bejim û ez ê bi pirsan dest bi şiroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim. Gelo çawa wêjenivîs û wêjevan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, çawa dikarin xwendevan û temeşevanên xwe, bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Pirseke din, zimanê ku berhemên wêjeyî pê têne nivîsandin û zimanê wêje Hemûyê bibînê…

Wêje – Kamran Simo Hedilî

Peyva wêje ji gotina ´´bêje´´ hatiye. Ereb jê re edeb an jî edebiyat dibêjin. Latînî jê re lîteratur dibêjin. Ji hunera bûyeran, raman, hest û xeyalan bi awayekî spehî(estetîkî) bi riya ziman hatî derbirînkirin re wêje tê gotin. Wêjevan an wêjenivîs her dem dixwazin tenêtî, evîn, keder, tengasî, nefret, hezkirin, hest û xeyalên mirov bidine nasandin. Ji ber mijara wêjeyê mirov û jiyan e. Dixwazin aliyên mirovên baş û nebaş, rast û şaş, rind û xirab derxine holê. Heta ji wêjenivîsan tê hevpariya çarenivîs û giyanên mirovan îzah dikin. Wan bi hev didin naskirin û wêjeya xwe dikine amûra hevnaskirina Hemûyê bibînê…

Newroz û Kurd – Kamran Simo Hedilî

Kurd û Newroz, du nav in bi hev re tên bîra mirov. Dema navê Newrozê tê gotin, kurd têne bîra mirov. Her wisa dema wêrekî û lehengiya kurdan tê gotin, berxwedana lehengên Newrozan tê bîra mirov. Ne kurd bê Newroz dibin û ne jî Newroz bê kurdan dibe. Newroz germiya dilê kurdan e û hestên neteweyiya wan e. Kîjan gel Newrozê çawa dibîne û çawa pîroz dike, bila bike. Lê gelê kurd Newrozê bi agirê berxwedanê pîroz dike. Bi hezar salan e, kurdan ev roj ji xwe re kiriye cejna yekîtiyê û serkeftinê. Newroz tekane cejn e li nav hemû Hemûyê bibînê…

Kela Memê- Kamran Simo Hedilî

Kêla Memê Roja em ji bajêr derketin, li gundê pêşiya me dest bi xebata siyasî kirî ji me re hate gotin, ”çiyayên vî welatî hemû xwediyên destan û serpêhatiyên navdar in û gelek çîrokên cuda li ser wan hatine gotin. Li gorî cih, bedewî û bilindiya çiyan çîrokbêjan, çîrokên wan gotine. Ev çîrok û serpêhatî her nifşî ji yên paş xwe re gotine û ji wan hatiye bawerkirin. Hin ji wan bûyerên evînê ne, hin yên wêrekî û lehengiyê ne.” Çiyayê Kêla Memê jî yek ji wan çiyayê xwedî serpêhatî ye. Kêla Memê bi bilindahiya xwe ya çar hezar metreyî, Hemûyê bibînê…

Çima Bêtifaqî 5- Kamran Simo Hedilî

“Emma ji ezel Xwedê wisa kir Ev rûm û ecem li ser me rakir Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye şa’ir û feqîran” Mamoste yê mezin, zaneyê netewî Ehmedê Xanî li serdema Kurdîstan di navbera Osmanî û Sefawiyan de bû du beş, hawara xwe digehîne serkêş û rêberên wê serdemê. Mîr û emîran vedixwîne helewesta yekîtî û namûsgêriyê da tifaqa xwe çêbikin û welatê xwe rizgar bikin. Îro jî zane û dilsoz dikin hawar da serok û serkêşên civatê bêne ba hav û çareyekê ji tifaqê re bibînin. Heke newin gel hev û vê fersendê winda bikin, Hemûyê bibînê…

Çima Bêtifaqî 4 – Kamran Simo Hedilî

“Ez mame di hîkmeta Xwedê de Kurmanc di dewleta dinê de Aya bi çi wechî mane mehrûm? Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?” Ehmedê Xanî Hizretê Xanî dipirsê ji bona çi Kurd bûne mehkûm? Heke bêyî gotinê dirêj bikim, bersiva pîrê zanîna netewî bidim, ez ê bêjim ji ber yektîya xwe çênekirin û ji azmûnên dîrokê nezanîn sûdwerbigirin, ketine bin destê dagîrkeriya herî xirab. Em li hilweşandina mîrekiyên Kurdistanê û şikestina serhildanên piştî peymana Qesra Şîrî baş binêrin, em sedemên serneketinê baştir zanibin. Li wan sedsalan gelek mîr ji hev cuda li dijî dagîrkeran rabûna serhildanê û têkçûn. Serhildana dawî, Hemûyê bibînê…

Çima bêtifaqî 3 – Kamran Simo Hedilî

“Hercî bire şûrî destê hîmmet Zebtkir ji xwe re bi mêrî dewlet Bê ceng û cidal û bê tehewwir Qet vê şixulê mekin tesewwir” Ehmedê Xanî Seydayê Xanî dibêje, her miletên dest avêtine şûrê hîmetê ji xwe re avakirin dewlet. Kurdan jî gelek caran dest avêtine şûrê hîmetê û xwestin ji xwe re ava bikin dewletê. Lê ji ber bi hev re dest ne birin şûr û bi hev re ne tifaq bûn bi serneketin. Min li nivîsa berî vê got, ji sedsala heftan heta hezar û pêncsedan ne dînemêrekî mîna Îvanê Rus ji nav Kurdan derdikeve ji bona bi Hemûyê bibînê…