Nûjen xwe amade kir da here cihê cangoriyên Parîsê Sekîne, Fîdan û Leyla lê dihatine bîranîn. Hê li ber devê derî bû, dayîka wî jê pirsî.
- Tu yê li ser Sakîne, tiştekî bêjî kurê min?
Dayîka wî Sekîne ji zîndana Amedê nas dikir û jê hez dikir. Li serdema Sekîne di zînadan Amedê de, du birayên Nûjen jî li wê dojeha bi nav girtîgehê, girtîne. Li wir dayîka wî û Sakîne dibin şirîkên êşên dojeha generalan. Li nav wan mercan, dibin mîna dayîk û keçê ji hev re. Nûjen hizirî dê dilê dayîka xwe xweş bike û got.
- Erê yadê, li nav yên biaxivin navê min jî nivîsandin.
Dayîka wî bi wateya bersiva wî biçûk bibîne serê xwe bi jêr û jor ve hejand. Lê mêze kir û bi dengekî xemgînî jê dipalî axaft.
- Hûn çend kes biaxivin jî, hûnê nikaribin meznatiya Sakîne û esîrên din yên bi wê re girtî bêjin. Hûn ê çawa, şevên bajarê Diyarbekir bêdeng dibû û qêrînên wan yên bajarî ji xew hişyar dikirin bêjî? Sal derbas bûne, lê hê ew qêrîn û nalîn di guhên min de olan didin kurê min.
Şevên wan bi êş ê dihate danîn û rojan bi tîrsên bênav dest pê dikir. Dîwarên bajêr bi dengê qêrînên bêdeng diaxivîn. Bayê hebsê bêhna xwînê û berxwedanê bi ser bajêr de belav dikir.
Ma gotinên zehmetiyên şevekê ji wan şevên sar yên Hebsa Diyarbekir bînin ziman hene?
Ma mirovên di anîn û birin hevdîtinan me de lêdana li Sakîne û hevalê wê dihate kirin bêjin hene?
Zilma di salonên mehkeman de li wan dihate kirin, kîjan ziman dikarê û dizane bêje?
Ez bawer nakim mirovên bi gotinan karibin mezinatiya Sekîne û hevalên wê bîne ziman hebin. Tenê xwedê dizane, bê wan çi zehmetî dîtin û çi wêrekî nîşanî neyarên zimanê kurdî kirin.
Wan rojên Sekîne û hevalên xwe dixwestin dengê xwe bidin bihîstin. Kurd melûlên melûliyê bûn, kal û pîr naxwazin bi bîr bînin. Nayê bîra zarokan jî kurê min.
Hebsa Diyarbekir fêrgeha êşê bû û li wir xweşiya mirinê fêrî girtiyan dikirin. Lê mirin bi dest girtiyan nediket…
Axaftin û pirsên dayîka Nûjen ya li ser texteyê temenê xatirxwestina ji jiyanê rûniştî, di nav serê wî de dengvedan.
Ji ber gelek caran Nûjen ji dayîka xwe çîrokên tahl yên zîndana Amedê bihîstibûn. Zahmetiyên ji ber bi tirkî nezanîna xwe û bê çawa erkdarên zîndanê heqaret lêkirin bi çavên şil gelek caran ji wî re gotibû. Nûjen bi awirên melûl li dayîka xwe mêze kir û gotinên wê yên berê di serê wî de kirin zimîn.
‘‘Min ê dused û pêncî lîre li ser navê Celal bidana îdareya Hebsê. Jixwe ji dused û pêncî zêdetir nedihişyin mirov pere li ser navê yekî razîne. Lê min bi tirkî nedizanî ji Celal re bêjim, min dused û pêncî lîre dane îdarê. Zarokan ji sibehê heta wextê razanê çend caran ji min re bi tirkî gotin da ez jiber bikim û bizanim bi tirkî bêjim. Sibehê berî ji malê derkevim carake din gotin û xwestin ez li ba wan bêjim, da bizanin ka dikarim bêjim an na.
Li hebsê ez û hevaleke keça wê girtîbû çûne odeya mirov ji bo girtiyan tişt didana wan. Hevala min bi tirkî dizanî alîkariya min kir, me dused û pêncî lîr li ser navê Celal razandin.
Berî me derbasî cihê hevdîtinê bikin, wê hevalê jî ji min re bi tirkî bê divê çi bêjim got. Piştre bû pîrepîra pîpika eskeran ji bo em bibin rêz û em herin dîtina zarokên xwe. Li cihê hevdîtinê çawa min eskerê darbidest li pişt Celal dît, tiştên zarokan û wê hevala jin gotin hemû ji bîra min çûn û min bi kurdî jê re got. Celal jî tenê got, ‘‘baş e’’. Lê ji ber bi kurdî got ‘‘baş e,’’ ji cihê hev dîtinê deranîn li ber çavên min bi kulm, pehîn û bi daran lêdan. Piştî têra xwe lêdan di erdê re kaşkirin û birin. Dengê hawarên min bi ser hebsê diketin, çend pehîn û dar li nav pişta min jî dan. Bi tirkî tiştin gotin lê min fêhm nekir, çi gotinên xirab dibêjin.
Kurê min hevdîtinên me û zarokên me wilo dibûn. Em li vî aliyê têlên hesinî û ew li wî alî me bêdeng li hev mêze dikir. Eskerkî darbidest li wî alî li pişt yê girtî û yek li pişt me disekinî. Heke gotineke kurdî ji nav lêvên me derketibûna serdan bi dawî dikirin û li me herduyan didan.
Li wan hevdîtinên me yên bêdeng, heke hevdîtinên me bêlêdan derbas bibûna em dayîk û bav bi dîtina saxbûna zarokên xwe dilxweş jî dibûn.
Jixwe Cemîl nedixwest ne ez û ne xwehên wî herine ber devê Hebsê ji ber heqaretên eskeran. Em çûbûna jî Cemîl nedihate cihê hev dîtinê. Lê Celal hê zarok bû û min xwe nedigirt, diçûme dîtina wî…’’
Dayîka Nûjen bi awirên melûl lê mêze kir û bi dengekî xemgîn got.
- Kurê min, zimanên zahmetiyên Sekîne û hevalên wê dîtin, bêjin li vê dinyayê tune ne.
Nûjen bêyî bersiva dayîka xwe bide derî li pey xwe girt û çû cihê cangorî lê dihatine bibîranîn.
Bîranînê bi xulekeke rêzgirtina ji giyanê cangoriyan re dest pê kir. Kesên diviyabûn biaxivin li gorî dora xwe û zanîna xwe yek bi yek derketine ser dîkê axivîn.
Nûjen li nîvê salonê di nav guhdêran de li ba birayê xwe yê biçûk Elî, mîna bixwaze xwe veşêre, bêdeng li gotinên dayîka xwe dihizirî. Poşman bibû ji ber dema navên yên dê biaxivin nivîsandin û wî negot, ‘‘ez nikarim biaxivim.’’
Di dawiyê de navê wî jî hate xwendin û bi gavên lerzok ber bi dikê ve çû. Bi rê de lingên wî dilerizîn û nedixwestin herine ser dîkê. Bi meşa mirovên ber bi sêdarê ve dimeşin bi lerza çokan ber bi mikrofona li ser maseya li herdu aliyên wê bilindgo heyî ve meşî. Li ber masê destên wî jî bi çokên wî re lerizîn û kaxizên dê li wir bixwendine kirin xişexiş. Çendî xwest lerza destên xwe rawestînê jî bi ser neket û kaxez ji nav destê wî şemitîn. Li ser masê û li erdê belav bûn. Li kaxezên li derdoran belav bûyîn mêze kir, zanî nikare wan kom bike dev ji komkirinê berda. Bi wê rewşa kambax awirên xwe li nav salonê gerandin. Salon ji mirovan tijî bû û hemiyan bi awirên meraqa ka dê çi bêje lê mêze dikirin. Hemû li bendê bûn, li ser bîranînên xwe û Sekîne biaxive.
Çawa rahişte mikrofonê ji bo biaxive, ziman di devê wî de werimî, gewriya wî ziwa bû. Li ber xwe da ji bo bikarê biaxivê, lê lêvên wî nepeyîvîn. Çi qasî hewil da jî dengê wî derneket û nehate bihîstin. Stêrên geş ên axaftinê ji asîmanê wî rijiyan û zanîna gotinan ji hişê wî firî. Bi leriza dest û tiliyan re bedena wî jî ricifî.
Piştî ji îskana li ser masê çend qurt av vexwar dengê wî derket û karî bêje.
‘‘Sara, xwîşka cangoriyên latên geliyê Mûzirê. Neviya Zerîfa ya lehenga, hevriya Elîşêrê mîrê Qoçgîrê. Keça gelê xweragirê yê komkujiya Dêrsimê jiyayî. Pêşenga pêşî ya hişyarkirina jinan li welatê birîndar. Bi çûna we re xemgîniyê stûnên konê xwe di bîra bîranînên min de kuta. Bi bihîstina reşnûçê re hêrsa min pêl bi pêl li kolanên paytextên Ewrupa ya durû herikî û sê dilopên bi jan ji çavên min palîn.
Sê stêrên geş ji asîmanê azadiyê rijiyan.
Sê Şilêrên çiyayî çilmisîn.
Sê dojeh di nava min de şewitîn.
Sê xencerên jehra dilpakiya we, ya nenaskirina neyar li dilê min ketin.’’
Nûjen, awirên xwe li nav salonê dîsa gerandin hemû rûyên li salonê xemgîn hatine ber çavên wî. Ne xwest wan hê bêhtir xemgîn bike, heta jê hat nehişt dengê wî bilerize û axaftina xwe berdewam kir.
‘‘Hêjano, hevalino, xwîşkino, birano em îro pir xemgînin, lê bila mirovkujên serdemê şad nebin. Em ê bi vê derbeya ne mirovane li ser çokan nekevin û em nakevin. Bi sedan keçên me yên dîplomat dê cihê Fîdana rûbiken bigirin û werin meydana danasîna xwestina van Xwedawendên me yên mîna Înanna ya evîndarê azadiyê. Bi hezaran keçên ciwan dê wêneyê Leylayê ji xwe re bikin ala şikandina zincîrên li pêşiya pêşketina jinê dibin asteng.
Sekîne, Fîdan û Leyla sê jinên dixwestin bê tirs, bê asteng, bi deng û rengê xwe bijîn.
Lê hêzên rûreşên tarî ew daxwaza wan pir dîtin, xwestin bi vê derbê hizir û ramanên wan tune bikin.
Ez baş bawer dikim, hersê şêrejinên kurd dê bibin şûrên dirandina reşperdeya li ser dîrokê û dê bibin stêrên geş ên anîna ronahiyê.
Ew di dil û hişê me de bûn berfînên roperstên mizgîniya biharê.
Bûn birûsk, bûn dengê jinên di bêdengiyê de tîyên azadiyê.
Ew Sîmirên welatê bi bêhna sêvan li Helepce şewitî ne. Ew ê ji xweliya şewata xwe bizên û bibin gulên bêhnxweş di destên jinên efsûnî de li welatê me.
Ew sitran û awazê geliyên kûr, yên hizir û ramanên nûjiyanê ne.
Ew afirînerên xweşikiyêne û serberzên hezkirina pêşe rojê ne.’’
Nûjen dîsa li koma bêdeng guhdarî axaftina wî dikir mêze kir û pirsên xwe rêz kirin.
‘‘Ji min re bêjin, hevalino, bêjin, kîjan mêrxas û jinxas dikarin, xwe di bin giraniya evîna daxwaza wan de ragirin?
Kîjan evîndar dikarin, serê xwe li ber pîroziya hezkirina wan netewînin?
Kîjan welatperwer û şoreşger, dikarin jan û keda wan nebînin?
Kîjan paşmayên siltan û şahan dikarin hêza herika çemê armanca wan rewestînin?
Ew çirayên welatê li ber deriyê berbanga sibehê ne.
Ew hevroniyên şevtariya riya hejaran ronî dikin.
Lê bawer dikim, ez ê mîna paqijiya kenê zarokan û dilpakiya hêviyên bûkan,
bi qasî giriyê kevokan, bêriya wan bikim.
Bi çûna wan sê bircên qesra şadiya min hilweşiyan û ez bi xemgîniya dayîkên li benda vegera zarokên xwe yên li eniya şerin xemgînim îro…
Girî rê neda Nûjen tiştekî din bêje. Li nav dengê çepikan serê wî gêj bû û çavên xwe yên mijankşil li derve li ber derî vekirin.
Kamran Simo Hedilî
