JI RAYA GIŞTÎ RE (Derbarê xwedîderketina Rojava de)

JI RAYA GIŞTÎ RE

Şoreşa Rojava şoreşa rûyê spî ya mirovahîyê, destkeftiyên gelê Kurd, ronahî û rûmeta heremê ye. Ku Şoreşa Rojava têk biçe, dê rûyê reş serwer bibe. Jixwe dijminahiya li dijî şoreşa Rojava jî ji bona vê ye.
HTŞ bi navê din DAÎŞ, bi hevkarîya rejîma Tirk li Şêxmeqsûd û Eşrefiye şerê qirkirina Kurdan daye dset pêkirin. Ku li wir bi ser bikevin dê beş bi beş bi ser hêzên Rêveberiya Xweser ve biçin.
Îca ev şer şerê man û nemanê ye. Divê gelê KURD û hemû hêzên gelê Kurd hemû fikr û nêrînên xwe yên bîrozî, berjewendiyên hizbî û tekakesî daynin alîyekî û ji bona Şoreşa Rojava bibin yek kulm û yek dil.
Em weke koma Nîrxandina Wêje û Koma Helbestê yên Înstûtiya Kurdî Li Stockholmê dibêjin; heya dawî em bi destkeftîyên gelê xwe re ne û bangî gelê xwe dikin ku bi gîyana Neteweyî li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin xeleka rûmetê û rûmeta Kurd û Kurdistanê biparêzin. Di şexsê van herdu taxan de Colanî û TC. Dixwazin vîna gelê kurd radest bigirin û gav bi gav hemû destkeftiyên kurdan ji holê rakin. Lewre êrîşên van hêzên tarî û hevalbendên wan ne tenê li ser Eşrefiye û Şêxmeqsûd in, di heman demê de ev êrîş li ser destkeftiyên tevahiya Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ne.
Şoreşa Rojava di heman demê de Şoreşa Jinê ye. Hêzên tarî û hevkarên wê dixwazin di kesayeta Jinê de Şoreşa Rojava bifetisînin. Îca divê her Kurdê bixîret tevî dost û hevalên xwe bêdeng nemînin û çi ji destê wan bê texsîr nekin. Lewra ev êrîşa hovane ya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ne erîşek ji rêzê û ketûber e. Ev êrîş ji Enqerê tê birêvebirin û hedef hilweşandin û teslîmgirtina tevahiya Rojavayê Kurdistanê ye.
Herwiha em bang li hemû Nivîskar, Rewşenbîr, Akademîsyen û siyasetmedarên kurd dikin ku çi hêza wan hebe divê niha bê xerckirin û helwesta xwe nîşan bidin. Lewra sibê dê dereng be.
Em piştgiriya xwe ji bona berxwedana gelê xwe tînin ziman û dibêjin serkeftin dê ya wan Qehremanên ku rûmeta KURDAN diparêzin be…
Bijî berxwedana Rûmetê
Bimire çeteyên serjêker û paşverû û hevalbendên wan….

Koma Helbestê
Û Koma Nirxandina Wêje yên
Înstituya Kurdî Li Stockholmê

Parveke