Çima Bêtifaqî 4 – Kamran Simo Hedilî

“Ez mame di hîkmeta Xwedê de
Kurmanc di dewleta dinê de
Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?”
Ehmedê Xanî

Hizretê Xanî dipirsê ji bona çi Kurd bûne mehkûm? Heke bêyî gotinê dirêj bikim, bersiva pîrê zanîna netewî bidim, ez ê bêjim ji ber yektîya xwe çênekirin û ji azmûnên dîrokê nezanîn sûdwerbigirin, ketine bin destê dagîrkeriya herî xirab.
Em li hilweşandina mîrekiyên Kurdistanê û şikestina serhildanên piştî peymana Qesra Şîrî baş binêrin, em sedemên serneketinê baştir zanibin. Li wan sedsalan gelek mîr ji hev cuda li dijî dagîrkeran rabûna serhildanê û têkçûn. Serhildana dawî, serhildana şêx Ubeydulayê Nehrî ye. Ev serhildan li hezar heştsed û heştê û yekê têk diçe. Sedema yekem ya têkçûna hemû serhildanan, hevnegirtina mîran û bêtifaqiya rêveberên olî ye. Li wan serhildanan rêveberên olî yên têkiliyên wan bi dewletên dagîrker re heyî, roleke xirab leyîstine û gelekan ji wan fedweyên xirab li dijî serhildêran dane. Piştî serhildana dawî jî têkçû rewşa perçebûnê ji ya berê gelekî kambaxtir dibe. Êlên berê li dora mîrekiyan û serhildanan kom bibûn bi şikestina serhildana dawî re belav dibin û di navbera wan de nakokî digehije qata herî jor. Neyartiya êlan wer dike, civak nikaribe di nav ewlehî û aramiyê de bijî. Hevtalankerin, kuştinên tolhildanê, pevçûn û bûyarên xerab li her cihî rûdidin. Li nav wê rewşa xirab li beşê di bin destê Osmaniyan de (ev beş bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê ne) Alayîyên Hemîdî têne orgenîzekirin. Hin lêkolînvan dibêjin, ev Alayî serê pêşî ji ber dibûn avahiyeke xwedî hêz, di aramî û îstîqrara civakê de roleke pozîtîf leyistin. Li her herêmê bi dehan êl li nav Alayekê kom dibûn, kêm be jî aramiya wê herêmê çê dikirin.
Dibe ev nêrîn heta deverekê rast be û aramî çêkiribin. Dîsa dibe niyeta serokên êlên di nav wan Alayîyan de cih digirtin jî aramiya herêma wan be û xweparastin be. Ji ber dema Alayên Hemîdî têne orgenîzekirin ti tevgerên Kurdan li dora xwe kom bikin nebû û serhildan jî ne mabûn. Piştî serhildana şêx Ubeydulayê Nehrî deh salan ev Alayî hatibûn orgenîzekirin.
Lê niyeta rêveberên dewleta Osmanî cuda bû. Wan dixwest hêza Kurdan belav bikin û bi xwe ve girêbidin. Niyet ew bû di şerê li navbera Osmanî û Rûsan de wan bi kar bîne. Hêza wan bike perçeyên biçûk û serokên êlan bêtir bikin bin destên xwe. Her Alayiyekê serbixwe orgezîne bikin, nakokî û berberiyên di navbera êlan de kûrtir bikin. Bi wê niyetê paşayên Osmanî berê êlan didan hevdu da careke din tovê yekitî û tifaqê di nava Kurdan de zîl nede û zû bi zû şîn nebe. Hem ew bi hevdu didane kuştin û hem jî hêza wan li hemberî tevgerên Ermenî bi kar dianîn. Bi kurtî niyet ew bû, bi kevirekî du çûkan bikujin. Bi wê niyetê hêza Kurdan di nav şêst û pênc Alayîyan de dabeş kiribûn û ew bi temamî kiribûn bin fermana xwe. Mirov dikare bêje, dagîrkerên Kurdistanê gehiştin armanca xwe. Ji ber ev Alayiyên bi navê padîşahê Osmanî Ebdilhemîd hatibûn orgenîzekirin, piştre hin ji wan bûn mîna grupên çeteyan û ji bona talanê êrîşî ser derdorên xwe kirin. Êrîşî ser gelên din yên li Kurdistanê dijîn kirin û bûne hevparên komkujiya Tirkan ya li dijî Ermenî û Suryanîyan.
Nêrîneke din li ser Alayiyên Hemîdî heye, ew jî wan dişibînin cerdevanên îro li Kurdistanê hatine orgenîzekirin, wan û cerdevanan wek hev dibînin. Ez bawer dikim, pêdiviya vê nêrînê bi lêkolîneke berfireh heye. Pêwîste li ser vê nêrînê baştir û bi bêhneke firehtir lêkolîn werin kirin. Ji ber Alayên Hemîdî ne li dijî serhildan û azadiya Kurdan hatibûn orgenîzekirin. Lê cerdevan raste rast li dijî tevgêra azadiyê hatine orgenîzekirin û li dijî daxwaza gel ya rizgariyê têne bikar anîn. Cerdevanên bi navê parêzvanên gundan hatin orgenîzekirin, roja pêşî dizanîn dê li dijî gelê kurd û şervanên wî şer bikin.
Tiştekî din heye divê were zanîn, hemû Alayîyên Hemîdî, ew karên xirab nekirin. Gelek ji kesên li nav wan Alayîyan berpirsiyarî kiribûn, piştre serokatî ji serhildanên piştî şerê cîhanê yê yekem kirin. Gelek ji wan hatin kuştin û yên mayî jî neçar man ji welêt birevin. Ji ber wê dibêjim, divê li ser vê mijarê bi bêhna firehî lêkolîn werin kirin.
Jixwe mabesta vê nivîsê ne nirxandina Alayiyên Hemîdî ye. Mabest ew e, sedema bêtifaqiya serdema şerê cîhanê yê yekem were zanîn. Divê werê zanîn bê çima Kurdan nekarî ji wê fersenda zêrîn sûd werbigirin.
Li wan rojên împaratoriya Osmanî belav dibû, mîr Evdilrezaq Bedirxan ji serokên êlan û şêxên rêolan (şêxên terîqetan) re nameyekê dişîne û di namê de dibêje, ´´dewlet li ser teniştê ketiye, heke em tahfekê lêbidin ew ê bikevê û em ê bigehin mafê xwe.´´ Rast bû dewlata Osmanî li ser teniştê ketibû. Lê heke tirk li ser teniştê ketibûn, kurd ji ber şerê navxwe serdevkî ketibûn. Pir zehmet bû karîbûna bi hev re rabin. Ji ber şer û pêvçûnên talan û kuştinê her êl bibû xwîndarê êleke din û bawerî di nav wan de nemabû. Mercên tifaqê yên navxweyî gelekî xirab bûn û hestê netewî hetibû ber mirinê.
Girîngiya zanîna azmûna wê serdemê ji bona îro ev e, divê were zanîn, ti hêz bi piştevaniya neyaran nikarin mezin bibin û ji Kurdistanê re dê nikaribin xizmetê bikin. Ev dixwazin hêzên bi destên dijmin têne damezrandin, an jî hêzên ji dijmin alîkariyê wer digirin bin. Dibe heta sînorekî dijminê ji wan re çavên xwe bigirin, lê kêliya sînor derbaskirin dijminê wan neyar beyan bike û li dostên nû bigere. Bê çawa mîrekên hêza wan kêm dikişandin ba xwe û li dijî mîrên neyar hatin beyan kir bi kar tanîn. Tiştekî din jî divê werê zanîn, rewşa mîrên pişta xwe dispartine Sewafî û Osmaniyan e. Hemû mîrekiyên pêşî dost, piştî demekê bûne dijmin û di dawî de têkçûn. Her wisa Alayiyên bi destê Osmaniyan hatibûn orgezînekirin jî, gelek ji wan bi destên Jon Tirkan ji nav hatin rakirin. Mînake herî li ber çavan, Îbrahm Paşayê Milî ye. Li dawî dikarim wiha bêjim, hêzên bi destên dijmin hatin orgenîzekirin, an hêzên pişta xwe dane dijmin ji feydê pirtir zerar dane newetê xwe û têkçûn. Îro divê hemû hêz û partî zanibin, ew jî dê bi piştevaniya dewletên Kurdistan dagîrkirine nagehin ti armanc û serkeftinan…

30.05.2023
Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *