Bo Çi Rasterast? – Heval Dilbihar

Bi hezaran sal e derbarê bûn, pêkhatin, hebûn, xwebûn û pêşketina gerdûn, cîhan, jiyan, dem, dîrok, civak û her tiştên ku bi wan ve û bi me ve têkildar in,gelek pênase, nirxandin, dahûrandin û şiroveyên piralî yên cuda hatine kirin û tên kirin; diyar e ku heta hetayê bên kirin

guman her kes yekê li gor nêrîn, hişmendî, rêgeh, rûgeh, bergeh û asogeha xwe ya bîr, hiş, bawerî, zanîn, danehev, hest, giyan û armanc, anku ligor rastî û rasteqîniya xwe dike. Em hemû jî wisa ne. Dixwazî bi zanebûn be, dixwazî ku encama herikîna jêrhişî be, her tiştê ku bi rengekî, di dem û kêliyên cuda de, xwe di gotin, kiryar û jiyana me de dide der bi awayekî parçeyek ji rastiya me ya giştî ye. Ji berku ew tişt xwe di me de pêk tîne, di me de dijî û xwebi riya me, di me de dide der; herwiha me di xwe de pêk tîne, me di xwe de dide jiyîn û me bi riya xwe, dixwe de dide der

Li derê, ya girîng ew e ku em li aliyekîrastiyênxwe yên rasteqîn heta dawiyê, di her şert û mercande û ji her milî ve biparêzin, li aliyê din hewl bidinkurastiyên nerasteqîn ku kujerên rasteqîniya ME ne- biguherînin/veguherînin, di destarê rasteqîniya xwe ya xwebûnî û gerdûnî de bihêrin, ku riyeke din nemabe bidin ber bahoz û tofana rasteqîniya xwe ya xwebûnî û gerdûnî’, ‘qiyameta xwerasteqîniyê li ser rakin û di dojeha xweya rasteqîniyê de bidin beragirê rasteqîniyê.

Dualîtiya Rasterasti’yê

Xaleke din a girîng ew e ku, qasî naveroka mijarênku tên nirxandin reng, awa, teşe, şêwaz, û rêbaza bingeh û çarçoveya naveroka honandin, ristin û raçandina vegotinê li gor rastiyê pêk . Çawa kuher çem û rûbarek, li gel hevpariya herikîna giştî,xwedî reng û awayên herikandineke xweser e, her mijarek li gel aliyên hevpar ên giştî xwedî teşe, rê û bazên vegotinê yên xweser e. Em rasteqîniyêwek, ‘dualîtiya xwebûnî û gerdûnîdinirxînin; ku yek ya din nikare pêk .

Ev rastiyadualîtiya xwebûnî û gerdûnîçawa ku jibo her tiştê di gerdûnê de wek makerêgezeke herî xwezayî ye, ji bo civaka mirovahiyê wisa ye; heta em dikarin bibêjin ku, ji ber hinek taybetmendiyên xweser ên civaka mirovahiyê ev rastî ji bo gelek zêdetir derbasdar e. demê divê em li gor rastiyê tevbigerin da ku em rastî xezeb, tofan,qiyamet û dojehên rasteqînîkuj neyên û bi xwe nebin xezeb, tofan, qiyamet û dojeha xwe û xwetune nekin

 

Rasterast’î Serfiraziyê Tîne

Divê em baş bizanibin ku, heta EM, li ser xet û bingeha rasteqîniya XWE ya xwebûnî û gerdûnî; lidijî dagirker, mêtinger, he hêzên serdest û desthilatdar û hevkar û maşikên wan ku xwexweda’yên serdemeke wiha kujer, derewîn, sextekar, xapînok, hezarrû a ku em re dibêjin serdema hovkapîtal û hovmodern/hovnûjen dibinin û her cureyêdecalî’ û ‘celadi’yê dikin gotina xwe hem rasterast nebêjin û hem di tenûra jiyanê de bi agirê şoreşa kurdewar a xwebûnî û gerdûnî nepêjin, herwisa her kêliyê û di her qadake jiyanê de, lipêşberî heval û hogir û hoz û doza xwe rast-e-rast tevnegerin, hest û niyet ramanên me çi bin bila bibin- em ê nikaribin bi ser bikevin û xwe bigihînin xwebûneke azad; berevajî em bixwazin nexwazin jî em ê her roja ku diçe zêdetir têk biçin û bibin sedema xwebûnkujiya xwe ya xwetuneker, ku ji kujeriyê dijwartir û bêbextir kujerî nîn e li ser rûyê vê gerdûnê. Belê; heta ku em rasterast nebêjin û rast nepêjin, em ê nikaribin serbest û azad bijîn

Xwebûn Hebûna ‘ME’ ye

Û madem ku me behsa xwebûneke azad kir em çend hevokan derbarê rojnameya xwe Xwebûnê parve bikin.

Berî her tiştî Xwebûn qadeke bingehîn a xwenasîn û xwezanînê ya rasterast e

Xwebûn, li esmanê demê ku dîrokê di nava xwe de dihewîne li gor rewş û rastiya xweroja heqîqetê hiltîne û ji malzaroka jiyanê ya ku niha li dijî şûr û xencerênmodernîteyeke hovbi giyanê rûmetê li berxwe dide û bi giyanê azadiyê serî hildide û radipere,rastiyan diwelidîne

Xwebûn awêneya hebûna azadiya welat e, ji bo jiyaneke birûmet xelat e, nav û nîşaneke rizgarî û felat e…

Xwebûn nav û nişana Kurdistan, xweza, jin, ciwan, civak, xweza, wêje, çand û hunera azad e ya kurdî û kurdewar e, xwebûnî û gerdûni ye. Xwebûn deng û rengê we/me ye… Gelek zêdetir û wêdetir

Madem ku rastî ev e, em ê ji niha ve, di quncikê xwe ku em wekqada rasterasti’yê ya xwe-bûnêpênase dikin de, bi armanca ku em ji bo herikîn û pêldana deryaya xwebûn û gerdûna azad a bêserî û binî bibin dilopek/çipikek, heta ku derfetên me rê bidin em ê, li ser bingeha rasteqîniya xwe’/me ya xwebûnî û gerdûnî, bi mijarên cur bi cur, tenê ne bigotin, fikr û ramanên xwe, bi hest û helwesta xwe jî rasterast bi hev re bin û wek erk û berpirsyariyeke mirovî, wijdanî, xwezayî, sincî, jiyanî, civakî, rewşenbîrî û entelektûelî, li dijî çerxa serdema hovû hemû diran û diranokên , ji bo serkeftina rasteqîniyê di nava têkoşînê de bin.

Li ser bingehê, em ê derbarê gelek mijarên cur bicur ên ku jiyan, civak, welat, cihan, xweza û gerdûname, û her tiştê ku bi me û wan ve têkildar de, hest û ramanên xwe, bêyî ku guh bidinsînorên rastîkuj, rasterast bi we re parve bikin û helwesta xwe diyar bikin. Bêguman em ê yekê bi zanebûna hay jê hebûna armancên xwe yên xwebûnî û gerdûnî pêk bînin; baş bizanin û bidin zanîn ku em çi, çawa, ji bo , ji ber çi dibêjin/dihonin/saz dikin

Bi van hest û ramanan, ji dil û giyanekî rasterast û rastîrês merheba!..

 

*Ev nivîs di rojnameyaXwebûn’ê de hatiye weşandin

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *