Mîna Qazî Xanim (1908-1998) – Jîn ARYEN

***

Wê rojê ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cuda mêvan û pêşengên gelê kurd ji bo îlankirina komarê hatibûn û li Qada Çarçirayê kom bûbûn.

Mîna Xanim piştî pêşwazîkirina mêvanan xeftaneke nîgarî girt ser milê xwe, desmala xwe ya spî jî da serê xwe û li ber şibakeyê, coş û kelecana ku ji qadê bilind dibû temaşe kir.

Gel di vê roja dîrokî de tevî zar û zêç, heval û hogirên xwe li Qada Çarçirayê bi hêviyeke bêhempa û ji dil û can li benda axaftina Pêşewa Qazî Mihemed bû. Mîna Xanim herçiqas dil kiribû ku biçe qadê û vê roja dîrokî ligel Qazî Mihemed û bi gelê xwe re pêşwazî bike jî berpirsyariyên wê yên malmeziniyê û peywira wê ya pêşengî û pêşwaziyê rê nedabû vê yekê û wê her tim wek ku hesretek di kûrahiya dilê wê de mabe behsa wan rojan dikir.

Mîna Xanim di sala 1987an de di hevpeyvînek xwe de roja îlankirina Komara Kurd a Mahabadê bi van gotinan dianîzimên:    

Wê roja ku komar hatiye îlankirin, li gel xelkê ku li qada Çarçirayê kom bûbûn, ji Kurdistana Iraqê Mele Mistefa Barzanî, Îzed Evdilezîz, Mustafa Xoşnav, Mîr Hec; ji Kurdistana Tirkiyeyê wek nûner kesek, ji Kurdistana Suriyeyê Qedrî Cemîl Paşa û serkêşên din ên siyasî amade bûn. Heyf û mixabin, ji ber ku nedihiştin ji cihê lê rûdinişt biçe cihekî din, Ihsan Nûrî Paşa ji bo vê roja biheybet û dîrokî nikarîbû bê Mehabadê.

Ez wê demê seroka Yekîtiya Jinên Kurd bûm. Jinên ku ji Mehabad û ji herêmên Kurdistanê yên din hatibûn jî li Çarçirayê kom bûbûn. Şehîd Qazî Mihemed, ala Kurdistanê li gel sirûda Ey Raqîb’ hilda jor û wiha bang li gel kir: 

‘Gelê min ê leheng û rêzdar! Ez dizanim ku di dawiya derketina ser vî textî de, çûna sêpêyên darvekirinê jî heye. ”

Wisa jî çêbû;  Qazî Mihemed, salek paşê li qada ku ev axaftina dîrokî kirî, di sêpêyên darvekirinê de dê bihata şehîdkirin. 

***

Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e. 

Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin.

Hevjînê dayika Mîna Xanimê yê pêşîn, piştî ku jiyana xwe ji dest dide, dayika wê bi neviyê mamê Qazî Mihemed re dizewice. Ji ber wê di navbera her du malbatan de têkiliyên mirovantiyê jî hene. Nasîna Mîna Xanimê ya bi Qazî Mihemed re encama vê yekê ye. Herdu malbat jî, li Kurdistanê tên nasîn û di nava gel de xwedî nirx û rêzdar in.

Herçiqas Mîna Xanim ji binemaleke xuyanî be jî, wê jî qedera gelek jinên kurd  jiyaye. Malbata Mîna Xanimê wek malbatên din keçikên xwe nedişandin dibistanê. Ji ber vê, xwendin û nivîsîna wê tune bû. Lê belê, Mîna Xanim piştî Komara Mehabadê ava bû wek berpirsyariyek dît ku hînî xwendin û nivîsînê jî bibe. Herwiha di vê mijarê de ji jinên din re jî dibe mînak û ji wan re pêşengiyê dike. Mîna Xanim ji alîyê zimên de jî pêşketî bû û li gel zaravayê soranî ya kurdî, ezerîkî û farisî jî dizanî. Wê wek jineke kurd, di qonaxeke girîng a dîrokî de, bi biryardarî û wêrektiyeke mezin bar û berpirsyariya Komarê jî  hildabû ser milê xwe. 

Mîna Xanim, piştî avabûna Komara Mehabadê, ji bo pêşketin û mezinbûna komarê jî gelek hewl û ked daye. Ew di ferqa pêvajoya dîrokî ya ku tê de dijîn de bû û di wê zanebûnê de bû ku hewcedariya gelê kurd bi xwerêvebirineke azad heye. Bi vê bîr, bawerî û daxwazê, li gel 8 zarokên xwe, heta dawiya temenê xwe her tim di nava têkoşîne de bû. 

***

Mîna Xanim diyar dike ku, piştî avabûna Komara Mehabadê daxwaz û hêza wê ya tevlîbûna xebatan pêşdetir bûye.  Ew vê rewşê bi van gotinan bi lêv dike:

“Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tunebû ez pir bi xwe ne bawer bûm ku tevlî xebatan bibim û pêşengiyê bikim. Lê belê, coş û kelecana avabûna Komarê û fikra Kurdistana azad hêz û cesaret dida min. Herwiha Qazî Mihemed jî her tim bi gotinên xwe hêz dida min û cesareta min xurtir dikir. Ez bi vê bawerî û kelecana wî serbilind bûm. Lewre, em li ser hemû mijaran bi hev dişêwirîn. Ew jî di hemû biryar û kirinên xwe de her tim bi min dişêwirî û qedr û qiymet dida fikrên min. Di têkîliya me de rêhevaltî her tim li pêş bû.”  

Mîna Xanimê, ji bo ku ji jinan re bibe mînak, pêşiyê bi xwe xwendiye û nivîsîn hîn bûye, paşî jin jî di vê mijarê de teşwîq kirine û cesaret daye wan. Di heman demê de ji bo ku pirsgirêkên mirovên feqîr û hejar çareser bike ketiye nava hewldaneke taybet û kedeke mezin daye. Mîna Qazî, bi bîr, bawerî, xîret, biryardarî û vîndariya xwe ya berxwedanê, bi nêzîkatî û sekna xwe jî di têkoşîna jinan de cihekî girîng digire. Ew ji bo xebat û têkoşîna xwe bi awayekî hêrêxistinkirî bimeşîne, di 14ê adara 1946an de ‘Yekîtî Afretanî Kurdîstan’, anku ‘Yekîtiya Jinên Kurdistanê’ ava dike. Ev rêxistina jinan, li Mehabadê, piştî civîneke ku li mala wê hatiye lidarxistin hatibû îlankirin. Mîna Xanim di vê civînê de wek serok hatiye hilbijartin û di civînê de ji bo jinan û ji bo mezinbûna Komara Mehabadê hinek biryar jî hatibûn girtin. 

Li gor vê:

-Jinên kurd ji bo xwendin û nivîsînê dê bên teşwîqkirin.

-Xebatên çapemeniyê dê bên meşandin.

-Ji bo Komara Kurd a Mehabadê dê barbû, anku aîdat bên berhevkirin.

– Herwiha dê xwedî li malbatên ku ji zilma rejîma Iraqê reviyane û hatine Mehabadê bê derketin. 

Rêxistina Yekîtiyê, li gel van biryaran hem ji bo perwerdehî û pêşketina jinan, hem jî ji bo ku wan tevlî jiyana civakî û siyasî bike xebat meşandiye. Di heman demê de, di dibistanên ku li Mehabadê hatibûn vekirin de ji zarokên keç re perwerdehiya kurdî  hatiye dayîn. 

Li Îran û Kurdistanê rewşa ku jin tê de bûn mixabin baş nebû. Jin xwedî biryarên jiyana xwe nebûn. Çarenûsa wan bi tevahî li gor biryarên mêrên malê bû. Jixwe, ji ber wê, gelek ji wan an li bin navê qelen dihatin firotin, an wek berdêl bi hev dihatin guherandin, an jî wek hewî dibûn jina duyem an sêyem û dibûn xidamên mêran…

Mîna Xanim, ji ber vê rewşa jinê gelek diêşiya û diket nava xemgîniyeke mezin. Ji bo ku li Mehabadê ev rewşa dilşewat biguherîne gelek hewl dida, diket nava lêgerîn û riyên çareseriyê. Ji ber wê, her tim guh dida pirsgirêkên jinan, ji bo çareseriyê hêz û piştgirî dida wan. 

Yekîtîya Jinên Kurdîstanê, di dema xwe de ji bo jinan destpêkek bû. Jinên Rojhilat, cara yekem bû rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe pêk dianîn. Di encama van xebatan de, gelek jin di warê civakî û siyasî de tevlî xebatan dibûn, heta ji bo ku bibin pêşmerge hevjînên xwe teşwîq dikirin, ew bi cesaret dikirin. Vê sekna jinan, bandoreke erênî li mêran jî dikir ku tevlî pêşmergeyên Komara Mehabadê bibin. Jinan jî li bin sîwana vê yekîtiyê pirsgirêkên xwe nîqaş dikirin, rê û rêbazên nû yên çareseriyê bi pêş dixistin; dibûn xwedî vîn, xwedî biryar û hêzeke mezin.

Mîna Xanim her tim behsa  têkiliyên xwe yên bi jinan re jî dike û dibêje ku di navbera wan û jinan de têkiliyeke gelek germ û pêşketî hebûye. Mijarên wek perwerdekirina zarokan, hînbûna xwendin û nivîsînê ya jinan, xwarin û cil û bergên pêşmergeyan her tim dihat nîqaşkirin. Herwiha ew, di xebatên rêxistinkirin û propagandayê de jî gelek bi serkeftî bû. Mîna Qazî, piştî hilweşîna Komarê jî, bi awayekî veşartî be jî, wisa kiribû ku rêxistina Yekîtiya Jinan xebatên xwe demek dirêj bidomîne.

Mîna Xanim gelek dixwest ku jin di her qadê de, bi awayekî pêşeng û çalak tevlî têkoşînê bibin. Piştî salên dirêj di hevpeyvîneke xwe ya ku di sala 1994 an de dabû nivîskar Kakşar Oremar behsa vê mijarê dike û daxwaza dilê xwe dide der:

“Min pir dixwest ku jinên Rojhilat jî tevlî pêşmerge bûbûna ûmêr û jin bi hev re ji bo azadiya xwe şer bikirana. Dema min cara ewil jina pêşmerge ya bi navê Margarît bihîst, ez pir kêfxweş û bi hestyar bûm. Xwezî ew derfetên me yê pêşxistina şerê azadiyê hebûna. Niha jî li Bakurê Kurdîstanê jin û mêr bi hev re di hemû qadên berxwedanê de têdikoşin. Ev hêviyek pir mezin dide min. Ez bextewar im ku êdî şopînerên doza me hene. Kurd êdî  şîyar bûne û daxwaza azadiya xwe dikin.’’      

***

Mîna Xanim ji ber têkoşîna xwe gelek caran ji aliyê pergala Îranê ve hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyan hatiye. Ew binçavkirina xwe ya herî dawiyê ya di sala 1986an de pêk hatiye wiha vedibêje:

“Di vê rewşa min a temendirêj de jî gelek îşkence û heqaret li min hatin kirin. Ji min re digotin: ‘Ger ji malbata we û hevjînê te Mihemed Qazî nebûya kurd li serê Îranê nedibûn bela.’ Feraseta wan evqas bû û mixabin haya wan ji dîroka kurdan tune bû.”   

***

Mîna Xanim, 17ê berfanbara 1946an, dema ku Mehabad ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye dagirkirin û piştî hingê jî li gel hemû êrîşên rejîma Îranê ji Mehabadê  derneketiye. Dema ku Qazî Mihemed 3 mehan di zindanê de bû, ew tu car tenê nehişt û têkoşîna xwe domand.

Wê ji bo ku Qazi Mihemed ji darvekirinê xelas bike gelek hewl da; lêbelê, derdora wê ya nêzîk jî tê de, ji tu kesan piştgiriya ku dixwest nedît. Bayekî mezin ê tirsê hatibû rakirin û tu kesan nediwêrî xwe nêzî malbata Qazî bikin. Gel di bin dorpêçkirina rejîma Îranê de ji ber ku xwedî rêxistineke bihêz nebû nikaribû helwesteke xurt deyne û pergala xwe biparêze. Îxaneta navxweyî jî rê li ber têkoşîneke pêşketî digirt û nedihişt berxwedaneke hevpar a giştî derkeve pêş. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din ên navxweyî û navneteweyîroka bêyom a kurdan careke din xwe dubara dikir û rûyê xwe ji kurdan dida aliyekî din

Mîna Xanim dîsa jî bi hemû hêza xwe heta dawiyê ber xwe dida lê tevî hemû hewldanên xwe, nikaribû Qazî Mihemed ji darvekirinê rizgar bike û yekîtiya kurdan ku xeyala wê û Qazî Mihemed bû pêk bîne.

Mîna Xanim, zor û zehmetiyên ku wê demê kişandine û gazincên xwe bi van gotinên helbestvan Hemîn xulase dikir

“ Ew ji bo gelê kurd Gandî bû, lêbelê gelê kurd nikarî ji bo wî bibe Hind.

Dîsa jî, bawerî û hêviya Mîna Xanimê her tim zindî maye. Tenê daxwazek wê hebû û digot:

‘’Bila kurd yekîtiya xwe pêk bînin”.

***

Mîna Xanim, di 17ê sibata 1998an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dide. Heta wê kêliyê jî, ji bo bidestxistina azadî û yekîtiya gelê xwe xebitiye û têkoşîna xwe bênavber meşandiye. 

Mîna Qazî ji bo pêkhatina ev hêvî û xeyalên xwe û yê Qazî Mihemed  heta dawiya emrê xwe têkoşîna xwe pêş ve bir û pêşengiya doza gelekî bindest kir. Mîna Qazî di heman demê de têkoşîna yekîtiya jinan jî da meşandin û mîrateyek hêja hîşt ji dîrokê re û ji dîroka jinê bindest re. Ji ber vê yekê gelê kurd û jinên kurd nehiştin ala ku Mîna Qazî û Pêşewa Qazî Mihemed rakiribûn bikeve erdê.

***  

Mîna Qazî û Mihemed Qazî lehengên serdema xwe bûn û ji bo gelek lehengên li pey wan hatibûn bûne çavkanî. Giyanê wan şad e, lewra ew di dil û têkoşîna her kurd û mirovên azadîxwaz de dijîn û dê her bijîn…

Çavkanî:

Kakşar OREMAR / Yadîgarên Komara Kurdîstan a Sala 1946an -1 Stenbol 2019, Weşanên Sîtavê
Kadrî YILDIRIM / Kürt Kadını – Stenbol, 2021 Avesta Yayınları
JINHA, Tarîh Sahnesinde Kürt Kadınlarının Dîrenen Yüzü –26 Aralık 2015
http://kovarabir.com Rojnameya Kurdistan Press

*Vê nivîsê diyarî serhildana Rojhilata Kurdistanê û Jîna Aminî dikim. Giyanê Mîna Qazî û Mihemed Qazî îro li Rojhilata Kurdistanê careke din zindî dibe

Nîşe: Ev nîvîs di rojnameya ‘Xwebûn’ê de hatiye weşandin. 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *