Mîna Qazî Xanim (1908-1998) – Jîn ARYEN

*** Wê rojê ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cuda mêvan û pêşengên gelê kurd ji bo îlankirina komarê hatibûn û li Qada Çarçirayê kom bûbûn. Mîna Xanim piştî pêşwazîkirina mêvanan xeftaneke nîgarî girt ser milê xwe, desmala xwe ya spî jî da serê xwe û li ber şibakeyê, coş û kelecana ku ji qadê bilind dibû temaşe kir. Gel di vê roja dîrokî de tevî zar û zêç, heval û hogirên xwe li Qada Çarçirayê bi hêviyeke bêhempa û ji dil û can li benda axaftina Pêşewa Qazî Mihemed bû. Mîna Xanim herçiqas dil kiribû ku biçe qadê û Hemûyê bibînê…