Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji bo raya giştî!

Ji bo raya giştî! Wekî di rojevê de tê şopandin, Dewleta Turkiyeyê bi hemî hêz, çek, çeteyên alîgir û dewletên dagirker ên Kurdistanê, bi awayekî koordîneyî û bêyî ku ti sînorên mirovatiyê nas bike, êrîşî destkeftîyên Kurdan û gelên Kurdistanî dike. Rêveberiya Erdogan û Bahçelî, serê pêşîn êrîşî baxçeyên zarokan (kreş) ên bi zimanê zikmakî û dibistanên Kurdî kirin û deriyên hemî baxçeyên zarokan, rojname, kovar û saziyên çandî girtin. Pişt re hemî hilbijartiyên Kurd ên temsîlkarên îrada gelê Kurd avêtin zindanan û diktatoriya xwe nîşanî hemî cîhanê dan. Herî dawî jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin ji Hemûyê bibînê…