Belkî-Mizgîn Ronak

Mizgîn Ronak

“Heyat belkiyek e, belkî”

Min gelek sal berê di helbesteke xwe ya ku di dîwana min a ewil Sêv Jî Me Dikujin(Belkî) de çap bû de wiha gotiye: “Bes belkî…tiştek, rewşeke bêdawî ye û tim ligel me ye.Di gelek helbestên min de derbas dibe belkî, di gelek nivîsên min de. Belkî ji her tiştî pirtir belkî…

Îja niha di vê îlona ecêb de belkî, weke xeyalateke dost û rûgeş digere. Carinan jî weke xeyaleke bifikar li dor û berê me diçe û tê. Piyase dike.

Belkî van rojan bi rastî jî bibin despêka heyama serweriya kurdan. Belkî tu xewnereşka me ya dîrokî û rojevî êdî xwe dubare neke. Belkî di nava vê payîzê de pîvok her derê bidin ber xwe û bihara pîvokan were. Pîvok, qasid û kulîlkên payîzê. Pîvok, belkiyên me yên bi şîfre. Şîfreyên ku kes bersiva wan nizane.

Belkî her serwer e. War û welatê îhtîmalên xweş. Xeyalata me ya rûgeş.

Belkî sibê vê wextê em, ne em bin. Belkî îro roja me ya dawîn be. Belkî axîna me ya dawîn hinek berê hat kêşan û çû. Belkî sala hatî îro em, êdî ne em ên li vê gerdûnê bin. Belkî planeta me îşev bibe zereyek toz li vê gerdûna bêdawî. Belkî hinek paşê her tişt biqede. Belkî îşev her tişt ji nû ve dest pê bike.

Belkî.

Belkî pisîkên çîrokan îşev bên xewna me. Belkî kilama ku em herî pir jê hez dikin êdî ji guhê me dernekeve. Belkî pelên vê payîzê li dora serê me bibin bablîsokeke hogir û dilê me geş bikin.

Belkî.

Belkî êdî gur û rovî nikaribin çarenûsa me binivîsînin. Belkî roj êdî bi rastî jî roj û şev jî bi rastî jî şev bin. Belkî çar demsal êdî bibin çar dilşadî û kilamên xwe li welatê me jî bêjin û sûretê xwe ji ser rûyê dîwarên wî jî kêm nekin. Belkî pênc tiliyên me jî êdî karibin li pênc tembûrên jiyanê bidin û mirina ku li welatê me kirin ebedî ji welatê me biqewirînin.

Belkî.

Belkî ez van paragrafên bêbask qet nenivîsînim û bi paragrafên dilgeş re bibim bafirok û bi hewa bikevim. Belkî siya zîndan û kelemçeyan û destanên li sêdaran êdî nema karibe li ser axa me ji xwe re cîh bibîne. Belkî zimanê me êdî ji ber tekraran di devê me de weke jehriyê tehl nebe gelek caran weke mar bi xwediyên xwe ve nede.

Belkî.

Heyat belkiyek e, belkî. Ev gotin jî. Ev jiyan, ev kêlî, ev êvar jî. Di gerîneka wê belkiyê de dilopek ava nebûnê ne em, belkî. Belkî jî dillêdana hebûnê ne em. Dillêdana pak a dawî. Dillêdana welatê me ya hem pak hem jî dawî.

Her tişt belkiyek e, belkî. Tevî rengan tev li hev dike, tev îhtîmalan bera ser canê hev dide, tev nakokiyan bi hev dide kuştin. Her tişt belkiyeke nebixêr e, belkî. Hezar sal in ku nahêle başî, xweşî û azadî bi me û gerdûna me re bighîje mirazê xwe. Bes em ji belkiyê nexeyîdin, xwe aciz jî nekin. Sûc ne sûcê wê ye. Belkî vê belkiya me ya ebedî dixwest ku tenê belkiyên xweşî û geşiyê pêk bihatana û axa me nebûya axa rondikên bilbilan. Belkî. Ax. Belkî.

Mixabin min helbesta xwe ya ku bû sedema vê gotarê nedît. Xûyaye min dîwan jî tev li hev kirine, di duduyan de tune bû. Lewma jî ji cihê wê ev yeka ji Diloviyê li jêr dinivîsînim.

BI HEV RE BÛN

Lingên xwe dan hev

Ji bo ku ji mayînan derbas bibin

Destên xwe dan hev

Ji bo ku ji şevê derbas bibin

Xwe li nava stiriyan gevizandin

Ji bo ku jana can bikeve pêşiya jana dil

Ji bo ku serê wan hinek xweş be

Lingên xwe dan hev

Ji bo ku ji mayînan derbas bin

Peyv şirîn bûn li ser lêvên wan!

Mizgîn Ronak

20.01.2010

Girtîgeha Çewligê

Parveke