Çîroka temenê mirov derbasbûna di navbera zanîn û nezanînê de ye. Bi navekî din xavbûn û xwebûn. Meriv çiqasî zêde hîn dibe, tiştên nû kifş dike, dikeve ferqê ku bê çiqasî tiştên nizanê û kişfnekirî hene. Lewre zanîn, berê meriv dide zanîneke din. Ango ku meriv gihişte wê tehma xweşiyê êdî rêwiyê zanînê ye. Lewre her zanîn riyeke din li ber meriv vedike û hîn rê xelas nebûyî, mereqa dawîbûna rê zixtik dide mêjî.
Einstein dibêje: ”Ku me bikaribûya raza yek sêlakê veçirandana, em ê fêrî hemû raza gerdûnê bibûna…” Îca ku meriv tiştek hîn bû, li pişta tişta hînbûyî digere. Lewre her hînbûn ji hînbûneke din peyda bûye. Ji wê ye civak û kesên berê xwe dane zanistê, tim gavekê li pêş in. Meriv ji her tiştî hîn dibe, bes meriv ji hînbûnê re vekirî be, ji ber bireve û tirsa nava xwe bikuje.
Di zanînê de zanist ronak e lêbelê ew jî xwedî sînorekî ye. Rê nîşan dide, raza hin tiştan mirov fêr dibe. Tişta beraqil û dijaqil êdî dimîne li ser mirov. Lewre hin tişt di nava civakê de hatine rûniştandin, hewce nake ku yek bibêje ew çewt e, mirov tenê bi wêrekî lê bınere, çewtiya wê dê bibêje ez va me!
Her gotin ne zanîn e. Gelek mirov rojane pir tiştan dibêjin, li deverına rast jî dibêjin, bes çewtıya wê rastiyê dikin. Çima? Çimaya wê beli ye, gotin li gel wan ne zanîn e, ji ber ku ne di ferqa naveroka wê gotinê de ye û ew gotin li gel wî nebûye zanîn. Ew merıvên xeşîm in lê ji xwe bê hay.
Dermanê zanînê; xwendin, guhdarkirin, lêgrîn û hayjixwebûn e… Merivê di haya hebûna xwe û civaka xwe de be li ku bibe bila bıbe, dê tim xwe bijî, yên ku ne di ferqa xwe de bin, dê hinekî din bijîn û zû ji çanda xwe dûr bikevin. Lewre nejiyana xweyî mirov biyanî dike. (ev hevok nayê fêmkirin ji nivîskar bipirse ku wateya wê çi ye) ji wê ye her civaka xwenas li çand, huner û hemû kevneşopiyên xwe, xwedî derdikeve, ji ber ku ew zanîn hebûna wan e.
Di vê hêlê de wekî civak em pirr kêm dimînin.Raste em di tofanên mezin re derbas bûn,ziman hate qedexe kirin,li çand,hûnera me qedexe hatin danîn,tu gelî wekî me ev zim û zor nedît.ev hemû rast e,lê li gel vê jî di serî de dayîkên me,duv re çend merivên Kurdîhez,tim di têkoşîna ziman,çand û hunera xwe de bûn.Ligel hemû pêkutî û satengiyan jî ev tekoşîn nesekinî.
Bi destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdîstanê re, lixwevegerîn, li çand û hunera xwe xwedîderketin, gihiştibe astekê jî, mixabin ne bes e û hîn ji ziman, çand, wêje û hunera xwe dûrketin û li yên ku lê xwedî derdikevin, nexwedîderketin heye. Lê belê em weke gel li ziman, çand, huner, hemû kevneşopî û yên ku di vê hêlê de kedê didin xwedî debikevin, wê demê destkeftî wê mayînde bibin û tekoşîna hatî dayîn di dil û mêlakan de cih bigire.
Ez hîn xortekî ciwan, nû ditilmizîm. Li Stenbolê li deverekê dixebitîm. Karmenda me yeke jin bû, rojekê hat turikê wê tije pirtûk bû, min jî mereq kir bê ew pirtûk yên kê ne. Bi wê meraqê min lê nerî, ew turik hemû heman pirtûka Yaşar Kemal bû. Meraqa min zêde bû û min jê pirsî bê çima ew qas pirtûk kirîne. Dema min jê pirsî, bişirî û got: ”Rewşa min baş e, yên ku nikarin vê pirtûkê bistînin hene, ez ê bidim wan. Lê mesele tenê ne ev e ku em pirtûkên Yaşar kemal nekirin û nexwînin, Yaşar Kemal wê çawa binivîse, ku nenivîse, wêjeya tirkî wê çawa bi pêş bikeve. Ne ku ez ji Yaşar Kemal hez dikim van pirtûkan distînim, ji bo ku ez ji welatê xwe hez dikim û Yaşar Kemal bi nivîsandina xwe welatê min temsîl dike û ji bona hîn zêdetir binivîse van pirtuka distînim…”
Wê demê min tu wate nedabû wan gotinan. Îca niha dema ew roj tê bîra min dibêjim, xwezî em kurd gihiştibûna vê zanînê û em jî li kedkarên ziman, çand, huner, wêje û hemû kevneşopîparêzên xwe xwedî derbiketana. Da giyana hemû cangoriyên Kurdîstanê şad bibûya. Lewre ev xeyala wan bû.
Osman KAPAN
