ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN-War BOTAN

Texta cihgir

Ger nirxandina giranbihabûna tiştên jiyanî bê kirin, dê di vê pîvanê de çand di rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê yên çandî pêk hatine. Her çi qas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin jî, di serê de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje: ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna (bîr) civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, bi ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddî (hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt afirandin, rêbazên veşartin û veguherîna xwarinê, têkilî, parastin, bawermendî û hemû amûrên spehîbûnê) tîne zimêm.’’ Bi kurtasî mirov dikare çandê weke, di afirandin û teşeya afirandinê de hemî destxistiyên sazîbûn û watedarkirina civakê pênase bike.

Derbarê girîngiya çandê ya di gelbûn, netewbûn û têkiliyên wan de J.Delaros dibêje, ‘’Şerên di demên pêş de, ji bilî bandora aborî û birdozî dê bi bandora çandan bên lidarxistin.’’ Nêrinên zanistan û pêşketinên li cîhanê (tixûbên bêwate, têkiliyên girêdayî berjewendiyan, taktîkên alîguhertinên demildest, teknolojî,…hwd) dide xuyakirin ku dê êdî di pîvanên qetbûn û yekbûnan de çandên gelan diyarker be.

Erdnîgarî û Çand

Li gorî şert û mercên demsalên erdnîgariya beşa Bakûr ya cîhanê: Başûr, germ û zuha ye û Bakûr jî bi sir û seqem e. Erdnîgariya ku di navbera seqem û germahiya zêde de maye ji jiyînê re erdnîgariya herî guncaw e. Rojhilata Navîn jî erdnîgariya di vê navberê de dimîne ye. Lewra di warê jiyanî de cihê herî guncaw e. Ev avantajî di afirandina çandeke pêşketî de bûye sedemeke diyarker û girîng. Her wiha ji ber ku cihwarekî navendî ye,  xwediyê wê avantajê ye ku kariye têkilî/ danûstandin bi gelên xwedî çandên cuda re jî bike .  Girêdayî vê destpêka civakîbûna çanda dewlemend jî  li Kurdistanê, li derdora rêzeçiyayên Zagrosan pêk hatiye.  Navê xwe “Kevana Zêrîn jî “ ji ber vê guncawiya jiyînê girtiye. Her çi qas vê dewlemendiya xwezayî ev erdnîgarî kiribe îstasyona gelên koçber jî, Proto-Kurdên (Arî) ne koçber, niştecihên vê erdnîgariyê ne. Cihê Rojhilata Navîn a navendî û dewlemendiya erdnîgariya wê, gelek caran di dîrokê de bûye sedema erîşên gel û komên cuda. Kurdên ku bi van êrîşan re  rû bi rû mane , her tim xwe spartine çiyan. Bi zêdebûna hejmara êrîşan re Kurd piranî li çiyayan bûne niştecih. Hebûna xwe, bi xwespartina çiyan xwe parastîne û xwe wekî qewmeke çiyayî dihesibînin.

Ev yek jî bûye çandeke Kurdistanî. Her wisa bi vê spartinê çanda bajaran gelek neketiye di nav kurdan de. Kevneşopiya qebîletî û eşîrtiyê jî bi vê yekê parastiye. Ev çand di piraniya dîrokê de bûye çanda kurdan a bîngehîn û forma xwe ya çandî bi vî awayî girtîne. Dîsa jî ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de li himber van êrîşên dagirkeran, her tim şerê hebûn û tûnebûnê dane, çanda Kurdan a berxwedêrî û serhildêriyê ye jî, bi van têkoşînan li hember êrîşan teşe girtiye. Bi herikîna demê re ev berxwedêrî ketiye nav qalibê çanda eşîrtiyê û heta roja me ya îro jî ev çand di asteke xurt de tê jiyîn.

 

Bandora Olî/Dînî a li ser Çanda Kurdan

 

Şopdarê baweriya xwedavendî, çanda Zerdeştî (xwezaparêzî, ehlaq û dualîstiyê esas digire) di pêkhatina çanda kurdan de roleke mezin girtiye ser xwe. Baweriya zerdeştî, pêşiyê baweriya totemîk derbas kiriye û pêşiya baweriyên ehlaqî û têgehî vekiriye (B.Z.VI.). Di rastiyê de ev yek, şoreşeke mezin a ku dîrok li ser nesekinîye. Piştî serweriya Medan di dema deshilatdariya Med û Persan de bi dek û dolabên Persan ev çanda qedîm hatiye bêqedirkirin û çanda zerdeştî paşve hatiye hiştin. Her wisa saya kurdên li himber êrîşan xwe spartin çiyan – taybetî kurdên Elewî û Êzidî- taybetmendiyên xwe yên otantîkî-  bi gelemperî parastine.

Bi riya tesewûf û terîqêtan Kurdên ku di deştan de dijiyan jî çanda olî hatiye parastin. Van terîqetan ji xwe re qalikek yê parastinê çêkirine, lê belê di nava xwe de jî çanda xwe dane jiyîn. Tespîtên zanistî ên derbarê ve mijarê de gelek watedar in. ‘’ Tesewûf û terîqatên nebûyîn amûrên deshilatdariyê, ji kurdan re rola parastina rewa û cewherî pêk anîne.’’

Komara Tirkiyê û Bişaftina Çanda Kurdan

Li her çar beşên Kurdistanê hewldana tunekirina çanda kurdan bi rêbazên qirêj tê meşandin. Dewletên Iraq û Sûriyeyê dixwazin kurdan di nav çanda Ereban de, Îran dixwaze di nav ya farisan de û ya tirk jî dixwaze çanda kurdan di nav çanda Tirkîtiyê de bihelînin.

Ger çandeke ji xwezahiya ku jê afirî ye dûr ketibe, wê demê bi xetereya helandinê, guhertin û bişaftinê re rû bi rû dimîne. Mînakên vê yekê di dîroka cîhanê de pir in. Çermesorên niştecihên DYE, Bedewiyên Ereban, Tirkmenên Tirkan, Kurmancên Kurdan hwd. Minakên berbiçav ên gelên hatine/tên bişaftin in. Di nav van mînakan de gelê herî balkêş gelê Kurd e. Gelekî din mîna kurdan bi gelheyeke ev qas zêde û li ser erdnîgariya xwe bê/tê tunehesibandin nîn e.

Bi şewitandin û valakirina gundan xwestin kurdan di nava çanda bajarbûnê de bihelînin û tune bikin. Ev bişaftin gihaştiye wê astê ku kurd bi xwe hebûn û tunebûna xwe di nava xwe de bikin meseleya nîqaşê. Gava mirov berê xwe dide rewşê, ev rewş heta sala 2000’ê gihaştiye asteke geleke pêşketî  Bi avakirina saziyên çand û hunerê û xebatên kifşkirina rastiyan, pêşiya vê bişaftina madî-menewî  heta derekê rawestandiye. Bi van xebatan çanda kurdan bi giştî derneketî be holê jî hişmendiya kifşkirinê ya rastiya çanda Kurdewarî  pêş dikeve. Bi taybetî bi xebatên saziyên çand û hunerê çanda kurdan a daringî gihaştiye astekî ne xirab. Her çi qas bi riya koçberkirinê welatiyên kurd hatibin ajotin û mehkûmî jiyana çanda bajarî hatibin kirin jî, bi hişmendiya çanda arişî-manevî li ber xwe dane û xwe parastine. Taybetî li Bakurê Kurdistanê, di sih salên dawî de ev parastin û pêşketinên wiha di radeyeke pêş de ne.

 

NÎŞE: Ev nivîs di çapa yekemîn a Kovara BANG de hatiye weşandin.

 

War BOTAN

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *