Mihemed Kurdî nivîskarekî ciwan e û li ser ziman û cur bi cur mijaran nivîsan dinivîse. Nivîsên wî di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derdikevin, ez bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim. Bi rastî di nivîsên wî de mijarên xwîner jê sûd wergirin gelek in, ez bawer dikim ku xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê jî weke min bi kêfxweşî dixwînin.
Herî dawî nivîseke wî ya bi navê, “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê” di malpera Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derket. Li gorî min nivîseke mijara wê nû bû. Min bi hûrgilî xwend û ji bêjinga zanînên xwe yên li ser ziman re derbas kir. Nivîs li ser rastkirina şaşiyekê sekinîbû, li gorî min ew nivîsa wî bixwe ketibû nav şaşiyekê. Ji ber ku min xwest nivîs nebe sedemê tevliheviyekê min hewce dît ku ez vê gotarê binivîsim.
Nivîsê bala min kişandibû ku şaşî di honandin û fikra dayî de heye lê ji ber ku ez jî şaşiyeke bi awayekî lezgîn nekim min ji nivîskarê gotarê Mihemed Kurdî bi riya maîlê pirsî ku ev mijar xwe dispêre kîjan çawkaniyê, mijar ji aliyê kîjan zimanzanî/zimanzanan ve hatiye ravekirin û îdîakirin? Bersiva birêz Mihemed Kurdî wiha bû, “Min sala 2020’an li komeleya Med-Der’ê perwerdehiya kurmancî dît, mamosteyên wê demê em hînî vê babetê kirin. Hîna hîndekarên ku Med-Derê dane min li ber destên min. Ji bilî wê jî min bi xwe jî li ser babetê lêkolîn kirin û min li zimanzanekî jî pirsiyar kir. Di dumahîkê de min ligel nêrîn û şîroveyên xwe ev nivîs nivisî.”
Bersiva nivîskar Mihemed Kurdî têr nekir ku ez li ser mijarê qanî bibim lê ji bo ku şaşiyekê nekim min rêzimanên li ber destên min hene ya Samî Tan û Bahoz Baran nihêrî. Ev mijara ku Mihemed Kurdî hildaye dest di her duyan de tune bû. Jixwe zanînên min ên kesên li ser rêzimana kurmancî nivîsîne yên ne li ber destên min jî weke wan vê mijarê nagirin dest. Piştî vê agahiyê ez ê li ser mijarê nêrîn û zanînên xwe diyar bikim.
Li gorî rêzimana kurdî-kurmancî rengdêreke bi navê rengdêrên namdariyê tune ye. Mînakên ji bo rengdêrên namdariyê hatine dayîn rengdêrên wesfandin-çawaniyê ne: Heval Kawa, Kak Azad, Mam Serdar. Di vir de heval, kak, mam kesan diwesfînin, çawaniya wan nişan didin; wesfê Kawa çi ye, heval e, Azad kak e, Serdar mam e. Yanî ne navê wan e, çawanî û wesfê wan e. Nabin rengdêrên nam(v)dariyê. Bikaranîna teşeyê Met Zozan, Xal Şerzan, Xaltîk Hêvîdar li ziman me rûnanê, xerîb tê. Di rewşên awarte de dikarin bên bikaranîn. Weke mînak di çîrokan de yan jî zimanê çîrokî de tê dîtin; Xal Şerzan çi got negot, xwarzê bi ya wî nekir, xaltîk Hêvîdar bimire qet nemîne, nav tê da kurê xwe şande ser mêrik. Di vir de çîrokbêj an jî vebêj di navbera xwe û yê behsê jê dike de mesafekê dihêle, mebest ew e ku xwe li derveyî vegotinê bigire û çêjekê tevî vegotina xwe bike. Vebêj di heman wateyê de dikare beje, xalê Şerzan çi got negot, xwarzê bi ya wî nekir, xaltîka Hêvîdar bimire qet nemîne, nav tê da kurê xwe şande ser mêrik. Hingê vebêj bixwe dikeve nav çîrokê, çêja çîrokî kêm dibe. Ev teşe vê û teşeyên nêzikî vê de tê bikaranîn, mîna heval Kawa, kak Azad, mam Serdarberbelayî û giştî nîn e, teşeyekî awarte ye.
Li aliyê din teşeyê Şeyma Xatûn, Mirad Beg, Gulîstan Xanimli mînakên hatine dayîn nakin. Ev mînak bikaranîna di bin teşeyê tirkî de bi demê re weke rast hatine qebûlkirin lê bi teşeyê kurdiya resen nîn in. Xatûn(a) Şeyma, beg Mirad , xanim(a) Gulîstan li gorî kurdiya resen rastir e.
Niha jî em werin ser mijara girtina veqetandekê û betalbûna rengdêrê. Gelo çima gava nav veqetandekê digire ji rengdêrbûnê derdikeve? Li gorî min kê ev li ser vê bingehê ava kiribe şaş ava kiriye. Gelo çima?
Îda ev e ku gava mam Serdar, met Zozan, xal Şerzan, xaltîk Hêvîdar veqetandekê bigirin yanî wiha bibin; Mamê Serdar, Meta Zozan, Xalê Şerzan, Xaltîka Hêvîdar wê ji rengdêrbûna xwe bên şûştin. Ev hipotez ne rast e. Divê bê zanîn ku zimanê kurdî-kurmancî zimanekî şênber e. Yanî dema em bêjin mamê Serdar em qala mamê kesekî bi navê Serdar nakin. Em rasterast Serdar bi mamtiyê diwesfînin. Her wiha yên din jî. Di vir de detayek heye, divê di ber çavan neyê dûrxistin. Me got zimanê me şênber e. Gava em behsa mam, xal, xaltiya yekî/êdikin divê navê yê ku weke xal, mam, met û xaltî tê wesfandin bê dayîn. Rêgez ev e; mamê Serdar Elî, Silêman an jî Hesen. Weke xaltîka Hêvîdarê Rozerîn, meta Zozanê Şîlan, xalê Şerzan Rêzan. Gava nav neyê dayîn zimanê kurdî xal, mam, met û xaltîktiya kesekî/ê qebûl nake. Dema em bêjin mamê Serdar eger em qebûl bikin behsa mamekî Serdar tê kirin nabe, divê navê mamê Serdar (mamê Serdar Elî) bê dayîn. Hingê ew gotina mamê Serdar teqez dibe. Yanî mamekî Serdar heye navê wî Elî ye, xalekî Şerzan heye navê wî Rêzan e, xaltîkeke Hêvîdar heye navê wê Rozerîn e, meteke Zozanê heye navê wê Şîlan e.
Nîşeyekê jî lê zêde bikim û mijarê biqedînim. Teşeyê mam Serdar, kak Azad ji zaravayê soranî hatine girtin. Em baş dizanin ku di zaravayê soranî de veqetandek tune ye yan jî teşeyê wê diguhere û ev teşe bi vî awayî tê bikaranîn. Ji ber ku ji zaravayê soranî hatiye girtin û berbelayî tên bikaranîn êdî li me xerîb nayên. Em dikarin bi bîr bixin ku di zaravayê kurmancî de teşeyê heval Serdar, heval Viyan tune ye, bi awayekî misoger veqetandekê digirin, teşeyê hevalê Serdar, hevala Viyan digire. Mixabin bi bandora perwerdeya bi tirkî êdî ev awa (heval Serdar, heval Viyan ) jî tê bikaranîn û şaş e.Gava em dibêjin gula sor, xortê bejnbilind, merivê xemgînhem veqetandek heye hem jî ev rengdêr in. Eger awayê gul sor, xort bejnbilind, meriv xemgîn dest nadin bibin rengdêr gelo çima li me bê ferzkirin ku meta Zozan, xaltîka Hêvîdar, mamê Serdar ji rengdêriyê derkevin? Bi van mînakan jî diyar dibe ku mijara “Rengdêrên Namdariyé” ya ji aliyê Med-Derê, zimanzanên agahî dane Mihemed Kurdî û ew qanî kirine ku teşeyên em rast dizanin şaş in, bixwe bi pirsgirêk e û şaş e.
Em mamê Serdar, xaltîka Hêvîdar, meta Zozan, xalê Şerzan weke navê wan ê wesfandin an çawaniyê bi kar bînin tu şaştî tê de nîn e. Tu gunehê veqetandekê di vir de nîn e, divê ev yek bê şik bê bikaranîn. Ango denbêj Şakiro jî, Huseynê Farê jî tu şaştî nekirine.
Yaşar Eroglû
Ez bi xwendina vê nivîsa Mamoste Yaşar gelekî kêfxweş bûm û dest xweşiyê li wî dikim. Belê helbet em ê bi rexne û nîqaşan kêşeyên xwe gotûbêj bikin da ku em karibin çareyekê ji bo wan binînin. Rengdêra namdariyê di bin xala rêngdêrên çawaniyê de ye, bi rastî li ser vê babetê lihevkirinek an jî rêkeftinek bi giştî nîn e, lewre hindek zimanzan ji ber ku nekevin nava van nîqaşan behsa vê babetê nakin.
Rengdêrên çawaniyê:
Rewş: xortê ciwan ( ciwan rengdêr e)
Reng: pisîka zer ( zer rengdêr e)
Teşe : dara stûr ( stûr rengdêr e)
Jêçêbûn: xençera zîvîn ( zîvîn rengdêr e)
Namdarî: dîlber xanim ( xanim li vir rengdêr e)
Wek di mînakan de jî diyar dibe rengdêr veqetandekan nastînin. Mînakên Mamoste Yaşar nivisîne jî vê yekê dipejirîne.
”gula sor” Mamoste ev mînaka nivîsandiye û gotiye rengdêrê veqetandek sitandiye, ya ji Mamoste ve ka ”gul” rengdêr e, lê di rastiyê de ”gul” navdêr e, ne rengdêr e, ”sor” jî rengdêr e û veqqtandek negirtiye. Dîsa Mamoste nivisiye ” Xortê bejinbilind” di mînakê de jî rengdêr ne ”xort”, ”bijindirêj” rengdêr e, ango dîsa rengdêrê veqetandek nestandiye.
Her wiha di zaravayê kirdkî de jî rewş bi heman rengî ye. Mînak: Ap hûs, Xal Elî.
Di zaravayê soranî de jî rewş bi heman şêweyê ye.
Mînak: Mam Celal, Kak Mesûd
Kurmancên me yên herêma behdînan jî heman şêweyê bikartînin. Ez dikarim wiha jî bêjim gelek caran me dîtiye dema ku heval(şervanên azadiyê) jî navbera hev de diaxivin, wiha dibêjin :” Heval Azad, Heval Rizgar, Heval Rozerîn.”
Bi rastî ez çi ji rêzimana tirkî nizanim, lê baş dizanim di kurmancî de teqez ev rêbaza heye û hîna jî tête bikaranîn.
Herî dawî wek çavkanî hûn dikarin li pirtûka Bahoz Baran a bi navê ”Rêzimana Kurmancî” binêrin, di rûpela 76’an de mijar hatiye rave kirin.
Wek çavkanî jî hûn dikarin pirtûka Bahoz Baran a bi navê ”Rêzimana Kurmacî” û rûpela 76′ an binêrin.
Ez bi xwendina vê nivîsa Mamoste Yaşar gelekî kêfxweş bûm û dest xweşiyê li wî dikm. Belê helbet em ê bi rexne û nîqaşan kêşeyên xwe gotûbêj bikin da ku em karibin çareyekê binînin. Rengdêra namdariyê di bin xala rêngdêrên çawaniyê de ye, bi rastî li ser vê babetê lihevkirinek an jî rêkeftinek bi giştî nîn e, lewre ji ber vê hindek zimanzan ji ku nekevin nava van nîqaşan behsa vê babetê nakin.
Rengdêrên çawaniyê
Rewş: xortê ciwan ( ciwan rengdêr e)
Reng: pisîka zer ( zer rengdêr e)
Teşe : dara stûr ( stûr rengdêr e)
Jêçêbûn: xençera zîvîn ( zîvîn rengdêr e)
Namdarî: dîlber xanim ( xanim li vir rengdêr e)
Wek di mînakan de jî diyar dibe rengdêr veqetandekan nastînin. Ji mînakên Mamoste Yaşar nivisîne jî vê yekê dipejirîne.
”gula sor” Mamoste ev mînaka nivîsandiye û gotiye rengdêrê veqetandek sitandiye, ya ji Mamoste ve ka ”gul” ne rengdêr e, lê di rastiyê de ”gul” navdêr e, rengdêr jî ”sor” , wê jî veqetandek nestandiye. Dîsa Mamoste nivisiye ” Xortê bejinbilind” di mînakê de jî rengdêr ne ”xort”e , ”bijindirêj” rengdêr e.
Her wiha di zaravayê kirdkî de jî rewş bi heman rengî ye. Mînak: Ap hûs, Xal Elî.
Di zaravayê soranî de jî rewş bi heman şêweyê ye.
Mînak: Mam Celal, Kak Mesûd
Kurmancên me yên herêma behdînan jî heman şêweyê bikartînin. Ez dikarim wiha jî bêjim dema ku heval jî navbera hev de diaxivin, wiha dibêjin :” Heval Azad, Heval Rizgar, Heval Rozerîn.”
Bi rastî ez çi ji rêzimana tirkî nizanim, lê di kurmancî de teqez ev rêbaza heye û hîna jî tête bikaranîn.