ADÎLE XANIM (1859 – 1924) BEŞA -1- Jîn ARYEN

Jineke Pêşeng Jîr û Jêhatî

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber avûhewayeke hişk û ziwa kumirov ji germahiya çolê diqemirîn, têkiliyên tevlîhev ên şer dinavbera eşîran de hatibûn sazkirin. Di gelek mijaran de pirsgirêk û aloziyên civakî di asta jor de bûn. Di cih û rewşekewiha de jineke gelek zana, jîr û jêhatî, bi hêza xwe ya xweserû pêşengiyeke xwezayî derketibû pêşEv jina ku bi vantaybetmendiyên xwe yên sereke û bi cewhera xwe ya civakî diserdema ku de dijî de bûbû mînakeke bibandor û binavûdeng Adîle Xanim e.

***                                                                                            

Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayîMîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne, ku bi navê xwe din Senendec ;  li Îranê bûbû navenda çand, huner û wêjeya kurdan a qesrê. Ev rewşa bajêr di pêşketina AdîleXanimê de xwedî risteke girîng , ku di pêşerojê de, di kar û xebatên xwe de ev çand û huner biderxista pêş.  

Mîrnişînîtiya Baban a xwedî paşerojeke bibingeh û Pismîriya Erdelanê, demeke dirêj, li ser axa Osmaniyan dinavbera Osmanî û Îranê de rista parêzgehekê anine cih. Dinava sedsala 19min de, malbata ku Mîrîtiya Babanan bi ve dibir ji aliyê Şahê Îranê ve ji textê xwe hate xistin. Piştî yekê, ev herêm êdî ji aliyê parêzger anku waliyên ku ji aliyêŞahê Îranê ve dihatin tayinkirin hatîne birêvebirin. Di encamêde Mîrîtiya Babanê hatibû belavkirin.

Pismîrtiya Erdelanê û Helebce

Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranêkarmendekî payebilind . ji ber belavbûna MîrîtiyaBabanê, di sala 1851an de, li gel malbata xwe koçî bajarê Sînedike û jiyana xwe li derê didomîne. Adîle Xanim , di sala 1859an de, li bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayikdibe.

Adîle Xanim, endameke Pismîrtiya Erdelanê . Herçiqas, hêzû mezinahiya pismîrtiyê wek berê nemabû , diherêmê de rêzdariya xwe diparast. Ji ber , bandoraPismîrtiya Erdelanê gelek li ser çêbûbû, ku di demên pêşde ev bandor zêdetir diyarker bûbûya. Ew jinekejixwepirbawer û bibiryar ; xwedî vîn û xîret . Van taybetmendiyên di de pêşengiyeke xwezayî derdixist holê.

Pismîrtiya Erdelanê di navbera sînorê osmanî û farisan de . Xwedî rêz û hêzeke xwecihî . Ji ber sedemê têkiliyênxwe yên siyasî û aborî , bi bajar û eşirên ku nêzî sinorê ne pêş ve dibirin. Yek ji van eşîran eşîra Caf . Eşîra Caf, a limilê din ê sînorê , eşîreke mezin û bihêz . Di encama de hinek zewacên siyasî pêk dihatin û di navbera eşîran de têkiliyên xizmtiyê çêdibûn. Zewaca Adîle Xanimê ya biOsman Beg re encama yekê .  Osman Beg, kurêMihemed Paşayê serokê eşîra Cafê .

Adîle Xanim, bi zewacê re, ji bajarê Sîneyê ku diteşegirtina kesayetiya de ciheke taybet digirt û gelek hez ji bajarî dikir wek bûk çûye bajarê Helebceyê. Di encama zewacê de du kurên Adîle Xanimê çêbûne; Ehmed Muxtar Cafû Tahir Beg Caf, ku piştre bûbûna du helbestkarên navdarên kurd.

Revebireke Dadperwer: Adîle Xanim

Ji Osman Beg re Wesman Paşa dihat gotin. Ew piştî mirinabavê xwe bûbû serokê eşîra Cafê. Osman Beg, di nava demêde li ser navê osmaniyan dibe parêzger anku waliyê bajarêŞarezorê. Ev bajêr niha wek Silêmaniye zanîn. Ew ji ber peywira xwe gelek caran diçû bajarên Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê.

Adîle Xanim, ku bi jîrîtî û hêza xwe ya pêşengiyê derketibûpêş di pêvajoyê de dest avêtiye karûbarên rêveberi. Dema ku hevjînê li derveyî bajêr li şûna kar û xebatên eşîrê bi ve dibir. rewşa Osman Beg, derfeteke girîng li pêşiya Adîle Xanimê vekiribû. Adîle Xanim derfetê baş bikar dianî û di nava eşîrê de dihat hezkirin. Ew, piştî pêvajoyê bi awayekî çalaktir tevlî xebatênrêveberiyê bûye û ev erka xwe pêşdetir biriye.

Adîle Xanim, ji bo ku li Helebceyê bingeha dadmendiyekexurt were avêtin Dîwana Dadgehê ava kiriye û dem bi dem bitaybetî serokatiya dozên ku li derê dihatin dîtin kiriye.  Ewli ser mijara dad û edaletê pir hestyar tevdigeriya. Ji ber ye ku li Helebceyê navê Adîle Xanimê bi edaleta zimên.  

Seroka Eşîra Cafê û Qeymeqama Yekem a Jin

Hevjînê Adîle Xanimê, Osman Beg di sala 1909an de jiyanaxwe ji dest dide. Li ser yekê Adîle Xanim dibe seroka eşîraCafê. Ligel , pêşengiya endamên niştecih û nîvkoçer êneşîra xwe û hin eşîrên din ên derdorê dide ser milên xwe.

Eşîra Caf û eşirên din gelemperî bi serê xwe tevdigeriyan. Dinava wan de hevgirtineke xurt tunebû. Ev rewş gelek caran lidijî neyarên wan hêza wan lawaz dixist. Gelek caran dibûsedem ku ji aliyê dewletên wek osmaniyan ve bi awayekîxapînok bên bikaranîn.  Ji aliyê din ve Şarezor, di bin dagirkeriya ingilîzan de . Ev herêm salên xwe yên herî zor û dijwar dijiya. Di demeke wiha de Adîle Xanimê ji aliyekîberpirsyariya rêvebirina bajarê Helebceyê hildabû ser milêxwe û ji aliyê din bûbû seroka eşîreta xwe ya bi navê Cafê.

Haya Adîle Xanimê, ji rewşa belave û bêserûber a eşîra xwe û gelê xwe hebû. Ji bo ku pêşiya belavbûyinê bigire bi hemûeşîran re dikeve nava têkiliyê. Ew di demeke kurt de yekîtiyaeşîran pêk tîne. Piştî ev yekitî di nava eşîran de pêk hêzaeşîra Cafê berfireh dibe û Adîle Xanim rista xwe ya pêşengtiyê xurtir dike. Adîle Xanim a ku kar û xebatên eşîrê biawayekî serkeftî bi ve dibe, paşî wek qeymeqam erkdarkirin û li herêmê dibe xwedî nasnava qeymeqamayekem a jin. Ew li gel peywîra xwe û bi berpirsyariya xweya payebilind, li herêmê wek kesayetiyeke pêşeng dihatqebûlkirin.

Helebce: Navenda Nûbûn û Ronîbûnê

Adîle Xanim, di dema peywira xwe de, girîngî dide daraştinaherêmê û dixwaze ku herêmê ji ve saz bike. Li Helebceyêbi reng û awayê avahîsaziya Erdelanê gelek xan û hemamandide çêkirin. Di navbera bajarê Helebce û Şarezorê de, dîsa liser bingeha avahîsaziya Erdelanê, bazar, medrese û gundên ava dike. Herwiha ji bo ku di navbera herdu bajaran de bazirganî pêş bikeve, di pergala bacê de guhertin û sazkirinên pêk tîne û ewlekariyê bihêztir dike.

Adîle Xanim, di heman demê de baş pêhesiyabû ku bêzanîn, bêzanyarî û bêzanistî tu civak û bajêr pêş nakevin û nabinxwedî mîrateyeke mayînde. Ji ber , di serdema rêveberiyaxwe de ji bo pêşxistina xwendin, nivisîn û zanyariyê kedekemezin dide. Ji bo pêşketina zarok û ciwanan dibistanên vedike û Helebceyê demeke dirêj dike navenda tevgera nûbûnû ronîbûnê ya kurdan.

Bidome

Nîşe: Ev nivîs di rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin.

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *