Nexşerewş -Heval DILBIHAR

Raperîna Giyanê Dîroka Xwebûnî

Li gor rasteqîniya zagonên gerdûnî her dem, heta her kêlî dinava xwe de dîrokê dihewîne. hinek dem û kêlî hene ne ku tenê dîrokê di nava xwe de dihewînin, di heman demê de dîrokê ji ve vedihonin  û radiçînin. Ew dem û kêlî di bin bîr, hiş û laşê dîrokê yên demê û hemû demên piştî … 

Dem û kêliyên ku em behsa wan dikin, bêguman dem û kêliyên vejîner, raperîner, şoreşger, afirîner û sazker in. Tiştên li dijî rasteqîniyê vediçirînin/hildiweşînin, li şûna wan tiştên rasteqîn radiçînin/ava dikin. Ev dem û kêlî li gor dualîtiya rasteqîniyê hem erk û peywira xwe ya veçirîner/hilweşîner tînin cih, hem ya raçîner/avaker. Ji pêvajoya wan dem û kêliyan re heyamên dîrokî gotin… 

Me kurdan di nava van çend hezar salên dîroka civakî de çend caran, hem ji bo xwe hem ji bo tevahiya mirovahiyê heyamên dîrokî honandine, raçandine û saz kirine; mora bîr, hiş, giyan û jiyana xwe dane…

Va ye em kurd di van heyamên dawiyê de careke din mora xwe li ser eniya dîrokê didin, rêgeh, rûgeh û asogeha diyar dikin, bi awayekî nûjenkirî dîrokê ji ve dihonin, radiçînin û saz dikin. Em bi serfirazî dikarin bibêjin ku em kurdên têkoşerên azadîrês û xwebûnsaz bi bîr, hiş, raman, giyan, jiyan û pergala vehonîner, raçîner û sazker ên cîhan û jiyaneke rasteqîn a xwebûnî û gerdûnî ne; ev yek ji her alî ve bi rengekî gelek zelal li ber çavan e… 

Li aliyê din, sed heyf û mixabin em kurd îro  wek netewe ji ber gelek sedemên dîrokî û serdemî yên piralî yên navxweyî û derveyî ne azad û rizgar in. Helbet têkoşîna me ya ji bo  yekê bi tena serê xwe serketin û serfiraziyeke bêhempaye, divê ev yek bi serketin û serfiraziyên şênber û mayînde di her qadê de tacîdarkirin. Ev bi azadbûn û rizgarbûneke teqez a neteweyî, bi pêkanîna avakirina Kurdistaneke azad a yekbûyî, bi sazkirineke tekûz  a pergala xwe ya modernîteya demokratik û bidestxistin û mîsogerkirina statuyeke fermî ya polîtîk a navxweyî û navneteweyî ya xwebûnî û gerdûnî pêkan dibe. 

Em kurdên ku bi salan e bi yekê baş hesiyane, di van heyamên dîrokî de, bi têkoşîneke bêhempa ya dîrokî ya ku her qad û kêliyeke destan û helbest û romanên sînornenas ên bêdawî ne, li qada mirovahiyê, di nava hemû neteweyên cîhanê de ji gelek aliyan ve pêşengiya jiyan û cîhaneke azad û demokratîk, serfiraz û bextewar dikin. 

neyarên mirovahiyê, dagirker û mêtingerên wehş yênkurdkuj, bi erêkirin, beralîkirin û piştgiriya hovegewreyên modernîteya kapîtalîst dîsa ji bo pêşîlêgirtina serketin û serfiraziya me, êrişên herî hov tînin ser me kurdan û dixwazin welatê me Kurdistanê bi çekên kîmyewî/fosfor bigire heta hemû çekên kujer seranser bikin goristana me. Hewl didin ku qiyametê li ser serê me bigerînin û  her derê ji me re bikindojeh

Radestbûnê û destjêberdana kurdbûneke azad li ser me ferz dikin. Dixwazin em her tim wek kole, bindest, benî, xulamok/xidamok, qeşmer û maşikên wan bimînin. Dixwazin em dest ji her tiştên xwe yên neteweyî berdin, bibin wek wan û xwebûna xwe ya neteweyî tune bikin. Dixwazin em xwekujiyeke neteweyî pêk bînin, xiyaneteke neteweyî li xwe bikin û heta hetayê bêrûmet bijîn, anku bibin laşzindiyên giyanmirî.

em kurdên birûmet û azadîparêz radestî wan nabin. Ne ku heta hilm û henaseya xwe ya dawiyê, em ê piştî hilm û henaseya xwe ya dawiyê , li dijî zebanî û celadên kurdkujên xwînmij û ‘xwedayok’ên kapîtalîst ên gerdûnxwar têkoşîna xwe ji her milî ve bimeşînin û li her bihosteke axa Kurdistanê tovê azadî û rizgariyê bireşînin, dawiya dawiyê bi ser bikevin û azad bijîn

Her Kêliyê û Li Her Qadê Têkoşîn

Her çar milên Kurdistanê niha di bin êrişên mezin de ne. Liser bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdista êrişên hovane û kurdkujiyeke bitevahî meşandin. Zarok, jinpîremêr, rojnameger di nav de kurd bitevahî tên qetilkirin. Dagirker û mêtingerên hov, li gor armanca xwe ya stratejîk li ser axa Kurdistanê li gel kuştina laşî, kurdîkujî, çandkujî, wêjekujî, bîrkujî û her cureyêkujî’ pêk tînin; ji bo hemû û rêbazên hov bi kar tînin. Tecrîd, dorpêçkirin, êriş û qirkirinên piralî yên li ser hemû nirxên neteweya kurd derketine asta herî jor.

Helbet li dijî êrişên tevahî û her cûreyên qirkirinê û ligel hindorpêçkirinên har û hovane, têkoşîna azadiya kurd û Kurdistanê , bi awayekî destanî bênavber berdewam e. Bêguman, têkoşîneke sînordar ji bo xwegihandina azadî û bidestxistina rizgariyê têrê nake. Divê em ji zarokên sê salî û heta kal û pîrên sed salî hemû kurdên birûmet , bi giyanê seferberiyê, li dijî erişên tevahî yên kurdkuj her kêliyê û li her qadê ji her milî ve di nava têkoşîn û raperîneke tevahî, yekbûyî, domdar û encamgir de bin. Pêwîst e hemû rojevên me li ser bingehê bin. 

Divê em baş bizanin û zelal û aşkera rasterast diyar bikin û bidin zanîn ku di rojên wiha dîrokî de kes û derdorên kurd ên ku peywir û berpirsyariyên xwe yên kurdbûneke azad û birûmet nayînin cih hevpar û hevkarên dagirker û mêtingerên hov ên kurdkuj in. Bi kîjan sedeman be bila bibe, kurdên ku li dijî her cureyê hovîtî û kurdkujiyê bi dagirkerên Kurdistanê re bi awayekî hevkariyê dikin û li dijî wan tênakoşin, tenê temaşe dikin, dengê xwe dernaxin di nava bêbextî û bêrûmetiyeke mezin de ne; hevkarên kurdkujiyê ne û ew jî kujerên kurdan in. Bi taybetî kurdên xwedî statû (wek başûrê Kurdistanê), kurdên serwer, kurdên çîna jor û çîna navîn, serok, berpirsiyar û rêveberên partî, sazî û dezgeh, nivîskar û hunermendên ku navê kurdayetiyê li ser e yan li ser navê kurdan tevdigerin.

Kes, derdor û saziyên berpirs ên ku li dijî dagirkirina Kurdistanê û kurdkujiyê li her çar aliyên Kurdistanê ji her milî li ve tênakoşin, pêşengiyê nakin, li ber yekîtiya neteweya kurda azad û demokratîk asteng in, ji bo yekbûna kurd û Kurdistanê hewl nadin û riya têkiliya di navbera hemû derdorên kurd de venakin, li her gund û bajarekî kurdan ranakin ser piyan, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê rasterast an bi hezar û rûpoşên desthilatdariya paşverû, fend û fûtên serdestiya bindestan, dek û dolabên qirêj û kirêt, û rêbazên reş û tarî dimeşînin, kurt û kurmancî yên ku biawaye li gel dagirker û mêtingeran bin, ên li dijî evqas êriş û tevkujiyan bêdeng dimînin bi xwe bi rengekî dagirker û mêtingerên Kurdistanê ne, xayîn, bêbext û kujerên kurdan in…

Bi taybetî divê qada nivîskarî, hunermendî û rewşenbîriya kurd di asta herî jor de, wek qada pêşeng a neteweya kurd peywir û berpirsyariya xwe bîne cih. Anku em nivîskar, hunermend û rewşenbîr divê bi rengekî rasterast, zelal û aşkera, bi pênûs, gotin, huner, hêz, sekn, helwest û çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û entelektueliyeke şoreşger li dijî dagirkerî, mêtingerî, xiyaneta xweperest, welatfiroş û her cureyê kurdkujiyê, li her qadê pêşengiyeke şoreşger, afirîner, domdar û encamgir bikin

Divê em ji bîr nekin ku, em nivîskar û rewşenbîr xet û bext û rûmeta netewe û cîhana xwe ne. Heke ku em bi rastî jî pêwîstiyên yekê bînin cih em ê di dîroka xet, bext û rûmeta Kurdistan û mirovahiyê de wek aleke ronahiyê pêl bidin, naheke ku em neyînin cih, sed heyf û mixabin em ê bibin bêxet, bêbext û bêrûmetên herî tarî û mezin; dixwazî peyv, hevok, riste û berhemên me li erdê rabin çar gavan û lat û zinaran rakin ser piyan, li esmanan bi per û bask bikevin û ewrên ripreş bikin deryayên şipşîn ji milyonan yek qasî toz û gemara bin piyên zarokên serhildêr ên kurd ên ku bi keviran ber û singê dagirkerî û mêtingeriya kurdkuj û mirovahîkuj diqelişînin bi qedr û qîmet nebin, bikevin ber bayê tayê porê azadîrês, demhon û jînraçîn ê Jîna û Nagihanan… 

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *