Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê – Mihemed Kurdî

Ji bêjeyên (peyv) ku çawanî û çendaniya navdêran diyar dikin re hevalnav an rengdêr gotin. Hekerengdêr bi tena serê xwe bêtine nivîsîn ew her navdêr in , heke bi navdêrekê re bêtine nivîsîn, demê dibin rengdêr. Rengdêr (Hevalnav) , navdêran ji aliyê rewş, teşe, reng, hejmar û nîşanêve diyar dikin. 

Di rêzimana kurmancî de gelek cureyên rengdêran hene ez ê di nivîsê de behsaRengdêrên Namdariyê”  bikim. Rengdêrên Namdariyê paye, rade, pêywir û asta civakê ya navên mirovan yên taybet nîşan didin. Ev rengdêr carinan têne despêka navdaran carina tên dumahîka wan. Jibo ku mijar bête fêmkirin em çend mînakan binivîsîn.

*Mam Serdar, *Met Zozan

*Xal ŞerzanXaltîk Hêvîdar

*Heval Kawa, *Kak Azad 

Şeyma Xatûn*, Mihemedê Aşpêj*,  Mirad Beg*,  Gulîstan Xanim*……

Rengdêrên namdariyê di ravekê de dema ku li serîbin divê veqetandekan nestînin, heke veqetandek li wan bête zêdekirin peywira rengdêriyê ji holê radibe û raveka navdêran çêdibe. Ev yek dibe eger û sedema tevlîheviyan

*Mînak* :

*”Mamê Serdar çû”* Ji ber ku peyvaMamveqetandek sitandiye êdî ew ne rengdêr e, di   hevokê de kesê ku behs kirin Serdar nîn e, ”Mam”ê ye. ” 

*Mam Serdar çû.”* Di hevokê de ”Mamrengdêre, ango mam Serdar bixwe ye. 

ji bo ku mijar zelal bibe em çend mînakên din binivsînin.

*Mînak* :

” *Hevala Viyan got.”* PiştîHevalveqetandek sitandiye êdî ew ne rengdêr e, ango kesa ku gotiye”Viyan” nîn e, hevala ye. ”

*Heval Viyan got.”* Wek diyar dibe ”Hevalveqetandek nestandiye, angoHevalrengdêr e,  kesa gotiye ”Viyan” bi xwe ye. 

*Mînak:* 

” *Xalê Ehmed bixebite.”*  Di mînakê de kesê ku bixebite ne Ehmed bixwe ye, xalê wî ye.

” *Xal Ehmed bixebite.”*  Di hevokê de kesêku bixebite Ehmed bixwe ye.

*Mînak:* 

   ” *Apê Osman dinivisîne.”* Di vir de kesê kudinivisîne Osman nîn e, apê ye.

*”Ap Osman dinivisîne.”* 

Di mînakê de kesê ku dinivisîne Osman bixweye.

Wekî ji mînakan diyar dibe, di mijarê de tevlîhevî hene. Em kurd gelek caran di axaftinên xwe yên rojane de rengdêrên namdariyê çewt bikar tînin. Şaşbikaranîna rengdêrên namdariyê gîhaştiye asta ku êdî cihê rastiyê bigre, ango gelekkurd êdî bikaranîna çewt, wek rast dizanin. Şaşbikaranîna van rengdêran ne tenê bi dîrokanêz ve girêdayî ye, her wiha ev rengdêr di gelek, sitran, helbest û nivîsên me yên dêrîn de biheman şêweyê, ango çewt hatine bikaranîn

*Bo mînak:* 

Dengbêj Şakîro di sitrana xwe ya bi nav û deng de wiha dibêje : ” *Bi destê Kekê Xiyasedîn digirtin kelemçe dikirin”* Qesta Şakîro di vir de ” Xiyasedînbixwe ye ji ber şaşbikaranîna rengdêrê wateya hevokê guheriye, ango kesê ku destên wî yên kelepçe kirin ne Xiyasedîn e, kekê ye. 

Dengbêj Huseynê Farê di sitraneka xwe de wiha dibêje : ” *Xalê Cemîl digo…”* Qesta Huseynê Farê di hevokê de ”Cemîlbixwe ye ji ber kuXalveqetandek sitandiye êdî ne rengdêr e, ango di mînakê de kesê ku digo ne Cemîl e,  xalê ye. 

Her wiha gelek sitran û nivîsên din de mînakên wisa henê

 

Armanca nivîsê zelalkirina mijaraRengdêrên Namdêriyê, îja hêvî û daxwaziya min ew e kesên ku bixwînin sûdê wergirin.

 

 

Mihemed KurdîMêrdîn

09.09.2023

E-Maîl: mihemedkurd47@gmail.com

Parveke

2 Replies to “Şaş Bikaranîna Rengdêrên Namdariyê – Mihemed Kurdî”

  1. Bijî. Di rêziman de beşek girîng, bi awayekî hêsan û pedegogik hatiye zelal kirin. Di gel ez zanim jî gelek caran ez bi xwe ketime vê şaşiyê de. Gelek caran hin heval dibêjin; ha va hevalê Ednan jî hat, ez dibêjim wele Ednan bixwe ye ne hevalê wî ye.

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *