Yaşar Eroglu – Çend Gotin Li ser Destana Memê Alan 3

Çend Gotin Li ser Destana Memê Alan 3

Destan, Wêje(edebiyat) û Dengbêj

Destana Memê Alan, ji çend destanên sereke yên kurdan yek e. Destan di parzûna sedsalan re derbas bûye, ji her serdemê bêhn, reng, awaz û wesfek girtiye û di nav hêtûna sedsalan de hatiye, keliyaye û pijyaye. Bi têne tiştê ku nehatiye guhertin, mora edebiyata devkî ye.

Bi qasî ku em ji çîrok û destanên din jî dizanin, di destana Memê Alan de  jî mora edebiyata devkî ango zargotinê heye. Ew tê wê wateyê ku ev jî mora çîrokbêj û dengbêjan e.

Êdî ne hewce ye em ku pesnê zargotina kurdî bidin ku pir dewlemend e. Bela ku cîhan tev vê yekê dipejirîne, vê rastiyê xwe daye qebûlkirin. Zargotina kurdî nivî nivî xwe spartiye destan, çîrok û qewlikên kurdî. Dive em bizanibin ku heta pencî sal berê jî, ji zarokan bigirin heta kal û pîran gelê kurd di nav xwe de potansiyeleke baş a çîrok, qewlik û dengbêjiyê hewandiye. Her kurdek potansiyela van hêmanan e. Ji ber vê çendê jî edebiyateke dewlemend, zindî û zelal heta îro ji me re hatiye.

Em li edebiyata Destana Memê Alan dinihêrin, ev taybetiyên ku em bi lêv dikin tev tê de hene. Di destanê de rastî, xewn, xeyal, qencî, xirabî, êş, keser, evîn, hesret, hest, raman, dilsozî, îxanet, şer û lehengî pir bi zimanekî şîrîn, edebî û honandî hatiye xemilandin. Belê bi tenê yek peyv nîn e ku di cihê xwe de ne rûniştibe. Her yek di cihê xwe de ye û wate li hevokê û çîroka destanê bar dike. Rêzên wê serbest in, lê ne beredayî ne. Ne arûz heye, ne jî kite. Lê di nav xwe de lihevkirineke wisa heye ku mîna xaliyên nexşkirî ristî ye.

Ez destê xwe diavêjim û rûpelekê bêyî hemdê xwe vedikim. Ka werin em li van rêzan temaşe bikin:

”Di hinavê min da vêketiye arê daran e

Rivên û pêlî davêje taqê ezmanê heftan e

Dermanê min tune li bajarê Mixrebiyan e

Dermanê min pir î dûr e, li bajarê Cizîra Botan e.

Tasek ava Kaniya Qestelê, li ser destê Zîna Zêdan, wê ji min ra bibe hekîm û                                                 derman e.

Hon ê li min helal bikin şîrê bera û emegê ga ne.

Ez ê lingê xave têxim rikêba kuriyê behrê, çeleng Bozê Rewan e,

Li nabêna bajarê Mixribê û bajarê Cizîrê dûr e, qonaxa salekê û şeş mehan e.

Rebê Alemê mirin daye me, ebdê gunehkaran e,

Tirsa min e, ez serê xwe deynim diyarê rehmetê, axê goran e.

Hesreta xewna şeva xerab e, wê bi min ra here diyarê rehmetê, axa goran e.” (rp.99)

Hûn baş dibînin ku bê nitirandineke çawa heye. Ev rewş, ev hest, ev raman, ev xemilandin û nitirandin ji bo çi ye? Her kes bi hesteke dîlovanî fêr dibe ku ev ji bo evîna Mem e. Tu dibêjî ku ji devê dengbêjekî dibistan nedîtî derneketiye, lê tu dibêjî qey nivîsa hozanekî mezin mîna Homeros an jî Dantê derketine. Em dîsa bidomînin:

”Memî got: Lê lê Zînê, ez nizanim ku tu min ra rastî an derewîn î

Mîna kihêlên tewlan ên sor û zengû zêrîn î.

Arekî mezin ketiye hundirê min û dûman li devê min çe, ma tu nabînî?

Tu nabê, ez carê berê xwe bidime Memî û bêjim: Tu dilbirîn î.

Tu niha bixwazî, dikarî vî arê di dil û hinavê min da vemirînî.

Vê hêzarê li ser çavên reş û belek eniya gewr hilînî;

Ma tu ku da herî, tu dergistiya min î, her hal, tu nikanî vê gustirê di tiliya xwe da bi derxînî.

Ko tu vê nekî, dikarî min li pêş hezar û du sed qîzê Cizîrê bigerînî.

Dine û alemê mêvanê xwe yê şevan, Memê Alan û siwarê Bozê Rewan bikenînî.

Were guh bide min, carê gucê hêzarê bilivînî,

Çavên reş û belek, eniya gewr di bin da ji bo xatirê min bi der xînî,

Werî ser kaniyê, tasa zîvîn di ber kemberê da bi der xînî,

Li ava gulan tijî bikî, bînî, li ber pîsîra Bozê Rewan bisekinînî,

Çavên xwe rakî, li çavên min binhêrî û tasê bi destê rastê hilînî.

Bi destê xwe avê bi ser min va kî û meraqa min xerîbî bi cih bînî;

Pê yî vî arî di hundirê min da bi carekê vemirînî.” (rp.170)

Li ser vê hevoksaziyê û hevokên xemilî û nitirandî ma mirov dikare çi şîroveyê bike. Ew bi xwe bersiv in.

Ev jî nitirandina keçikên Cizîrê ne:

”Keçan li xwe kirine cilê eydî û dawetan e.

Di serî da heya binê lingan, tev da keskesor xemiliyan e.

Careçar û pencepênc bi destê hev girtin, rihet daketin devê sûk û çarşiyan e.

Tof bi tof hatin, bi der pencera Memî ra derbas bûn, dimeşiyane.”  (rp. 149)

Em hinek nitirandinên li ser şer jî bidin:

”Beglî bi der kete pêşiyê, anî çadiran e

Emir da eskerên xwe, got: ’Herin, bi xar kin qesr û qonaxan e’.

Sê roj sê şevan di nav bajarê Cizîrê da bû axir dewran e.

Ko kî di ber diketin dikuştin, di ber heyfa Memê Alan Padişahê Kurdan e.” (rp.235.)

Belê destan seranpê wiha bixeml, nitirandin û edebiyat e. Ev edebiyata ku em behsa wê dikin, afirînerên wê dengbêj in. Em dixwazin çend gotinan jî li ser wan bibêjin. Weke me berê jî behsa wan kiribû, dengbêj yek ji bingehên edebiyata devkî ne. Dengbêj destanê baş li ber çavan radixe. Dengbêj wisan baş peyv û gotinan bi kar tîne ku gava wan vedibêje, mirov xwe di nav de dibîne. Ev dibe ku li ser kaniyê be, xewn be, an şer an jî evîn be ferq nake. Mirov hostatiya pev û gotinê dibîne. Dîmenek li ber çavan û di nav mêjiyê mirov de çêdibe. Em dikarin ji vê re bibêjin vegotina hêmayî. Ango ev hêman in ku di edebiyata nivîskî de hene.

Ji van hunerên gotinkî yên din jî şibandin (teşbîh), ristina peyv û hevokê ango bikaranîna gotinê û hwd. hene. Gotin bi devkî ye lê şewêyên nivîskî lê barkirî ne. Vê yekê bi zargotinê re çand û civariya (daneheva) kurdî nemir kiriye. Ev hostatî, ji zanebûna edebiyat û edebiyatnasiyê nayê. Rêbaz û qaydeyên ku bi salan e, bi gotina peyv û awazên stranê derketine holê, çêbûne.

A rast dibistaneke dengêjiyê ava nebûye ku di wê de perwerde bibin. Lê bi awayekî xwezayî dibistanek heye û her dengbêj di wê radeyê re derbas bûye. Ku yên nehatibin wê radeye jixwe ji wan re bi awayekî teqez nabêjin dengbêj. Ji ber ku di dengbêjiyê de qayde û rêbazên deng hene. Ger denbêj li gorî wan tevbigere, li gorî wan deng hilxe, daxe û peyvê di cih de mor bike. Di nav dengbêjan de ji vê re dibêjin meqam. Pirs dikare lê zedê be, lê gava dengbêj stranekê dibêje mirov carinan xwe li ser avê û carinan jî di şer de dibîne. Carinan dengê hespekî di nav gotinê de tê, ango mirov wilo hest pê dike. Di destana Memê Alan de jî, ev yek bi vî awayî ye. Ka li van gotinan binêrin, dîtinên li jorê di cihê xwe de ne yan na:

”Law, Tacîno, Tacînê zoro,

Xwediyê şûrê nêriz ê devzirav ê pişt bi moro,

Şanî te hene, ko te bajar gişkî anî emanê bi zora şûro

Zûka were, van zilxan hilîne,

Li xwe ke, çapanan li ber pisîrê xwe girê de, li hev xîne.

Emrê ko didime te, bîne. Here xwe bi Çeko gihîne.

Şûrekî di ra veweşîne.

Serî jêke, temeriya mor bi xwînê bixemilîne.

Li ber min da bêxîne.” (rp. 156)

Belê destan û dengbêj ew qas bi hev tên nasîn. Çêj, tehm û xweşikiya destanê bi navgîna dengbêjan tê digihîje me. Ew deng, reng, dîtin û ramanê xwe jî li destanê bar dike. Denbêj çi qas serketî be destan jî ew qas baş tê ziman. Her wiha ku dengbêjê Destana Memê Alan jî çi qas serketî destan ragihandine me, ew ew qas serketina destanê pêk anîne.

Destan ne teqez e:

Hin şik min dibin ser fikarên ne teqezbûna Destana Memê Alan a ku ez li nirxandinên xwe li ser dikim ango ya Weşanxaneya Orfeusê ku Stokholmê ye û destan jî li Stenbolê daye çapkirin. Ez fikara xwe li ser van emareyan ava dikim. Bi min hin mijarên girîng ku divê dengbêj binitirîne û bixemilîne, li ser bisekine pir zû yan jî bi hevokekê di ser re derbas bûye. Ez mînakeke girîng bidim; mirina Mem bi vî rengî ye. Lê rastiya destanê çi ye? Em berê jê bigirin, diyar bikin, piştre şîroveya xwe bikin:

”Çavên xwe girtin, bi carê daxwarin; axû gihêşt zik û roviyan e.

Çav xirab bûn, çû bû rehmetan e.” (rp. 226)

Mem mir û çû êdî behsa şêwe û çawabûna wê nabe. Lê bêlê destan li ser Mem û dorhêla Mem ava bûye, ev mijar ne hewce ye ku ew qas zû bê derbaskirin. Dîsan sehneya êrîşa Beglî ya li ser Cizîrê jî van fikaran dide me. Êrîş weke bayê dibe û dibore. Bajar dirûxe, ew qas zû derbasbûn dibe? Hin mijarên bi vî rengî şikan zêde dikin.

Ji aliyê din ve Nuredîn Zaza di pêşgotina xwe ya destanê de behs dike ku destan ji guhdarkirina bîst denbêjên cur bi cur hatiye berhevkirin û ya Mîşo bingeh hatiye girtiye lê bi sermaya Sebriyê Mihacir û alîkariya yên din temam kiriye. Belê diyar e ku destan ji devê dengbêjekî bi tenê derneketiye. Dema berhemek ji çavkaniyên cihê cihê  pêk bê, jixwe kêmbûna wê jî rastiyeke berbiçav e.

Ez vê dîtina xwe dispêrim van argûmanan û palpiştiyê ji wan digirim. Ew jî, ji min re dibêjin dibe ku destan kêm be.

Çend gotin li ser Selhedin Eyubî û alanan

Mirov hest pê dike ku destan di bin bandora dema Selhedînê Eyûbî de maye. Lê meseleya Selhedîn Eyubî û ya alanan hewceyî pir nîqaşan e. Emareyên destanê bi xwe terê nakin ku em bikaribin bibêjin rastî ev e yan na. Hin îdîayên bi vî rengî hene. Ez ne dikarim bibêjim rast e, ne jî dikarim bibêjim ne rast e. Ez bixwe weke niqaşekê dipejirînim. A rast jî divê ev nîqaş bê dewamkirin. Ew ê bi xwe re pêşveçûnekê jî bîne. Lê agahî û zanîna min têr nake ku ez ji aliyekî re dîtineke erênî nîşan bidim. Lê ez dixwazim ku li ser metoda niqaşê çend tiştan bibêjim.

Weke me got, agahî û emareyên destanê bixwe dest nadin ku mirov dîtineke qetî bibêje. Divê ku dîrok, arkeolojî, zargotin û çanda Rojhilata Navîn û hin emareyên din ji bo mijarê dest bidin. Ger alîkariya wan nebe mijar zelal nabe û mirov ji nav nîqaşan dernakeve.

Carinan zargotin û destan rê li dîroka windabûyî vedike. Bi vî awayî dîrok zelal dibe û ji nîqaşan derdikeve, konkret dibe. Mînakên bi vî rengî pir in. Lêkolîna ku di sedsala 19 û 20’an de Destana Gilgamêş deraniyê ronahiyê, bi xwe re dîroka Rojhilata Navîn û ya Sumeran ronî kiriye. Tiştên ku em îro der barê vê dîrokê de dizanin pirên wan ji tabletên destanê derketine. Yek ji van jî, efsaneya Nuh e.

Bila mînakeke me jî, ji dîroka girekan be lê ew vajiyê vê mînaka me ya berê ye. Destana Homeros îlyada û Odesaus bi nivîskî di çanda elenan de hebû, dihat zanîn. Zanyar û lêkolînerên alman, di sedsala 19’an de bi şopa destanan, bi dû vê bûyerê ketin û rast li bajarê windabûyî yê bi navê Troyayê hatin. Bi heybet û rastiya xwe ve Troya derket ser rûyê zemîn. Îro di dîroka mirovahiyê de bûyer û bajarê Troyayê heye û dewlemendiyeke rojgêrana (seyare-gezegen) me ye. Beriya dîtina wê, şerê Troyayê weke efsaneyekê dihat zanîn. Lê pişt re efsane bû rastî.

Tiştên bi vî awayî mijara zanistê ne. A rast jî divê zanist bersiva van nîqaşan û pirsan bide û zelal bike. Divê em beriya bersivan, şans nedine qetiyetên xwe ku rastiya wan îdiayên nîqaşê ne. Metodê wê jî, jixwe ev e. Dîrok bi metodên zanistî derdikevin holê.

Ez bibawer im; ger bingeha Destana Memê Alan hebe, dê rojekê dîroka kurdan qet nebe, bi qasî eleqeya xwe, wê derxîne rûyê rastiyê. Tênê em bi bîr û bawerî li rastiyê, zanistê bigerin, bi sebr û aram vê rastiyê bişopînin.

Arîşeya ku bi Selhedînê Eyûbî û alanan ve girêdayî ya Destana Memê Alan pir girîng e. Divê her kesê ku wê dinirxîne û şîrove bike kûrtir bifikire û li pey argumanên xurt bikeve. Di encama van argûmanan de ez dixwazim bi giştî vê bibêjim:

Destana Memê Alan di nav destanên kurdan ên gelêrî de yek ji ya sereke ye. Bêşik û guman, nav û dengê wê ji sînorên kurdan derbas bûye. Ji aliyê edebiyatê ve, ji aliyê dewlemendiya ziman û çandê ve berhemeke hêja ye û her wisa ji pir aliyên din ve jî berhemeke sereke ye. Ew taybetiyên vê destanê ne ku Ehmedê Xanî fikir û ramanên xwe li ser wê bingehê ava kiriye. Ev taybetiyên wê nikarin bên nîqaşkirin.

Li ser destana Memê Alan cur bi cur nirxandin hatine kirin. Çi qas nirxandin bên kirin jî ne bes e ku bê fêmkirin. Ez dixwazim çend gotina li ser wê yekê bikim ku gava destan tê nirxandin ew nebin. Bela ku nirxandineke baş, rasteqîntir û bi zanistî derkeve rastê. Ji nav nirxandinan ên rasteqîn û bi zanistî herî nirxdar in. Pir nirxandin dibe ku bibin lê ger li ser hîmê zanistî û li gorî pîvanê ilmê edebiyatê çêbin.

Me li ser Destana Memê Alan hin nirxandin kirin. Dibe ku ev nirxandin pir çewt bin, dibe ku kêm û şaş bin lê heta ji me hat, me bi metoda zanistî pêk anî, spartek daneyên  destanê bixwe ne. Ev spartek û palpiştên hanê baş didin diyarkirin ku destan;

a-                   Kêm e, ne teqez e,

b-                  Destan ji pir dengbêjan hatiye girtin û destaneke berhevkirî ye. Ango ne şêweya resen e.

c-                   Di nav xwe de pir nakokiyên wê hene.

d-                  Destan di nav demê de guheriye, hin tiştên wê demê tevî wê bûne.

e-                   Destanê reng, deng û dirûvê vegotina dengbêjan girtiye.

Erê, ev encam in ku me ji destanê derxistine. Ev xal bi serê xwe têra nirxandinên balkêş dikin. Madem ku rastiyên destanê ev in, îcar divê nirxandi jî li ser van rastiyan bin. Bela ku kî nirxandinêkê bike divê îdîayên xwe bispêre daneyên (doneyên) destanê. Destan û argûmanên destanê tiştekî bibêjin lê em jî tiştekî din bibêjin û berê xwe bidin hin argûmanên ji derveyî destanê, wê gavê em ê destaneke li gorî xwe damezirînîn. Texmîn, şik, di nêzikaya çarçoveya wê nirxandinê de an jî bi argûmanan misogerkirin dibe û tiştekî xwezayî ye. Lê tenê bi îdîayan misogerkirin ji rastiya destanê dûr dixe. A din jî bi hest û pejnan nirxandin kêm e û razber e, ango subjektîf e. Hest û xeyal pir girîng in; ji bo çi? Ji bo derûniya mirovan bixwe; bi coş û heyecan vegotin û şiroveyên bi devkî manewiyata mirovan a neteweyî xurt dike, belê dibe şîreya derûniya xerca neteweyî. Lê belê nabe bingeha nirxandinên ku em destanê li ser ava bikin.

Hest her dem ji bo her awayî nirxandinan, kêm in. Dibe ku hestên mirovan xurt û mezin bin, ew nayê wê wateyê ku hest rêberê rastiyê ne. Bi piranî hest mirovan ji rastiyan averê dikin. Ji ber vê yekê jî tu car hest û rastî nayên beramberkirin. Hest û hestewarî rê li ber zanistê û nirxandina zanistî digire. Ilm û zanista edebiyatê li ser argûmanên wêjeyî ava dibin. Em weke mînak rewaniya Bozê Rewan bidin:

Bozê Rewan riya şeş mehan di panzdeh rojan de pêk tîne. Lê carinan heman rê di şeş mehan de pêk tê û Bozê Rewan bi awayekî din derdikeve pêş me. Dîsa di çîroka Rustemê Zal de dêw pir pir mezin in lê gurzê Rustem ew qas mezin e ku dêw jî nikarin ji erdê rakin. Xwende û nirxandêrê ji vê rewşê çi derxe û çawan şîrove bike? Yek, ev bi armanca destanê û armanca dengbêj ve girêdayî ye. Destan an jî dengbêj bixwaze ku çi derxîne pêş wê niqteyê dide bin mercekê. Jixwe gava çi kete bin mercekê mezin û ji xwe bêhtir tê xuyakirin. Ew jî mibalexeya destanê ye.

A duyem jî ev e; destan hin argûmanên dîroka mirovahiyê û civakî nîşanî me didin. Em bibêjin ku ziyayekî ji erdê heta esmanan dirêj dibe ku di çîroka destanê de derbas bibe wê gavê em seh dikin ku mirovahî di dema arkaîk, nezanî, belengazî û xizaniye de ye. Ew jî berî zayînê ye. Tiştê ku nikare bi zanîna xwe ve pêk bînê, zelal û fêm bike pir mezin dike. Ji ber ku mêjiyê destpêka mirovahiyê qels e, biçûk e; mêjî û zanîna biçûk tiştên li hemberî xwe mezin dike. Wê gavê jî em di destanê de şopa mîtolojîk û civakî dibînin.

Dîsa em vegerin ser mijareke din. Di destanên gelerî de tiştên ku bi telmîh, mecaz û nepenî pêk nayên, hêz û qeweta gel têr nake ku weke nivîsar û berhemên mîna Mem û Zîn, Leyla û Mecnûn, Romeo û Juliyet û hwd. biafirîne, her wiha armancên ku nikarin bi devkî bibêjin bi sergirtî, mecaz û bi emarêyên din bar bikin û bi wî awayî bînin ziman jî ne gengaz e. Ku bikaribiya bi telmîh û mecazê armanc û daxwazên xwe pêk bianîna çi karên dêw, ziya, hesp, gurz û hwd. ên dersirûştî di destanê de hebûn?!

Gel, hest û ramanên xwe, xeyal, hesret û daxwazên xwe bi riya destanê lê ne veşartî, aşkera tîne ziman. Sembolên ku di destanê de derdikevin, her çi qas dîrok û jiyana civakî jî dinimînin jî lê ew qas daxwaz, hesret û xeyalên gel in. Sembol, derûnî ango psîkolojiya gel didin xuyakirin. Gel çi, çawa difikire, di serê xwe de çawa disêwirîne, ji sêwirandina xwe çi encaman derdixe rastê û çawa şîrove dike, em ji sembolan fêr dibin. Carinan bi dêwekî xofeke mezin dide der lê carinan jî daxwaz û xeyal e, wê wisa xeyal û daxwaz dike. Wê gavê li hember hêzên serdest gelên qels û bêhêz xeyalên xwe li wî dêwî bar dike hêviyekê dide diyarkirin. Ji ber ku xwe nikare lê dixwaze bi dêwekî dersûriştî wan daxwaza pêk bîne. Carinan jî dêw weke nûnerê xirabiyê ye. Dema lehengê destanê wî têk dibe, gel xwe serketî dibîne. Em dikarin bibêjin ku leheng li ser navê xwe dide şerkirin. Mînak dema Bozê Rewan riya şeş mehan di panzdeh rojan de derbas dike, guhdar an xwende gelo çi difikire? Bi rastî xweziya xwe bi Memê Alan tîne. Di stranên kurdî de nayê ziman ku dilketî dibêje, ez ê bibim teyrê qerekûşê lê ser te ba bim an jî, dema yek hesretekê tîne ziman dibêje, xwezî ez bibûma teyrekî ku tu pişt Çiyayê Qaf bûya jî ez bi gihîştama te. Daxwaz û hesretên bi vî awayî pir in. Em ji bîr nekin dengbêj jî ji gelê û tecumanê wî ye.

Di pir çîrok û destanan de dewlemendî û jiyana şah, padişah û qralan hûr û kûr tê nitirandin. Gelo çima? Yek, ev rastiyeke jiyana destanê ye.Ya duduyan jî hesret û xeyalên gel in. Gel tu jiyaneke bi vî rengî najî. Lê bi zimananîna wî xeyalî ve xwe tatmîn dike, deşarj dibe. A rast gel ku daxwaz, hêvî, hesret û xeyalên ku dixwaze bijî lê ancax bi xeyalên wan ve dimîne, dike sembol û bi vî awayî bi navgîna destanan ve realîze dike. Ev tişt bi zanayî nabin, ev daxwaz jî bi zanayî nakevin destanan. Her tişt xwezayî dibe, daxwaz di bin bîra mirovan de ne, ku wexta wan tê, derdikevin û mirovan tevdigerînin.

Ango telmîh, mecaz û îmayên destanên gel, sembolên wan in, ew jî pir aşkera ne.

 

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *