Bêrîvan Xizêmzer – Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê

Bernameya 24.04.2021 ya Koma Helbestê Onlein ya Instituya Kurdî Li Stockholmê

Şêwra berhema Rafel Akgun Tespo ya bi sernav ”Ra Hanorya” bi moderetorîya Bêrîvan Xizêmzerê dest pê kir. Piştî xêrhatin li beşdaran hat kirin, Xizêmzerê axaftina xwe bi helbesta Rafel Akgun Tespo ya bi sernav Mirin e domand :

Mirin
Her kes li dû hezar û sed mirinên şevê ye
Talde, kozik, xendek, xwîn û agir
Kemîn, şer û pevçûn, pî û pepik
Her kes xemgîn e, biêş e, di nav kederekê de ye

Her kes di nav hezar û sed tirsên şevê de ye
Xubar, ax, berf, bahoz, baran û lehî
Ba, tarîtî, betilandin û giraniya şevê
Her kes gihîşt cihê xwe, mirin

Roj nîn e ku em komkûjî, qirkirin û şehîdan bibîr neyinn. Ew roj jî rojek ji wan rojan bû ku Serokê Înstituya Kurdî Li Stockholmê Kamran Simo Hedilî komkujîya jon tirkan ya anîbû serê Ermenî, Asûrî, Sûryanî, Ezdî û Xirîstiyanên Kurd şermezar kir û got: Em rehmetê ji wan cangoriyan re dixwazin û komkujiya jon tirkan anî serê gelan şermezer dikin. Îro 106 saliya rûreşiya dîrokê ye, ya jon tirkan li dijî gelan kirî.

Wekî tê zanîn di vê bernamê de berhema Ra Hanorya ya Helbestvan Rafel Akgun Tespo ku 29 salin di girtîgehê de ye hat nirxandin. Ji dewsa Rafel Akgun Tespo xwîşka wî Hawa Akgun beşdarî bername bû û Hawa Akgunê diyarkir ku birayê wê Rafel Akgun Tespo di nav şert û mercên dijwar ên girtîgehên dagirkeran de û ji dûrbûna welat û malbata xwe de di girtîgehê de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûye. Zêdetirî bîst salî ye helbestên xwe bi Kurdî dinivîse.
Bernamê bi nirxandinên beşdarvanên ên wekî Wergêr Muhsîn Ozdemir, Helbestvan Dîlan Şewqî, Helbestvan Emîn Aksu, rêzdar Faysal Ozdemir, rêzdar Ferûqê Feroyî, rêzdar Adnan Demîr, rêzdar Gulistan Kanîreş, Helbestvan Kadîr Çelîk, Fîlolog Dilbêzar Bêkes, rêzdar Mecoyê Xano, rêzdar Kemal Bakan domîya. Piraniya beşdarvanan giringî dan ziman û bandora zimanê dagirkeran ya li ser berhemên giştî ên kurdî. Kamran Simo Hedilî li ser nirxandinên ên wekî bandora zimanê dagirkeran a li ser berhemên kurdî got: ” Bi me wer tê li Bakûr çi berhem hatibe nivisîn bêhna tirkî ji wan tê em wê gotinê ( bêhna tirkî jê tê)bi erzanî bikartînin û ne di cihê xwe de ye.” Ji dîrokê de heya îro gelek nivîskar di bandora zimanê dewletên dagirkeran de mane û bandor li fikr û nivîsên wan kirine. Wekî Kamran Simo Hedilî anî ziman gotina bêhna tirkî ji berhemên kurdî tê bi erzanî tê bikar anîn û di heman demê de jixwenebawerî û gumanekê dixê dil û hişê nivîskarên ciwan û pêşdaraziya berhemê di bin bandora zimanê tirkî de mayê bi xwînerên re çêdike. Kadîr Çelîk jî got: ”” Dêyn kirina peyvan nêçariyeke hemû zimana ne û di hemû zimanan de danustandinên peyvan heye. Pêwendîya vê tiştê bi dagirkirina Kurdistanê re ye, bi çanda serdestiyê re heye û xeteriyeke, pirsgirekeke divê em li ser vê bifikirin ku emê çawa berhemên xwe bêyî bandora zimanê Tirkî, Erebî û Farisî binivîsin.”” Çelîk her weha bal kişand ser kamilîya helbestkarî û got: berhem xwedî şêwaz û zimanekî serbixwe ye di van demên dawî de berhemên weha kêm hatine weşandin lewre dikarim bêjim yek ev berhem yek ji wan berhemên baş yên di vê serdema dawî de hatine weşandin e. Dîsa bertekek li ser mijara bandora zimanê dagirkeran ji Emîn Aksu hat û got: ” Helbestvan di peyv hilbijartinê de azade û pêre jî bal kişand kêmasiyên tewang û zayênda peyvan got meriv divê bala xwe bide mentalîta hêmanê ku diyare helbestvan ji helbestê fam dike ji ruhê helbestê fam dike.”” Divê helbestvan bikare ji wêje û çanda dinyayê îlhamê bigire, ji peyv û biwêjên curbicur û ji qewîmên dîrokî ên dinyayê îlham û hêzê bigire fikra xwe bi wan bixemilîne û her di lêgerînê de be lê divê ziman û fikra xwe ji bandora zimanêndin biparêze. Berhema helbestê Ra Hanorya ya Rafel Akgun Tespo berhemekê girtîgehê ye û lewre Faysal Ozdemir bal kişand ser rewşa girtîbûn û zehmetiyên zindanê û got: Divê mirov objektîv bifikire rewşa hevalên di zindanê esas bigire û li gora wê berhemê binirxîne. Ger em rewşa helbestên vê serdemê bînin pêş çavên xwe em dikarin bêjin vê berhemê kir ku mirov li ser helbestên wê bifikire şîroveyên helbestan bigere. Muhsîn Ozdemîr di nirxandinên xwe de anî ziman ” helbestên dîwarên girtîgehê hilweşandî ne helbestên Rafel Akgun Tespo”.

Dawîyê em jî wekî Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê hem ji weşanên Aryenê re spas dikin û hem jî ji helbestkarî re serkeftin û azadîyê dixwazin. Em di wê baweriyê de ne yê hîn gelek berhemên baştir hem ji gîrteghan û hem jî Ji Rafel Akgun Tespo bên û bigihêjin ber destê xwîneran û helbet her berhem bo me şanazî û serbilindî ye.

Bêrîvan Xizêmzer

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *