Di Derbarê Cînavka ”EW” de-Mihemed Kurdî

Peyvên ku di hevokan de cihê navdêran digrin re cînavk tê gotin. Cînavk ji bo cihê navdêran tên bikaranîn. Ango heke li cihê navê bingehîn bêjeyeke din hatibe nivîsîn ew cînavk e. Cînavk hemî taybetmendiyên navdêran digrin ser xwe. Cînavk ji sedî 15 bandorê li rastnivîsa kurdî dikin. Gelek cûreyên cînavkan hene. Bes ez dixwazim behsa cînavkên kesane yên xwerû bikim. Cînavkên kesane yên xwerû wiha ne:

*Cînavkên Kesane Yên Xwerû*
”`Yên Yekjimar”`
Ez ‌
Tu
*Ew*
”`Yên Pirjimar”`
Em
Hûn
*Ew* ‌

Weke hûn jî dibînin cinavka kesê sêyemîn a yekjimar û cînavka kesê sêyemîn a pirjimar jî bi heman peyvê (Ew) hatine nivisandin . Ango peyva ”Ew” ji bo du cînavkên cuda hatiye nivîsandin. Ev yeke jî dibe sedem û egera tevlîhevî û kêşeyan. Bi taybetî jî kesên nû kurmancî hîn dibin, van herdu cînavkan tevlîhev dikin. Her wiha di zaravayên din ên kurdî de herdu cînavk jî bi peyvên cuda tên nivîsandin.
Her çendî kêm be jî li Bakurê Kurdistanê li hindek zanîngeh û dibistanan waneyên kurmancî tên dayîn , li wan zanîngeh û dibistanan ”Ew” wek cînavka kesê sêyemîn a yekjimar û wek cînavka kesê sêyemîn a pirjimar hatiye pejirandin. Her wiha li sazî, dezgeh û komeleyên taybet yên kurdî jî rewş bi heman şêweyî ye. Em vê cînavkên (EW) bi herdu şêweyan jî di nava hevokan de bikar bînin.

*Pirjimar* *Yekjimar*
Ew karker e Ew karker in
Ew ne dîn e Ew ne dîn in
Ew dixwe Ew dixwin
Ew jîr e Ew jîr in
Ew ne jîr e Ew ne jîr in
Ew ê biçe Ew dê/ê biçin

Di kurmancî de lêker herdem li gorî hêmana xwerû teşe digre. Weke di mînakan de jî xuya dike cihewaziya di navbera hevokan de tenê bi qertafên lêkeran diyar dibe. Heke ne ji qertafên lêkeran bûya nedihat fêmkirin ka kîjan cînavka pirjimar e û kîjan jî yekjimar e.
Ji ber ku zimanê kurdî nebûye zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê, mixabin nebûye zimanek sitandard jî, lewre heman tişt/alav li gorî devokan bi peyvên cuda hatine binavkirin. Ji aliyê peyv û bêjeyan ve kurdî, zimanekî gelek dewlemend e. Ji Rojava heta Bakûr, ji Başûr heta Rojhilatê Kurdistanê gelê me di axaftina xwe ya rojane de ji bo cînavka kesê sêyemîn a pirjimar peyvên wek ” Ewna/Ewan/Ewana ” bi kar tînin. Li herêma Botan jî her wek zaravayê soranî peyva ”Ewan” tê bikaranin, li Amedê û gelek herêmên din jî ji bo heman cînavkê peyva ” Ewna” bi kar tînin. Li hindek deverên herêma Behdînan jî peyva ” Ewana” tê bikaranîn. Heke em jî van peyvan (Ewna, Ewan, Ewana) ji bo cînavka kesê sêyemîn a pirjimar bi kar bînin dê çi bibe ? Kerem bikin em çend mînakan binivîsîn.

*Yekjimar* *Yekjimar*
Ew zîrek e Ewna zîrek in
Ew ne dîl e Ewana ne dîl in
Ew kurd e Ewana kurd in
Ew ê bixwe Ewna dê bixwin
Ew dixwîne Ewna dixwînin
Ew ne reş e Ewana ne reş in

Weke di mînakan de jî diyar dike vê carê cihewaziya di navbera hevokan de ne tenê qertafên lêkeran in, her wiha cînavk jî ji hev cûda hatine nivîsandin. Ev yek jî mijarê hêj hêsan û zelaltir dike. Her wiha pêşgiriyê li egera tevlîhevî û kêşeyan digire.

Di wêjeya kurdî de jî gelek helbestvan û nivîskaran jî di berhemên xwe de van peyvên (Ewna, Ewan, Ewana) ku em pêşniyar dikin ji bo cînavka kesê sêyemîn a pirjmar bi kar anîne. Herwiha gelek hunermend û dengbêjên me jî di sitranên xwe de heman peyv bi kar anîne û hîna jî bi kar tînin.

Gelo hemin gelê me van cînavkan di axaftinên xwe yên rojane de bi kar tîne, vêca heke em jî dinivîsên xwe de bikar bînin dê çi bibe ? Dê bibe eger û sedema kêşeyan an ne ? Ya ji min ve bikaranîna van peyvan dê ji bo nivîsan nebe pirsgirêk, berovajî dê mijar hîna zelal û fambar bibe. Dê tevlîhevî û kêşeyan ji holê rake. Ango em dikarin bi awayekî zelal peyvên wek ”Ewana, Ewan, Ewna” di cihê cînavka kesê sêyemîn a pirjimar de bi kar bînin.Jixwe ev jî ji nîşaneyên dewlemendiya zimanê me kurdî ne.
Peyvên ku me ji bo cînavka kesê sêyemîn a pirjimar pêşniyar kirin hemî jî resen yên zimanê kurdî ne û ango ji zimanên din ên biyanî nehatine nava zimanê me. Lewre ez bi xwe di nivîsan de bikaranîna wan peyvan rast dibînim.

Mihemed Kurdî

Ji bo raste rast têkiliyê navnîşana maîla nivîskar : mihemedkurd47@gmail.com

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *