Daxuyanî, Ji raya giştî re,

Daxuyanî

Ji raya giştî re,

Dewleta Tirk dada navneteweyî û mafê mirovan bin pê dike. Di çapemeniya bi istixbarata xwe ve girêdayî berê têgihîştineke tewanbariyê diafirîne. Li pey jî mirovên bêguneh di komkujiyê re derbas dike. Divê saziyên navneteweyî û saziyên yekîtiya Ewropayê êdî rê nedin van reşkujî û tewanbar­kirinan. Dewleta Tirk piştî êrişa li ser Garê, disa dest bi reşbangaşiyan kir. Mînaka herî dawiyê jî êriş û hedef nîşandayîna, nivîskar û Rojnamegerê Kurd birêz Medenî Ferho ye.

Rêzdar Medenî Ferho yê piştî girtin û tehdîtan, neçar dimîne, di sala 1992an de derdikeve derveyê welêt, li Belçikayê bi cih dibe. Li Belçîkayê karê rojnamegerî û nivîskariya xwe didomîne. Hata niha 30 berhemên rêzdar hatine çapkirin. Berî niha dê û bavên wî yên kal ü pîr (2 Adar 2006) bi reşkujiyekê  hatine qetilkirin.

Di TV yên Tirk de gengeşiyên têkbirin, fetisandin û elimînekirina Tevgera Kurd û rewşenbîriya Kurd tê gengeşekirin. Serbazê xanenîş Îsmaîl Hakî Pekînê serokê Daireya Sîxuriya Leşkeriya Tirk bû, bi aşîkarî ragihand ku komkujiya Parîsê projeyeke dewletê bû û divê dewlet li Ewropayê çalakiyên wiha bi bêtirsî pêk bîne û muxalefeta cudaxwazan ji holê rake. Piştî vê daxuyaniya  serokê daîreya sîxuriyê, kesekî bi navê Mustafa Sait Özken di bin postê rojnamegeriyê de, di roja 22.01.2021 de di rojnameya Sabahê de bi fermana wezîrê karê hundir  yü Tirkiyê, nûçeyeke asparagasê ji serî hetanê binî li ser derew û sêwitandinên sixurî rûniştiye, da weşandin. Di vê nûçeyê de bi nav û wêne birêz Medenî Ferho hedef nîşan da. Ev kesê qaşo rojnameger bi vê jî ranewestiyaye, di rojnameya Sabahê ya roja 22.02.2021de û di roja 24,02,2021 de jî nûçeyên xwe ya asparagas domand. Ev tehdîteke gelek cidî ye. Divê dewleta  Beljîka û tevahiya Yekîtiya Ewropa bi awayekî gelek cidî li ser vê mijarê rawestin û devlete Tirkiyê  bi tundî şiyar bikin,  ji bo kesên  gef li wan hatiye xwarin jî tedbîrên ewlekariyê bigirin.

Em wek saziyên ziman çand û lêkolînên Kurdî di nava gumanan de ne, ji hemû saziyên ewlehî yên Belçîka û Ewropayê daxwaz dikin ku li ser vê mijarê bi awayekî hasas rawestin, pêşiyê li van tehdîdan bigirin da ku ew jî nebin hevparên sûcên çeteyên Tirk.

 

Înstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî-Almanya

Enstituya Kurdî ya Brukselê

Instîtuya Kurdî li Stockholmê

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *