Kamran Simo Hedilî – Em negihîştine armanca xwe

Em negihîştine armanca xwe

În 16 Tîrmeh 2021 – 06:33

  • “Yên xelkê bi sedan zanîngeh û înstîtuyên wan hene, her wiha bi hezaran mamoste û hînkerên wan jî hene. Karê em dikin ji deryaya pêwîstiyan tenê peşkek e.”

YAŞAR AKSU 
STOCKHOLM

Di nav sazî dezgehên ziman û çanda Kurdî de yên bi rikdar li ser piyan mane Înstîtuyên Kurdî ne. Di bin banê înstîtuyên Kurdî de ziman, wêje, dîrok û çanda Kurdî bi pêş ketiye û gelek xebat hatine kirin. Ev înstîtu niha xwe li gorî demê rojane dikin û bi rêya teknolojiyê karên xwe dimeşînin. Di vî warî de Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê xebatên xwe online dimeşîne û çalakiyên cur bi cur li dar dixe. Înstîtu, ev sê meh in semîner û komxebatên xwe bi rêya înternetê online pêk tîne. Li ser vê yekê em bi nivîskar, helbestvan û serokê instîtuyê Kamran Simo Hedilî re peyivîn.

Kamran Simo Hedilî derbarê komxebatên saziyê de got, ew ji bo her karî rêveberiyekê diyar dikin û wiha axivî: “Rêveberiyeke ku ji sê kesan pêk tê heye û ji bo hin karan ev rêveberî karbeşiyê dikin û bi vî awayî xebatên xwe bi rê ve dibin. Ji bo hin karan jî rêveberiyeke ku ji neh kesan pêk tê heye. Li gor pêdiviyan em rêveberiyên xwe kêm yan jî zêde dikin. Tenê komên me yên perwerdehiyê hene û ji bo her komê mamoste hatine hilbijartin. Ev mamoste di bin berpirsyariya ‘şêwra perwerdehiyê’ de dersên xwe didin.”

Nasandina 12 rewşenbîrên Kurd

Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê xebatên xwe li Swêdê bi rê ve dibe. Halê hazir herî zêde bi xebatên li ser wêjeyê Kurdî daketiye. Ew babetên li ser wêjeya Kurdî online li ser bernameya zoomê dide nîqaşkirin. Ji xeynî van nîqaşên wêjeyî înstîtuyê niha jî daye ber xwe ku portreyên 12 rewşenbîr û nemirên Kurd amade bike û hewl dide bi rojeveke wiha nîqaşên xwe dewam bike. Derbarê plansazî û naveroka xebatên înstîtuyê de û li ser xebatên hevpar ên bi saziyên din re Kamran Simo Hedilî dibêje, “Komxebateke me bi Komeleya Wêjekarên Kurd’ û Yekîtiya Nivîskarên Mezopotamyayê heye. Em vê komxebatê bi van saziyan re dimeşînin. Sê mehên pêşî me derbarê teoriya helbestê de ders dan, piştî sê mehan jî perwerdehî qediya û me sertîfîka da kesên ku tevlî komxebata me bûn. Ev her sê mehên pêşiya me jî em li ser mijareke din hûr bûn û em ê 12 wêjevan û rewşenbîrên Kurd bidin naskirin. Her carê du hevalên me dê ji bo vî karî amade bibin, rewşenbîr û wêjevanekî bi me bidin naskirin.” Kamran Simo Hedilî bal bire ser komên înstîtutê û got, “Niha sê komên me ji bo nirxandina wêjeyê amade ne. Pênc komên me jî ji bo perwerdehiyê hene. Li gel van koman, em semînerên cur bi cur li ser ziman, dîrok, ol û wekî din didin.”

Hene lê kêm in

Kamran Simo Hedilî sazî û dezgehên ji bo çand û zimanê Kurdî kêm dibîne û dibêje çiqas ew zêde bibin jî têrê nakin. Kamran Simo Hedilî dibêje, “Ez pê bawer im ku baldariyeke baş heye, endam û derûdora me li karên me xwedî derdikevin û beşdarî xebatên me dibin. Lê em nikarin bibêjin, em gihîştine armanca xwe, ew tiştekî din e. Heger sed înstîtuyên wek me ava bibin jî dê têrê neke. Daxwaz û pêwîstiyên me gelek in. Em zarokê welatekî parçekirî û her wiha xwediyê çandeke qedexekirî ne. Ji ber van sedeman, em nikarin bibêjin, em gihîştine armanca xwe. Yên xelkê bi sedan zanîngeh û înstîtuyên wan hene, her wiha bi hezaran mamoste û hînkerên wan jî hene. Karê em dikin ji deryaya pêwîstiyan tenê peşkek e.”
Kamran Simo Hedilî herî dawî daxwaza xwe ya ji bo ziman û wêjeya Kurdî tîne ziman: “Bila her kes li wêje û zimanê Kurdî xwedî derkeve. Li cihên ku lê ne, bila ziman û wêjeya xwe bidin hezkirin û derûdora xwe ji vê yekê haydar bikin.”

Nivîs ji özgur politika.

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *