Çima bêtifaqî – Kamran simo Hedilî

Çima bêtifaqî?

Ger dê hebûya me padîşahek
Layîq bidiya Xwedê kulahek
Tayîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Ger dê hebûya me itîfaqek
Vêkira bikira me inqiyadek
Rum û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Hê wê demê zanayê mezin Ehmedê Xanî, gazinc ji bêtifaqiyê kiriye û em hê wê gazincê ji xwe dikin. Ehmedê Xanî ev gotin berî niha bi sê sed û hinek salan gotine. Em îro nabêjin ku bila hin ji me re xulamtiyê bikin. Em tenê dibêjin, ne em xulam bin û ne ti cîranên me bila xulam bin. Em dixwazin ji xulamtiyê rizgar bibin û di welatê xwe de azad bijîn.
Ev demeke dirêje li nav raya giştiya kurdistanê gengeşe û goftûgoyên yekîtiyê tên kirin. Herkes dibêje, fersendeke dîrokî hatiye ber deriyê me û divê em ji vê fersendê sûd werbigirin. Hemû hêzên siyasî, saziyên sifîl, kesên ronekbîr û zane dibêjin kilîta sûdwergitinê ji vê fersendê yekgirtina hêzên siyasî ye. Hemû hêzên siyasî jî dibêjin, ´´em ji bi hev re karkirinê re amade ne.´´ ti hêz û kesên ku di vê dema hesas de li dijî tifaqê derkevin xuya nakin. Hemû bi gotinê ji tifaqê re amade ne.
Ez hê zarok bûm, min gotinên li ser zerara bêtifaqiyê dibihîstin û hê jî dibihîzim. Lê hê jî tifaqa hêzên me çê nebû ye.
Li vir dixwazim, bîranîneke xwe û seydayê mela Evdila yê Xerzî (Timoqî) bêjim. Min seyda hê ji sala hezar û nihsed û heftê yî ve nas dikir. Seyda ji bona min û gelek xortên weke min sembola welatparêziyê û berxwedanê bû. Ez gelek caran diçûm serdana wî û bi zewq û dilxweşî min li şîretên wî guhdar dikir.
Cara dawî li sala hezar û nehsed û heştê û şeş me hev li rojhilatê kurdistanê dît. Ez ji bona tedawiya çavên xwe çûbûm rojhilatê kurdistanê. Min bihîst ku leşkerên dewlata tirk xwestine seyda bigirin. Seyda xwe nespartibû leşkeran û ew jî hatibû rojhilatê kurdistanê. Li herêma Mêrgewar li mizgefta gundekî dima. Ez çûbûm serdana wî ji bona ku pirsa rewşa wî bikim. Seyda wê rojê çûbû serdana partiyeke kurdan û nû ji gel wan vegeriya bû. Xwedê bi dilovanoya xwe şad bike, bi xemgînî ji min pirsî. ´´Kamran tu dizanî îro çi hate serê min? Tiştê ku divê min negotine, di rûyên vê bêtifaqiya kurdan de min got. Ez çûbûm serdana partiya… Serok, sekratar û hemû girgirên partiyê rûniştibûn. Min nizanîbû ku di civînê de ne, nobedaran jî tiştek ji min re negotin. Ez yekser derbasî hundirê oda civînê bûm û piştî silavê rûniştim. Wan jî tiştek negot, lê min fêhmkir ku tiştekî ne li rê heye. Ji ber ez çawa derbasî hundir bûm, hemû bêdeng bûn. Piştre yekî ji wan ji min pirsî, ´´seyda Xwedê çi ji me kurdan dixwaze? Ma heta kengî em ê bindestê xelkê bin?´´ Ji pirsên wî ez pir nerihet bûm û min ji wan re got, ez ji gel Xwedê têm. Xwedê got, ´´here ji wan re bêje, çi dixwazin ez ê bidime wan. Lê tiştê ku ji wan dixwazim divê bikin.´´ Bi gotina min re hemû bêdeng bûn û kesî bersiva min neda. Dizanîn ku ez ê bêjim, şerê hev nekin û bi hev re bitifaq bin.´´
Bi salan berî vêga seyda ji partîyên kurdan re gotibû ku hûn tifaqa xwe çê bikin, tişta hûn bixwazin dê bibe.
Hemû partiyên siyasî, tevgêrên civakî, kesên xwende û zaneyên dîrokê dibêjin di şerê yekemîn yê cîhanê de fersendek kete destê kurdan, lê kurdan nezanîn wê fersendê bikar bînin. Nikarîn ku tifaqa xwe çêkin û ew fersenda zêrîn ji destên xwe berdan.
Li vir dixwazim çend pirsan bikim. Gelo fersenda îro ji ya wê serdemê neçêtir e? Gelo hêza kurdan ya hundir bi her awayî ji ya wê serdemê ne li pêştir e? Gelo têgehiştina netewî û zaneyên kurdan ji yên wê serdemê ne pirtir in? Gelo ezmûna kurdan ji ya wê serdemê nepirtir e? Gelo têkiliyên bi hêzên dervan re sed carî ji wê serdemê nexurtir in? Mirov dikare bi sedan pirsên wisa rêz bike.
Wê demê çima tifaqê ji bona rizgariya welatê xwe çê nakin? An bi rastî rizgariyê naxwzin? Ma hemû gotin û gengeşe ne ji bona ku xwe ji bin nîrên dagîrkeran derxin? Heke bi rastî ji bona serkeftinê ne hemû şer û pevçûn, hemû êş û jan, heke qedir didine cangoriyên xwe, nexwe çima nikarin bi hev re rûnin û şêwra xwe nakin yek?

Kamran Simlo Hedilî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *