Dilbêzarê Bêkes – Çîroka Şermîn û Şirîn.

ÇÎROKA ŞERMÎN Û ŞIRÎN.

Belê, carek ji caran spas ji bo xwendevan û  guhdaran.

Di serdemeka berêya niha da, du kesên bi navên xwe yê Şermîn û Şirîn hebûne û ew kes bi dîtina yek carê dibin evîndar û aşiqê hevûdin. Ji ber ku, her yek ji wan li du bajarên hinek ji hev dûr dimînin, destan û helbestan li ser hev dinivîsin û dişînin. Piştî demekê, ew her du kes di encamê da bi hev ra dizewicin. Herweha, rewşa aborîya şirîn zêde ne başbûye. Ji ber wê yekê, her ku  diçe navbera Şermîn û Şirîn sar dibe û zarokên wan çêdibin û mixabin kespûkarê Şirîn têra pêdivîyên malê nake. Wê carê, Şermîn dîn û har dibe hertim bi gilî û gazinan nerazîbûna xwe nîşanê cîranan jî dide. Her ku diçe ew gilî û gazinên Şermîn navbera wê û Şirînî da zêdetirîn sar dike. Şirînî belengaz, hertim li pey kar û xebatê digere lê mixabin nikare karekî baş ji xwe ra peyda bike. Şirîn, rojek radibe diçe dereka xalî û tenha rûdine bi hûr û kûr dikeve nav fikr û xeyalan. Piştî demeka dirêj, mirovek li wê derê ra diçe, rewşa Şirîn gelek bala wî mirovî dikişîne. Ew mirovî hêja, nikare xwe piştî silavdanê ji Şirînî dipirse û dibêje hevalî hêja rewşa te gelek bala min kişand, ka ez bêm gel te em derdên xwe bi hev ra par ve bikin. Bi rastî, Şirîn naxwaze zêde derdê xwe bi ti kesî ra bêje. Belê, li ser heter û israrên wî mirovî hinek neçar dimîne û dibêje fermo da were kanê. Mirov, hema yekser dipirse dibêje birayî hêja heta kesek derdê xwe nebêje nikare ti dermanî peyda bike. Ji ber vê yekê, divê tu derdê xwe ji min ra bêjî. Erê, Şirîn hinek jî ji mirovî bawer dike û neçar dimîne derdên xwe tev yek biyek ji wî mirovî ra dibêje. Mirov, baş guhdarîya Şirînî dike û dibêje min ji derdê te fêmkir, ka rabe em bi hev ra bçin mizgeftê îro roja înê ye mele dê wezan bide dibe ku bi derdê te ra bibe derman. Şirîn razî dibe, radibin bi hev ra diçin destnimêj digirin dikevin hindirê mizgeftek mezin û guhdarîya waiz dikin. Waiz, dibêje hey birayên misilman baş guhdarî bikin ev babet gelek girîng e û didomîne dîsa dibêje ger hûn li vê cîhanê kamiran û bextîyar nebin, bêxem bin lewra li wê cîhana din bi fermana cenabê heq heftê horî û perîyan ji bo mêrên misilman amade ne. Şirîn gelek şa dibe û difikire ji xwe ra dibêje temenê min gihêştîye şêst salan, piştî çend salan ez çibikim ji jina baş û jina nebaş. Şirîn, piştî nimêjê destê wî hevalî maç dike û ji hev vediqetin diçin. Piştî wê gavê, Şermîn çi dibêje Şirîn dikene qet guh nade Şermînê. Ew pêvajo, demek dirêj didome rojek Şirîn dihizire radibe ji bo nimêja înê diçe mizgefteka din, rasthatine û meleyê li wê derê jî dîsa qala horî û perîyan dike. Herwekê, mizgefta din di serî da heta asta heftê horîyan gotinên wî melayê jî wek fotokopîya meleyê din e. Lê belê, dema ku dibêje heftê horî li benda we ne, wê car mele dibêje eme we lakin jina we ya vê cîhanê, li axretê serokê wan hemû horîyan e. Şirîn matmayî dimîne û ji mele dipirse dibêje gelo di vê warê da tu ne şaş î? Mele dibêje kitêba xwedê weha nivîsîye. Şirîn radibe dibêje min ne horî ne perî ne jî Şermîn divê, bila hemû ji we ra bin. Mixabin piştî çend gav avêtinê Şirîn bi qrîza dil dikeve di hindirê wê mizgeftê da jîyana xwe ji dest dide. Çîroka me jî li vê derê diqede lê bi helbesta vê çîrokê didome. Helbesta vê çîrokê,bi hevnasîna Şermîn û Şirîn ra dest pê dike.

 

Şirîno ez aşiqê te me

Ez bimirim ji axê ra me

Nemirim hertim ji te ra me

Şermîn evîndarê Şirîn e

 

Hey tu şermîna min a delal

Em ê bi hev ra bibin heval

Heta ku em bibin pîr û kal

Şirîn evîndarê Şermîn e

 

Şirîno were min bibîne

Şermîn wek navê te şirîn e

Lê bê te dilê min birîn e

Şermîn evîndarê Şirîn e

 

Şermînê ez gelek ditirsim

Bi rastî ne kesek bi hirs im

Divê ez vê rewşê bipirsim

Şirîn evîndarê Şermîn e

 

Şirîno ji kesî nepirse

Ji xwedayê mezin bitirse

Da were min ji min bipirse

Şermîn evîndarê Şirîn e

 

Şermînê ez ji te bawer im

Zivistan e nikarim werim

Li hember baran û bager im

Şirîn evîndarê Şermîn e

 

Baran û bager ne asteng e

Demsal diborin dem dereng e

Da were bihna min pir teng e

Şermîn evîndarê Şirîn e

 

Şermînê bihna xwe teng neke

Dinyayê da zewac careke

Ji derewkeran bawer neke

Şirîn evîndarê Şermîn e

 

Ez nizanim ka dê çi bikim

Wek bi navê xwe şerim dikim

Lewra ku êdî ez wek bûk im

Şermîn evîndarê Şirîn e

 

Lê navê te ne ew Şermîn e

Ew şerim dê paş ve bimîne

Ji xeynê min kes te nebîne!

Şirîn evîndarê Şermîn e

 

Şermîn û Şirîn biryarek dan

Bi hev ra ketin nav hewildan

Bang kirin li hin kes û ferdan

Şermîn û Şirîn evîndar in

 

Dîlan çêbû çend roj çû pê da

Xanî kirî kirin çûn tê da

Bager derket xêlî man rê da

Şermîn û şirîn evîndar in

 

Derbas bû borî zeman û wext

Zewacek bê miraz û bê bext

Dest pê kir jîyana ne rehet

Şermîn û Şrirîn evîndar in

 

Ji wan zarok tên li dinyayê

Dilsaf dibêjin xwedê dayê

Temen dibore wekî bayê

Şermîn û Şirîn evîndar in

 

Şirîn ji fendê Şermîn fêmkir

Dilê xwe ji evînê kêmkir

Derdê wan ji nû ve dest pê kir

Şermîn û Şirîn wek heval in

 

Şermîn ji Şirîn gilîdar e

Her roj li wê qêr û hewar e

Hêsir ji çavên wê dibare

Şermîn û Şirîn wek heval in

 

Keçê were dev ji min berde

Dilê min tejî kul û derde

Sebebê min û te nemerde

Şermîn û şirîn wek heval in

 

Şermîn gelek gazinan dike

Dibê Şirîn here kar bike

Şirîn tu karî peyda nake

Şermîn û Şirîn ne heval in

 

Keçê bese neke qireqir

Weka mirîşka nû hêkir

Te hêişê min ji serê min bir

Şermîn û Şirîn ne heval in

 

Karê Şermîn hertim nifrîn e

Dibêje Şirîn xêr nebîne

Xwedê ka canê wî bistîne

Şermîn û şirîn wek dijmin in

 

Şirîn rojek diçe mizgeftê

Mela wezan dide wê wextê

Behs dike bo roja axretê

Şirîn evîndarê mela ye

 

Mela dibê dawî mirin e

Mirîyan tiştek nebirine

Kes bo wan mereq nekirine

Şirîn evîndarê mela ye

 

Li vê cîhanê xemgîn nebin

Dewlemend û zengîn jî nebin

Li benda horî û perîyan bin

Şirîn evîndarê mela ye

 

Cîhan derbas dibe bi zorî

Ji bo yek mêrî heftê horî

Ma hûn çi dixwazin ez gorî

Şirîn radibe diçe malê

Jin û zarok tev tên li balê

Şirîn razî ye ji wê halê

Şirîn evîndarê mela ye

 

Piştî demeka gelek dirêj

Bi dest û lingên xweyê qirêj

Diçe mizgeftek din bo nimêj

Şirîn evîndarê mela ye

 

Şirîn derdikeve dihere

Wê mizgefta xwe diguhere

Li benda mela ye ku were

Şirîn evîndarê mela ye

 

Mela guherbarî dibêje

Dawîya dinê pir dirêje

Şirîn dibê mela ka bêje

Şirîn evîndarê mela ye

 

Mela dibê lez neke bira

Ez ji bo we hatim li vira

Mijar ronî ye wekê çira

Şirîn guhdarîya mela ye

 

Mela dibêje horî hene

Lê serokhorî jinên we ne

Şirîn were qayîl be qene

Şirîn wek dijminê mela ye

 

Şirîn dibêje wax mixabin

Heftê jin ji mêrek ra dibin?

Min navê bila ji we ra bin

Şirîn tam dijminê mela ye

 

Melayo mala te kambax be

Bila tim li te ax û wax be

Bejn û bedena te bin ax be

Şirîn tam dijberê mela ye

 

Şirîn li mizgeftê dimire

Rih ji bedena wî difire

Mela ditirse difikire

Şirîn ne li benda mela ye

 

Şirîn ma bê rih û bê nefes

Ji jîyanê ra got êdî bes

Sebebê wî melayê bi fes

Kujerê Şirîn ew mela ye.

 

Rojek sermaya zivistanê

Şirîn birin li goristanê

Bêkes nivîsî vê destanê

Kujerê şirîn ew mela ye.

 

Dilbêzarê Bêkes

 

 

 

 

 

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *