Hevpeyvîna Koordînasyona Komxebata Helbestê

Hevpeyvîna Koordînasyona Komxebata Helbestê

 

 

Di van demên dawî de bi taybetî jî ji ber şert û mercên pandemîya vîrûsa covîdê pirranî kar û xebatên civakî, edebî û aborî êdî li ser platformên dîjîtal tên kirin. Her wiha em zanin gelek sazî û dezgehên ziman û edebiyata kurdî jî vê qada online baş bi kar tînin û heta niha gelek program û proje jî di vê qadê de didomin. Yek ji wan bernameyan jî di pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî Ya Stokholmê de ”Komxebata Helbestê” ye û em jî li ser kar û xebatên vê komxebatê bi Koordînasyona Rêveber re axivîn. (Emîn Aksu)

 

PIRS: Hûn yek ji damezrînerên vê komxebatê û di heman demê de yek ji xebatkarên koordînasyona vê komê ne, gelo fikra vê ”Komxebata Helbestê” çawa derket holê û hûn dikarin behsa wê pêvajoya despêkê bikin?

BERSIV Azad Zal; Berî her tiştî bo vê komxebatê bi van hevalan re dimeşînim bextewar û serbilind im. A rast fikra vê Komxebatê ne ayîdî min tenê ye lê piştî fikrek weha derket holê hem Komeleya Wêjekarên Kurd hem jî Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê piştgirî dan vê xebatê û piştre jî me ev proje li ser Kamran Simo Hedilî re bi Enstîtuya Kurdî Ya Stokholmê re jî parve kir û wan jî ev pêşnîyaz pejirandin. Di dawiyê de jî di pêşengiya van her sê saziyan de komxebatê des pê kir. Berî ku komxebat dest pê bike, em wekî koordînasyon me di nava xwe da ahengek ava kir û karbeşiya xwe kir. Mamoste Kamran Simo Hedilî hem birêvebirina giştî û hem jî ew ê rêzesemîneran bidana, Gulîstan Kanîreş û Nurcan Delil ew ê hêsankarî û moderatoriyê bikirana, Azad Zal û Emin Aksu ew ê berpirsiyariya birêvebirina teknîkî û ahenga torê bimeşandan. Bi vî awayî me dest bi xebata xwe kir.

 

PIRS. Her weha hûn jî yek ji damezrîner û endamê kordînasyona komxebata helbestê ne, gelo heta niha her tişt wekî plansazîya we didome an we bi demê re hin mijar û bûyerên din we dan pêşîya xwe?

    BERSIV: Nurcan Delîl; belê dema me biryar da ji bo kargeha  komxebatê di navê de me  plansazî jî dabû pêşiya xwe  em her tim di têkîlîyê de bûn cara yekemîn bû  komxebateke helbestê dihate kirin,  ji  bo  wê   jî  divê plansazîyek  baş hebûya, em bi kelecan û kêfxweş bûn. Bi vê fikrê hevalên beşdar jî gelek  kêfxweş bûn. Dema  me dest bi komxebata kargehê kir tevlêbûnek  baş  çêbû. Piştî semînerên komxebatê  di dawîyê de koordinasyon me  bo bernemayê pêşîyê dicive û hazirîyê dike û dîsa  berî destpêkirina semînerê  jî em koordînasyon berî komê dicivin û heke hebin pirsgirêkên teknîkî çareser dikin, ango em hinekî bi disîplîn tevdigerin lewma  civînên me serkeftî û li gorî plansazîya me didomin.

PIRS: Mamoste hûn jî hem wekî Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê û hem jî wekî kedkarekî yê Koordîna komxebatê û di heman demê de jî axafatvanê semînerên vê komê yî; gelo berî niha jî komxebatên weha hatibûn kirin an na, û armanca we ya beşdarbûna vê komxebatê çi bû?

BERSIV: Kamran Simo Hedilî; Ewilî spas bo derfeta vê hevpeyvînê.  Li ser pirsa te dikarim vê bêjim bi rastî min bi xwe di Komxebata bi vî rengî de cih negirtî bû û bi qasî dizanim nehatiye kirin jî heke hatibe kirin jî hayê me ji çênebû ye.  Her çendî berê niha  komxebatên bi mijarên din ve eleqedar hatibin kirin jî lê belê ne wekî vê bi awayekî sîstematîk û bi rêkûpêk û her hefte semênerek li ser mijareke cuda me nekiribû. Bi rastî hevalên vê Koordîna komxebatê xebateke baş û kedeke mezin didin û ev ked û xebat herikbariya komxebatê bo min jî hêsantir dike.

 

PIRSBelê hûn hem wekî endamê kordînasyonê û hem jî wekî Moderasyona vê komxebatê dikarin hinekî behsa tevlîbûna beşdaran û danûstandinên xwe bikin û heke hebin zor zehmetiyên hûn dikişînin çi ne ?

BERSIV. Gulistan Kanîreş; Bi rastî vê komxebatê hem wekî jineke kurd û hem jî wekî helbesthezekê kêfxweşîyek mezin da min jî.  Lê vê bêjim, piştî me semînerên me despê kir û hinekî jî berbelav bû carinan rojê bi dehan kesî re em diketin têkiliyê. Ev yek her çendî zehmet be jî lê şanazî bû jî bo me. Wekî tê zanîn hevdîtina xwe ya ewil me ji bo hevnasînê veqatand. Lê piştî semîneran despê kir û babetên bi helbestê ve têkildar hatin nîqaşkirin, me dît jina kurd di qada edebiyatê de jî xwedî vîn û hêzeke girîng e. Ev jî dikarim bêjim cihê şanazîyê ye bo me.

 

PIRS: Bi qasî em dizanin vaye nêzîkî du mehan e karê vê komxebatê didome, gelo bi komxebatê armanc û hedefa we çi bû an jî hûn heta niha çiqasî nêzîkî daxwaz û hedefa xwe bûne?

       BERSIV Azad Zal; Ewilî wekî Azad Zal vê bêjim di roja me ya îro de pêşketina teknîk û teknolojiyê dinya bi qasî tikandinekê biçûk kirî ye. Ango berovajî demên bihorî teknolojiyê ew mesafe di navbera me de nehiştî ye. Me jî xwest em jî van derfetan bi kar bînin û bi vê yekê hem helbestvanên ku bi kurdî dinivîsin, bi kurdî difikirin hem bêhtir hevudin nas bikin û hem jî bi hev re hem helbesta kurdî hem jî ya dinyayê bêhtir nas bikin û bi hev re wî cewherê helbesbest û helbestvanîyê  kefş bikin.Yek jê daxwaza me ew e ew kesên di helbestê de pêşketine û ked dane helbestê em ji zanîn û fikrên wan jî sûd wergrin. Vê Komxebatê helbesthezên kurd yên li welatên cûda dijîn anîn ba hev û bû sebeba têkiliyeke xurt di nava wan de.

 

PIRS: Di vê komxebatê te mîsyonek çawa derdikeve holê, an jî mîsyona vê komxebatê hûn dikarin çawa vebêjin?

BERSIV: Nurcan Delîl; Mîsyon bi taybetî di afirandina nasnameyan de xwedî cihekî girîng e.  Mîsyona me ya derketîye holê ya   herî giring teqîyaye ku  emê bikaribin xwe bigêhêjînin hemû  nivîskarên xizmetkarên zimanê xwe dikin û em ê hewl  bibin pirek  wan bigêhêjînin  ba hev  û fikir û  ramanên  nivîskaran   diroka kurdan û  çanda  zimanê kurdî  vejînîn  û bi pênûsa wan  mîrasek kurdwar bihêlin ji nifşên nû re. Ji bo wê jî em ê hewl bidin kar û xebatên weha bidomînin. Bi hevrebûn serxwebûn û  xwirtbûnê tîne.

 

PIRS: Mamoste em dixwazin hûn hinekî babetên helbestê yên hûn di semîneran de li ser dişêwirin bikin. Wekî serenav hûn dikarin behsa mijarên semînerên jî xwe bikin?

BERSIV Kamran Simo Hedilî; Em li gorî plansazîya xwe her heftê mijareke diyar dikin û li ser wê mijarê semînera xwe didin.  Bingeha mijarên em dikin jî em ji pirtûka bi sernav ”Helbest Çi Ye” hildibijêrin. Wê pirtûkê deh dozdeh hêmanên helbestê esas girtine bi hurgulî ev babet vegotine.  Heta niha mijarên wekî; helbest û rola wê di pêşxistina civakê de, helbest û ziman, helbest û îlham, helbest û hişyariya hevpar û hestên azadiyê, di helbestê de sembol, sembolîzm û helbest û felsefe me di semînerên xwe de pêşkeş kirine. Vê jî bêjim bi qasî dibînim eleqeyeke baş jî ji beşdaran heye. Ev eleqe dibe sedem pirrî caran zemanê me têra pirs û şîroveyên tên kirin nake û em dema semînera ji mecbûrî dirêj dikin.

 

PIRS: Piştî xebatên komxebatê despê kirin hûn di qada helbestê de rastî bertekên erênî neyînî an jî  rexne di vê mijarê de li we hatin kirin?

BERSIV: Gulistan Kanîreş; Belê di mijarê de navnîşanên me yên elektronîk di komê de hatine parve kirin û em ji hemû fikr û nêrînên hevalên xwe re vekirîne. Ji rexneyan bêhtir dikarim bêjim bo herikbariya komê pêşniyaz û nêrînên cuda tên û em jî wekî Koordîna komxebatê van pêşnîyazan dinirxînin pirrî caran em li gor mijara wê hevdîtinê jî van pêşnîyazan bi kar tînin.Li gorî tesbîta me hevalên me yên beşdarî vê komxebatê dibin hemû jî bi projeyê gelek kêfxweş in.

 

PIRS: Vê pirsê hem wekî Azad Zal û hem jî wekî endamê kordînasyonê vê komxebatê dixwazim ji bipirsim. Bi we ev komxebata an jî Komxebatên weha hûnerî rêyeke çawa li ber hûnerhez an jî edebîyathezan vedike?

    BERSIV: Azad Zal. Komxebata me ya em a niha dimeşînin, kesên ku xwe li helbestê qewimandine, xwestine helbestê binivîsînin û an jî dinivîsin û dixwazin helbesta xwe xwirt bikin, ev Komxebata hanê yê çiqasî derî li ber wan veke, yê çiqasî pêşengiya vê yekê bike ew giring e, heta niha li gor fikra min ev Komxebat di vî warî de baş tê meşandin.  Lewma ev Komxebat bi awayekî civakî bû qada perwerdehiyê. Wekî din jî wateya Komxebatê ne ew e yek tenê derkeve ser ekranê û ders bide an jî biaxive, helbet yê kesek pêşkêşîyê bike û mijarê diyar bike û ragihîne lê wateya Komxebatê ew e hemû beşdarên komê bi fikr û ramanên xwe aktîf beşdarî gotin û vegotinê bibe, em jî bi mantiqê dixebitin.  Bi kurtî bêjim me mantelîteya Komxebatê di civînên xwe de da rûniştandin û li gorî vê mantiqê jî em ê bidomînin.

 

PIRS: Komxebat kengê û bi çi awayî hûnê biqedînin.

      BERSIV: Nurcan Delîl;Komxebata helbestê  ew ê bi şevbihêrkeke şahîyê bê li darxistin û di vê şevê de helbest yê bên xwendin û wekî mêhvan yê çend stranbêj jî bi stranên xwe yê tevlî şahiya me bibin, di heman demê de me di nava koma xwe de pêşbirkeke helbestê jî organîze kirîye û dê di dawîyê de encama vê pêşbirkê jî bê eşkerekirin. Bi dawîkirinê re jî em ê sertîfîkayên beşdaran belav bikin û ji helbestên bo pêşbirkê hatine jî em ê dosyeke helbestên komxebatê hazir bikin.

 

PIRS:  Komxebatên bi vî rengî bandoreke çawa li yê li helbestê an jî li helbesthezên kurdî bike, bi yê çi li zimên an jî li helbestê zêde bike ev Komxebatên hanê, an jî bi we Komxebatên weha yê bandorekê çêbike an na?

      BERSIV: Kamran Simo Hedilî: Bi sedî sed yê bandorekê çêbike, heke wekî axaftvan û koordînasyon bodorê li me dike ez bawerim li hevalên beşdar dibin jî dike.  Vêca heke em li dinyayê jî mêze bikin (yên wekî klasîkên dinyayê tên hesibandin û hîn em dixwînin) em ê bibînin exlebê helbestvanên wan yan li dora kovarekê, yan jî dora weşanxayekê, an jî di bin sîwaneke  din de li hev kom bûne  û li ser babetên helbestê munaqeşe kirine. Ya me jî ez bawerim yê bi vî awayî pêş bikeve. Herçendî helbestvanîya me ya takekesî kevin be jî lê helbestvanîya kolektîf hîn nû ye. Di nav koma helbestvanan de helbest xwendin û nirxandin hîn nû pêş dikeve di nava me de. Min zêde li ser lêkolîn nekiriye lê ez bawer im di vî warî de jî koma me belkî yekemîn e. Ango em her hefte 40-50 kesên bi helbestê ve mijûl tên cem hev û li ser mijareke helbestê bi hev re minaqeşe dikin.   Wekî mînak civîna me ya borî me mijara me helbest û felsefe bû. Di wê civînê de me behsa ferqa di navbera feylesof û helbestvan de kir, me behsa ferqa di navbera zimanê helbestê û zimanê felsefê de kir, me behsa rola helbestê ya di felsefê de, ya felsefê di helbestê de kir. Dixwazim vê bêjim vêca dema 40-50 kes serê xwe bi mijarê ve bişînin ne mumkune mirov jê sud wernegirin û bandor nebin. Ji ber ku her yek ji me bi pencereyeke cuda re li jiyanê mêze dike.

 

PIRS: Gelo tespîteke we heye ji çend welatan beşdarên komê hene, an jî ji her beşên welêt beşdarî heye û taybetî vê bernameyê bandorek çawa li we kir wekî helbesthezekê?

    BERSIV: Gulistan Kanîreş; belê, hema bêje ji her welatê Ewropayê û ji her çar beşên welêt û her weha ji gelek metropolên Tirkiyê beşdarbûn heye. Lê bo min ya girîng rengê jinê yê hûnerê de bû. Jina kurd di vê komxebatê bi hest û ramanên xwe rengekî din li komê zêde kir. Me cewherê jinê bi vê komxebatê bêhtir jî naskir. Belê min karê rêxistinî û ragihandinê de demeke dirêj derbas kiribe jî vê komxebatê aliyê min yê lewaz û kêm mayî bi min da zanîn, helbet ev alî, alîyê edebîyê ye.

 

 

 

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *