Înstîtuya kurdî li Stockholmê – Ji raya giştî re

Ji raya giştî re

Li hemû dem û wextê dagirkeriyê rewşenbîrî û rewşenbîr ji bona pergala kedxwar û zilimmkaran hêzên herî xeternak hatine hesibandin. Lewma li vê serdema dawî jî bi sedan nivîskar, siyasetmedar, rojnemavan û hûnermend kurd di girtîgehên Tirkîyê de bi awayekî bê heq û hukuk wekî esîr têne girtin an jî bi dozên pûç, eletewş, absurt û virtuvala tên binçavkirin, tên tehdîtkirin an jî bi dehan sal cezayê zindanê li wan tê birîn. Li welatê rewşenbîrên wî ne azad bin, mirov nikare behsa azadiya tiştekî din bike. Ji ber rewşenbîrên welatan hem dengê wijdana civakê û hem vîna civaka azadîxwaz in. Mixabin di vê sedsala 21 emîn de jî em van biryarên dijmirovanî û faşîzan dibînin û dijîn. Helbet em ê li hemberî vê biryara dad û qada faşîzan ti carî bêdeng û bêtevger nemînin. Lewma em vê biryar cezayê zindanê ya li endama koma me û hevala me Gulgeş Deyaspî hatîye birîn bi tûndî şermezar dikin. Em zanin divê ew jî bizanin tu hêz û qawet yê nekarin vîn û fikra birêz Gulgeş Deryasipîyê di nava çar dîwaran de esîr bikin. Dubare em vî cezayê li hevala me hatîye birîn bi tundî şermezar dikin. Em ê heta roja dawiyê şopînerên dozê bin. Ti  kes û ti hêz nikarin dengê wijdana civaka kurd dîl bigrin.

 

Rêvbiriya Koma Helbestê ya Înstituya Kurdî Li Stockholm ê

04.12.2020

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *