Îrfan Yildiz – Li ser pirtûka Pêxemberê jibîrbûyî Manî

Pêxemberê jibîrbûyî Manî (Kamran Simo Hedilî)
          Nivîskar Kamran Simo Hedilî li ser pirsekî wiha dibêje; niha felsefeya me, felsefeya ku îro Kurd, yan duhoyî Kurd, yan pêr, Kurd  piştî împaratoriyê em ê bêjin, împaratoriya Medan ku 150 salan hukum kir, sê fîlozafên nemir dane me Kurdan. Yê yekem, Zerdeşt da me, Zerdeşt em kirine bajarî û gundî. Gote me çandinahîyê bikin, bicih bibin êdî ne koçerî tenê. Xêr e ku mirov
cot bike, erdê bikole, bi cih bibe xêr e, kire sewab. Yê duyem, Manî ye ku Manî jî ev rastiya me ji ber ku di herêma me de em bi
gelek miletan re dijîn, Manî ev felsefe jî anî nava me. Ya mirovheziyê, ya xwezaheziyê, ya wekheviya jin û mêrî. Ev hersê tişt anîne nav me. Yê sêyem jî Mazdak e, yanê fîlozofê sêyem. Mazdak ji Manî derseke mezin girt. Wexta Manî hate kuştin bi tenê bû. Bê leşker bû, ji ber ku Manî dibêje destê min de ne şûrê
ku însanan bikuje heye ne jî kêreke ku fêkiyan jêbike dê ranehêjê. Yanê ew qasê derwêşeke. Yanê dibêje ez ê tu sûran ava nekim lê ez ê tu sûr û bajaran jî li xwe qedexe nekim. Ez ê bê
leşker bikevime hemû sûr û bajaran de, felsefeya wî ev e. Mazdak ji vêna dersekî digire. Dibêje devera ku ez ê herimê divê leşkerên min hebin. Wer dike dewleta Sasaniyan esîr digire dike hepsê de.
Mazdak hemû hikumdariyê dixe destê xwe de. Mazdak dibêje madem em hemû malên xwedê ne û ev dinya jî malê xwedê ye û milkê kesekî nîn e. Wekheviyê tîne, wekheviya Manî îcar di pratîkê de hikum dike.
         Yanê ev hersê felsefe yên me ne, niha ger ku em werin ser felsefeya xwe ya îro, ku em dibêjin bi giranê Kurdan li dora wêna
xwe dane hev û lê kom bûne, ne dûrê van felsefeyan e, ev hersê felsefe, senteza van hersê felsefeyan di rihê me hemûyan de heye. Di rihê hereketa rizgariya Kurdîstanê de jî îro heye. Yanî ew sentez ne ku ji hev qut in, yanê ne ku felsefeyeke te dît hin dijminên
me navên dîtir li Kurdan dikin, ji me derketine ev tişt. Niha sozyalîzm, ger ku em bi navê wan bêjin Mazdakê me sosyalîstê yekem
e. Heke humanîst be Maniyê me yê yekem e. Heke bajarvanî be dîsa Zerdeştê me yê yekem e. Em ji vana ne dûr in. Yanê em bi wan re ne, em neviyên wan in. Ev in yê ku me dikin em.’
         Beriya ku em derbasî nirxandina pirtûkê bibin, divê em
hinekî behsa van hersê fîlozafên xwe bikin. Da ku em armanca
nivîsandina vê pirtûkê zanibin.
1) Zerdeşt ( Zerdeştê kal ),
        Her çendî daneyeke piştrast tunebe jî kêm zêde her dîroknas an jî lêkolîner dibêjin ku Zerdeşt beriya zayîna Îsa sedsala 6an de jiya ye. Çerçova baweriya xwe bi xîmên qehîm daniye û ev di pirtûka xwe ya pîroz Avesta de bicih kiriye. Ji pirtûka wî kêm be jî gelek beşên wê heta roja me hatine. Zerdeştî oleke yekxwedayî ye û li gor vê baweriyê di xîmê hebûn û gerdûnê de wekî ku di xîmê hemû zindiyan de jî heye, şerê ronahî û tariyê heye. Temsîliyeta ronahiyê (başiyê) Ahûra Mazda dike û temsîliyeta tariyê (nebaşiyê) jî Ehrîman dike. Hewla her tiştê ew e ku di vî şerê de ronahî serbikeve. Yanê oleke
dualistik e, yê li hemberê xwe înkar nake û ji bo ku ronahî serbikeve her tim bi taritiyê re di nav şer de ne. Jiyan bi bizav û keftulefta van herdû hêzan pêkan e an jî dikare bidome.
          ’Baş bifikire, baş bêje û baş bike.’ Mirov dikare bêje ku dîstûra herî ber bi çav ev e ku exlaqê zerdeştî jî radixe ber çavê me. Û ya herî girîng jî ew e ku li gor wê heyamê
Zerdeşt wekî şoreşekî di sê xalan de yanê di sê qadên civakê eleqedar dike de hişmendiyeke nû dide rûniştandin. Li gor vê van hersê xalan mirov dikare wiha rêz bike;
1) Çandinî,
     Di felsafe xwe de gelek giranî û girîngî daye çandinî û ziraetê, ax û çandina wê jixwe nîşaneyeke şaristaniye. Dizane ku çandinî
bingeha şaristaniyê ye û vê wekî sincekî li miletê xwe ferz dike.
2) Xweza
    Fîlozofê mezin Murray Bookchin di pitûka xwe ya bi navê  ’Ekolojiya Azadiyê’ de bi kurtasî dibêje, ji bo ku ev bobelata civakî ji holê rabe divê em cardin bizivirine ser rêbaza xwe ya ku me bi xwezayê re hevsengiyek pêk anîbû. Yanê dibêje însan ji dûr ketina xwezayê ve esasê xwe de ji esasê mirovahiyê jî dûr ketiye û lewma qeyraneke piralî dijî. Ev xala girîng di felsefeya Zerdeşt de jî xaleke bingehîne û hevsengiya mirov û xwezayê
diparêze.
3) Jin
       Dîsa di felsefeya Zerdeşt de xala herî bingehîn jin e ku cihê jinê di civakê de, di tora civakê de cihekî sereke digire. Wekheviya jin
û mêrî, pîroziya jinê û bi taybetî jî vehonandina jinê ya di çand û civakê de ber bi çav hatiye girtin.
2) Manî ( Pêxemberê Ola Aştiya Rastî)
        Manî piştî Îsa navbera 216- 276’an de jiyaye. Ya rastî ji ber ku ev romana birêz Kamran Simo Hedilî li ser jînenîgara Manî
hatiye sazkirin naxwazim zêde bikevim hûrgulan ji ber ku wexta we xwend, hûnê her tiştekî tê de bibînin. Lê dîsa jî divê çend
tiştan bînim ziman.
          Wekî ku nivîskarê me jî dibêje mirov dikare Manî yekem humanîst bihesibîne. Jixwe felsefeya wî ya ku bi navê Manîheîzmê tê bi nav kirin de jî hema bêje cihê her tiştî û
her kesî heye. Li gor felsefeya Manî xweza hebûneke zindiye, divê tu ziyan lê neyê kirin. Ziyana ku li xwezayê bê kirin alikariya
tarîtiyê dike ku ev jî nahêle ronahî an jî baş î serbikeve. Kuştina heywanan wekî ya mirovan giran û guneh e. Felsefeya Manî tu
kesî ji ber cudatiya wî red nake an jî înkar nake. Ji hemû ol, çand û miletan re wekhev e. Li cem Manî nasyonalîtet tune. Dîsa cihê jinê taybet e û sereke ye, li gor Manî jin û mêr wekî du baskên firindeyekîne. Ger ji wana yek kêm be an jî şikestî be ew dem ew firinde nikare bifire. Hevsengiya jiyanane ji têkiliya jin û mêrê de dibîne û ev hevsengî û wekhevî jixwe jiyan bixwe ye.
3) Mazdek ( Sosyalîstê yekem)
         Mazdek jî piştî Îsa texrîben di navbera salên 490- 524 an jî 528’an de jiyaye. Mazdek ji wan rehîbên ( Mux- Magî-Magus) Zetdeştî yek bû, ya rastî yê herî mezin. Mazdek wekî ser an jî serokê Magan xwe wekî pêxember dide nasîn û mirov dikare bêje ku
hem xwedî fikra proto-sosyalîzm û hem jî yekem sosyalîst e. Felsefeya wî jî xwe dispêre dûalîzma Zerdeşt. Mirov dikare Manî
hinekî pasîfîst bibîne lê Mazdek li gor wî bêtir radîkal e û gelek kirinên xwe de jî vê yekê dide nîşan. Mirov dikare bêje ola Manî reforme û radîkalîze dike. Li gor wî divê mal û milk li herkesî bên belavkirin û ev jî dê bibe munesebeta xilasbûyîna nebaşiyê, yanê têkçûyîna tarîtiyê. Li hemberê her cure
mulkuyeta şexsî. Ji aliyê têkiliya jin û mêrê ve jî ne kêmî Manîye, di felsefeya Mazdek de jin kole an jî milkê mêr nîn e, berovajiyê vê keseke azad û şîrîkê jiyanê ye.
         Ew jî wekî Manî bi destê brokrasî û statûkoya ku nedixwastin dev ji berjewandiyên xwe berdin û ew û felsefeya wî ji xwe re û ji statûya xwe re wekî metirsîneke mezin didîtin ve bi
xapandin û defikan ve hatiye qetilkirin.
          Me bo çi behs wan hersê zana û felyesofên Kurd kirin, ji bo ku em armanca vê romanê zelaltir bikin me bi kurtasî ev agahiyên jor dan. Niviskar jî bi xwe dibêje armanca vê romanê danasîna Manî û
ya fikra wî ye. Ev zana û pêxemberê ku bi sedan salan bandora xwe bi taybetî li civaka Kurd bi gelemperê jî li ser hemû gel, bawerî û
felsefeyê kiriye bide nasîn, cardin bibîr bixe û bide zanîn ku me nirxekî çawa ji bîr kiriye. Jixwe navê pirtûkê jî ’Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ’ lê kiriye. Lê di pêşgotina çapa duyan de dibêje ku; ’ lê piştre tê gihîştim heke navê pirtûkê bibûya ’Pêxemberê Jibîrbirî Manî’ dê rastir bibûya. Ez gihîştim wê baweriyê ku Manî ji bîr neçûye. Pergal û olên desthilatdar,
Manî bi mirovan dane jibîrkirin.’
        Ev pirtûk her çend bi awayekî romanî hatibe nivîsar jî di esasê xwe de xwe dispêre lêkolîn û lêgerîneke li ser şopa Manî
ya bîst salan. Niviskar bi xwe dibêje ku ev bîst sal e li ser şopa Manî bi xwe ye. Lê fikra romankirina jînenîgara Manî û ola wî û
resimkirina wê heyamê ji ber ku daneyên li ber dest heya cihekî wî dibin dertê holê. Ev jî li gorî min rêya herî serkeftiye ji bo
şexsekî dîrokî bêyî ku bikeve tu kêmasiyeke zanistî an jî pêşiya tu nîqaşan vebike.
        Li gor lêkolînên nivîskar, Manî ji Mêrdînê ye, bi xwe jî Kurd e. Mirov dibîne ku mîrateya Zerdeştê Kurd di xwe û felsefeya
xwe de hewandiye û ji bo Mazdakê Kurd re jî bûye îlham û rêberekî mezin.
          Li ser romanê çend rexne;
– Li gor min qarekterên romanê ji bilî Manî zêde nehatine dahûrandin. Li rexnê gelek qerekter tê de hene jî hema bêje tu
qerekterek bi xuy û xisletê xwe di bîra mirov de namîne.
– Her çend di romanê de diya Manî cihekî girîng digire jî xêncî rola welidandina Manî zêde behsa diya wî Marmacan’ê nehatiye kirin û mixabin roman careke din li Marmacanê nazivire.
– Manî wexta çar saliya xwe de ji dê û warê xwe, ji zarokatiya xwe tê qûtkirin, bîst salan jî di nava komeke bawermendên ku cilspî
tên nav kirin de dimîne. jixwe wisa xûyaya ew felsefe û ola xwe li wir li hember hişkbûyîna vê baweriyê wekî antî-tezekî diafirîne. Lê di romanê de em zêde şerê tez û antî-tezê
nabînin.
– Gera Manî ji bo belavkirina ola xwe an jî rêxistana gel ji bo biezimîne ola xwe dikaribû berfirhtir û berbiçavtir bihata honandin.
– Ya herî girîng jî mirina Manî ye, ku mirina pêxemberekî an jî kesayetekî ewqas bibandor û xwediyê gelek şopîner û bawermendan
divê bêtir hestewar û bi hûrgulî bihata ziman. Mixabin hema yek carê de dawiya Manî tê bêyî ku mirov biherike nav êşa mirina
Manî.
Çend xalên serkeftî;
– Herikbariya ziman û çîrokê mirov nikare pirtûkê qût bibe. Heya bêje zimanekî xweş û herikbar e. Ziman li gor efsûna wê demê
hatiye honandin.
– Navên qarekteran gelek balkêşe û li gor demê ye, bawerim li gor lêkolînên nivîskar ev navana navên rastîn in.
– Mekan kurdî û kurdewar e. Mirov xwe xerîb nabîne.
– Nîqaşa di navbera Manî û Katîr ( Katir temsîliyeta Muxan dike di dîwana şahêşahan de) li hember şahêşahan serkeftî ye. Katir
wekî temsîliyeta statîkoyê gelekî baş hatiye vehonandin.
– Dîsa dîyaloga di navbera Manî û Hurmiz de ( ku Hurmiz êdî dewsa bavê xwe şahêşahan e) gelekî serkeftiye û felsefeya Manî hemû
radixe ber bi çavan. Di vir de Hurmiz ji bo ola Manî bike ola fermî ya împaratoriya xwe hewl dide ku Manî qayîl bike.Beşek ji doyalogê;
Hurmiz;
  -… Ez niha serwerê vê hikumdariyê me, heta karibim nahêlim xwîn were rêjandin.( rp. 294)
Manî;
-Ez bawer dikim, heta ji te were tu nahêlî xwîn birije. Lê dijberên me, yên dûr û nêzîk heke karibin dê vê fersendê nedin te. Heke tu dixwazî şahênşahan bî, divê artêşa te ya li dijî neyarên derve hebe. Divê hêza te ji neyarên hundir biparêze hebe… Ji bona tu li ser textê hikumdariyê bimînî, pêwîstiya te bi her du hêzan heye. Şahêşahan bêyî her du hêzan nabe, ew hêz jî bê şer tu wateya wan nabe. Oldariya min jî li dijî şerê hundir û derve ye. Ji
ber vê em nikarin barê hev rakin. (rp.294)
Çend soz ji bo dawî;
        Ger em bizivirine ser pirsa ku li serê nivîsê de nivîskarê me bersivandibû di civateke ser medyaya civakê de em dikarin bêjin ku dîrok an jî çand, xislet an jî felsefeya miletan her tim li ser koka xwe şîn dibe. Çand û şaristaniya Zerdeştê Kal, Manîheizma
Maniyê nûranî, sosyalizma Mazdek û bi dehan zana û felyesofan ve bi dehan serhildan û serokan ve heya roja me hatiye. Bo nimûne îro em li gel hemû îxanet û nokeriyan ve li gel hemû dagirker û talankerên hov ve em di Rojavayê Kurdistanê de şaristaniya Zerdeşt, xwezahezî,
mirovhezî û wekheviya jin û mêrê ya Manî û sosyalizma Mazdek dikarin bi awayekî şênbêr bibînin. Wexta mirov vê pirtûkê
diqadîne mirov hay lê dibe ku ka felsefeya Manî çendî di kûr de çû ye di hiş û mêjiyê me Kurdan de. Lewma jî dikarim bêjim ku
nivîskar birêz Kamran Simo Hedilî di vê armanca xwe de serketiye.
Îrfan Yildiz
Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *