Kamran Simo Hedilî – Kurd û keşifkirina netewebûnê

Kurd û keşifkirina netewebûnê

Kirin û gotinên biyaniyên welatê Kurdan dagîrkirine, dikin Kurd lezê bidine netewebûnan xwe û ji nû ve netewebûna xwe keşif bikin. Ji ber dema gotin tê ser azadiya Kurdan û serxwebûna Kurdistanê, av li ber berpirsên dewletên dagirkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî disekine. Li her gav avêtina Kurdan a ji bona azadiyê, ev her çar dewlet bi hev re şer li dijî wan îlan dikin. Li pey van dewletan hemû dewletên Misilmanan bi yekdevî dibêjin, ”em li dijî dewleteke serxwebûn a Kurdan in. Ev dibe perçebûna misilmanan û dibe xizmeta dewleta cihûyan -yahûdîyan.” Piştî dewlet li dijî serkfetinên Kurdan derdikevin, êdî gelên wan dewletan jî dibêjin, ”heke Kurd bibin dewlet, dawiya dinyayê dê were û nabe bibin xwedî dewleteke serxwebûnê.”
Ev dewlet nakokiyên xwe, yên rêol û îdolojî, cudabûnên xwe, hemû siyaset û partiyên cuda nakokî û dijberiyên xwe didin aliyekî û li hemberî serkeftina Kurdan dibin yek. Ev dîjberên hev ên olî, mezhebî û hêzên cuda tenê di dijberiya Kurdan de têne gel hev û bi yekdevî li dijî Kurdan dipeyivin. Çi qasî Kurd nêzîkî tifaqa netewî dibin û ber bi serkeftinê ve diçin. Berpirsên van dewletan dev ji zimanê xapandinê ber didin û bi zimanê qirkirinê dest bi strana xwe dikin. Qral, mîr, serokdewlet, serokwezîr, çepgir, rastgir, komunîst, faşîst, Îslamîst û demokratên wan, hemû ferqîyetên xwe yên siyasî û îdeolojîk didênin aliyekî û bi hev re êrîş dikin. Hin dibêjin, ”ev tiştên Kurd dikin û dixwazin bikin projeya emperyalîstan e.” Hin dibêjin, ”ya siyonîstan e.” Hin jî dibêjin, ”ya hemû kafirên li ser rûyê cîhanê ye.” Bi bêşermî dibêjin azadî û serxwebûna Kurdistanê projeya parçekirina ”Umeta Îslamê” ye. Lê 22 dewletên Ereban hene, 57 dewletên gelên Misilman hene ”Umeta Îslamê” parçe nekirine. Vêce heke Kurd bigihin azadiyê û dewleta xwe ava bikin ”Umetê” parçe dikin. Ji vê derew û bêwijdaniyê mezintir gelo çi heye? Ev derdor bi qasî dewletên xwe, rûyê xwe yî bêwijdan û zalim nîşanî Kurdan dikin. Kurd jî vê bêmafîyê dibînin û lezê li hişiyariya netewebûna xwe dikin.
Heta niha li welatên misilmanan ji bilî çend kesên xwedî wijdan ên dostên Kurdan, kesî din nabêjin mafê çarenivîsa xwe bi rêvebirinê mafê Kurdan ne jî. Lê mixabin hijmara wan xwedî wijdanan ji hijmara tiliyên du destan nabihûrin. Ji ewrên baranê çend peşkên bê bandorin û nikarin bibin barana anîna wekhevî yê. Ên din hemû li dijî maf bidestxistina Kurdan disekinin. Ji rêveberên dewletên xwe xirabtir û bêwijdantir dipeyvin. Dîsa ji bilî serokê Libyayî berê Muammer Qedafî (ew jî dane kuştin) heta vê gavê yek berpirsên dewletên Misilman, yek alimekî Îslamê, yek serokekî Îslamî negotiye azadî û serxwebûn mafê Kurdan e jî. Lê dema dipeyivin hemû dibêjin, em xwîşk û birayên hev ên ”Umetê” ne.
Tiştekî din bala mirov dikişîne û Kurdan ber bi netewebûnê ve dibe, têkiliyên bi dewlet an gelên din re ye. Ew kesên ji xwe re dibêjin misilmanin, heke dewletên wan têkiliyên xwe bi dewletên ne Misilman re çêkin, baş e. Ne xayîntî ye li dînê Îslamê û ne xulamtiya emperyalîzimê ye. Lê heke Kurd têkiliyan bi dewletan re çê bikin, xulamtiya emperyalîzim û siyonîzimê ye û kafiriya di ser kufirê re ye. Li gorî wan tenê mafê Kurdan xulamtî, bindestî û bêstatuyî ye. Ji bona vê, heta ji wan tê rê li ber têkiliyên Kurdan bi dewlet û gelên din re digirin. Naxwazin Kurd ji wan pê ve bi ti sazî û dewletên navneteweyî re têkiliyan çêkin. Dema Kurd hevpeymanên siyasî yan jî eskerî bi hin cihan re çêdikin, berpirsên dewletên dagirkerên Kurdistanê û ”ronekbîrên” wan mîna gayê Spanî yên potê sor dibînin li wan tê. Girîz ji dev û bêvilên wan diherike, hiş ji serê wan diçe û tenê êrîşî destkeftiyên Kurdan dikin.
Lê divê herkes baş zanibin, Kurdên îro yên nû, ne ew Kurdên berê yên kevin in. Ev Kurdên nû hem tifaqên xwe bi cîhanê re çêdikin û hem li tifaqa nav xwe digerin. Her roja diçe ji vê dîjberiya li hemberî hev ibretê digirin û tifaqa xwe çêtir çêdikin. Êdî dizanin, dagîrkerên welatê wan ji bêtifaqiya wan sûd digirin û naxwazin tifaqê çêbikin.
Belkî netewebûyîniya Kurdan li gorî netewebûyîniya Tirk, Ereb û Farsan ji ber hin sedeman derengtir bi pêş ketibe. Lê êdî hêza netewebûna xwe keşifkirine û li ser bingihê ji ya derdorên xwe gelekî çêtir netewebûna xwe ava dikin. Netewebûna xwe li ser bingihê hemû mirovahî jê re rêzê bigirê, bi pêş dixin. Bi zanîna nirxên serdema nû yên hêja, ketine rêya netewebûnê. Kurdan demokrasî, mafên mirovan ên takekesî û kolektîf, azadiya zayîndî, jîngehnasî (ekolojî) û wekhevî kirine nasnameya netewebûna xwe. Ev dihêle netewebûyîniya wan û yekîtiya wan a neteweyî li ser bingehê demokrasiyê bi pêş bikeve. Êdî Kurdên xwedî nêrînên cuda, xwedî olên cuda, xwedî partiyên cuda têne gel hev û li ser tifaqê dipeyivin. Şêwirên neteweyî li dar dixin û dîtinên xwe li ser çareseriyê ji hev re dibêjin. Kurd dizanin netewebûn karekî zehmete, jê re zihniyeteke nû û zanebûneke hevbeş divê. Li her çar parçeyê Kurdistanê û hemû cîhanê bi hev re di nav hewildana yekgirtina neteweyî de ne. Her çiqasî hêzên dagirker ji aliyê erdnîgariyê ve welatê wan parçekiribin jî, dilê wan bi hev re lê dixe. Bi vê kelecanê kar dikin û ji bona yekîtiya neteweyî bi ser bixin, kar dikin. Bi vê xebatê cudabûyînên civakî jî hêdî hêdî kêm dikin û tiştên hevbeş nêzîkî hev dikin. Bi awayekî cewherî li gorî rêgezên (prensîpên) demokratîk beşdarî gofûgoyan dibin.
Dizanin, dewletên welatê wan li hevparkirin rehet nasekine û bi hemû karîna xwe ji bona pêşiyê li pêşketinên wan bigire, dixebitin. Berê hinekî sergirtî dijberî dikirin, mînek berpirsên dewleta Tirkan weke li dijî tevgera bakur in, bi beşên din re diaxiftin. Berpirsên Îranê jî, xwe dîjberê tevgera netewî ya rojhilatê Kurdistanê û dostê beşên din xwe nîşan didan. Berpirsên Îrakê digot, hemû mafên Kurdan li Îrakê heye. Jixwe yên Sûrî digot, ”Kurd ji derve hatine” û ti pirsgireka me bi Kurdan re nîne. Hemîyan xwe dostên beşên ne di bin destên wan de nîşan didan. Lê bi serkeftinên li rojavayê Kurdistan û referanduma başûr re derket holê bi qasî neyarê Bakur, Rojhilat û Rojava ne, ew qasî neyarê Başûr in jî. Yanî bi kurtî, hemû neyarên hişyarîya netewebûn û serkeftinên Kurdan ne.
Lê divê hemû dost û dijmin hesabên xwe baş bikin û vê baş zanibin. Kurdên vê sedsalê hem tifaq û netewebûn xwe pêşdixin, hem jî xwe ji rizgariyê re amade dikin. Zêdeyî hezar salî ye cara pêşî ye bi zanîn xwe ji fersendan re amade dikin. Ji bona ev fersend ji destê wan neçe, xabatê dikin û xwe ji şêwr û tifaqê nadin paş. Astengiyên li pêşiya netewebûna xwe yek bi yek radikin. Bi vê zanînê tifaqa netewî pêş dixin, hêz û kesên bi dagîrkeran re kar dikin ne nas dikin. Û êdî weke berê li Beko Ewanên nanê xwe ji nakokiyên hêzên Kurdî dixwin, guhdarî nakin.
Bi hêvî û kelecana rizgariya ji nîrê koletiyê li vê sedsalê dinêrin.

Kamran Simo Hedilî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *