Kamran Simo Hedilî – Rojên pîroz

Rojên pîroz
Gelên ku rojên xwe yên hêjayî pîrozkirin û cejnên xwe yên pîroz afirandin, gelên mezin in. Gelên ku nekarîne pîroziyên xwe biafirînin, neçar in bi pîroziyên gelên din xwe îqna bikin. Bi awayekî din bêjim, gel û netewên ku sî ji xwe re çênekirine, neçar in li ber siya gelên din xwe hênik bikin.
Ti gel û netewan cejn û rojên xwe yên pîroz bi gotinan ne afirandine. Bi keda lehengan û xwedî derketina li lehengiyên xwe cejnên xwe afirandine. Gelên ku bikêr nehatine an jî ji wan nehatiye ku li leheng û lehengiyên xwe xwedî derkevin, neçarî jiyana li bin destên biyaniyan ne.
Ev pirs têne bîra mirov, gelo çima piştî cejna Newrozê, Kurdan nekarîne leheng û lehengiyên hevpar biafirînin. Gelo ji Newrozê pê ve rojeke an jî cejneke Kurdan a hevpar heye? Ez tenê cejna Newrozê dizanim û ti roj û cejnên din yên hevpar nizanim.
Tenê cejna Newrozê ye ku bi hezarên salaya hemû çîn û tebaqen Kurdan wê weke cejna xwe dibînin. Ji ber ku di afirandina vê cejnê de pêşiyên Kurdan kedeke bêhempa ya hevpar dane û ew afirandine. Lehengiyên dîrokî di vê rojê de kirine û serkeftinên dîrokî bi dest xistine. Ji ber wê hemû ol, hemû herêm û çînên Kurdistanê cejna Newrozê ya xwe dibînin.
Îro pêwîsteya Kurdan bi afirandina cejn û rojên pîroz yên hevpar heye. Lê mixabin Kurd hê gelekî dûrî cejnên hevbeş in. Bê çawa oldarên Kurdistanê tenê cejna ola xwe pîroz dikin û wê pîroz dibînin, cejnên olên din yên li Kurdistanê nas nakin û pîroz nabînin. Her wisa terefdarên her partiyê rojên partiya xwe pîroz dikin û yên partî û beşên din yên Kurdistanê nas nakin û wan rojan ji xwe re pîroz nabînin. Heta mirov dikare bêje, pîrozkirina wan rojên ku hin teref pîroz û hêja dibînin, terefên din jê nerihet dibin. Naxwazin mirov li gel wan li ser keda lehengên ku ew roj afirandine bipeyive. Lê dema mirov li ser kirineke partiya wan ya herî biçûk bipeyive, rûyên wan dikene. Bi vê mantiqê ne cejnên hevpar, ne lehengên hevpar û ne jî rojên lehengiyên hevpar têne afirandin.
Em bala xwe bidin gelên cîhanê yên ku xwe rizgarkirine, roja artêşê, roja destpêka tekoşînê, roja serkeftinê, roja lehengan wekî din pir rojên pîroz û hevpar ji xwe re afirandine. Heta gelek welatan roja kulîlkên xwe, roja evîndarên xwe, roja ala xwe, roja şehîdên xwe û wekî din bi sedan bi navê cuda cejn û rojên hevpar pîroz dikin.
Berî vêga bi bîst salan min ji xwe pirsî, gelo heke ji Kurdan pirsa cejna Kurdên ne ji ola wan were pirsîn çend kes dê karibin bersivê rast bidin? Ji Yarî pirsa cejnên Êzîdiyan were kirin, ji Êzîdiyan pirsa cejnên Elewî were kirin û ji Misilmanan pirsa cejnên wan olên din were pirsîn, çend kes dê bersivê bidin. Li ser vê meraqê min ji gelek kesên olcuda pirsî, yek Kurdî/e cejnên olên din ên Kurdan nedizanî û bersivên neyînî didan. Ne tenê nedizanîn, ne dixwestin zanibin jî û zanîna cêjnên olên din ji xwe re bêwate didîtin.
Meraqa min ya berî bîst salan vê heftiyê dîsa mêjiyê min tixtixand û kir ku ez pirsa heftiya lehengan bipirsim. Weke tê zanîn van rojan li bakûrê Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê û kêm be jî li başûr û rojhilatê Kurdistanê heftiya lehengan (qahremanan) tê bîranîn. Heta li gelek welatên cîhanê civîn, semîner û konferans têne lidarxistin. Li ser lehengên ku bi keda xwe ev hefte afirandine dipeyivin.
Ez di wê baweriyê de me ku hemû kesên xwedî wijdan ne keda Mezlûm li zîndana Amade û ne jî lehengî û keda Egîd li çiyayên Kurdistanê dikarin înkar bikin. Ev leheng, lehengên hemû Kurdistanê ne û pêwîst e ku heftiya wan afirandî hemû Kurdistanî ya xwe bibînin.
Lê mixabin ne wisa ye. Min vê heftiyê ji deh kesên ku ne nêzîkî tevgêra ku Egîd û Mezlûm di bin pêşengiya wê de lehengî kirin pirsî. ´´Tu di derbarê hefteya lehengan de çi dizanî?´´ Ji her dehan yekî/e jî tiştek ne dizanî. Ev kesên ku xwedêgiravî xwe zana û siyastemenderên Kurd didîtin tiştek nedizanîn an jî weke nedizanin bersiva min didan. Min ji wan pirsî, ´´Tu Mezlûm û Egîd nas dikî? Tu dizanî li ku şehîd bûn?´´
Her deh kesan Mezlûm û Egîd nas dikirin. Hemiyan dizanî ku li zîndana Amedê û çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn. Lê kesî ji wan nedizanî ku heftiya lehengan bi lehengiya wan hatiye afirandin. Gelo di navbera oldar û partîdarên Kurdan de çi ferq heye? Oldaran ji cejnên ola xwe pêve cejnên ti olên din nedizanî. Oldarî û partîdariyê mêjî û çavên kurdan girtiye. Ev hizirkor ne ji bo tifaqê çêkin kar dikin. Ji bo tifaq çênebe û Kurd nêzîkî hev nebin her tiştî dikin.

Kamran Simo Hedilî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *