Muhsin Özdemir – Şeva pisê Qeys

ŞEVA PISÊ QEYS

Diyarî Ji Bo Roja Çîrokê Ya Cîhanî

Di welatê me de gelek çîrok û serpêhatî hene ku bûne hafize ango vebîr ji hemû endamên civakê re.  Her wiha ev çîrok û serpêhatî ji bo wan perwerdehiya jiyanê ye jî.  Kesên ku di perwerdehiya hafizeya civakê de kêm bibin ji bo wan her tim kêmasî ye.  Nexwasim di deverê çol û pesar yên wek herêma Botanê de nikarin bêyî vê hafizê kar û barê xwe wekû tê xwestin bi rêve bibin.  Hinek demsal ji bo wan salnameya jiyanê ne.  Hinek roj û hefte jî ne wek rojên ji rêzê ne.  Ji van deman yek jê zîp û çileyê zivistanê ne.
Kesên ku dema hatina zîpan û dawiya çile nizanibin û bêwext tevbigerin dibe ku gelek bela jî werin serê wan di rêvebirina jiyanê ya di van çol û çiyayan de.  Çîroka Pisê Qeys jî di van deman de qewimiye.

Pisê Qeys navê zelamekî ye.  Mirovekî dewlemend e.  Her salê piştî zîpan diçe karwaniya salane.  Heta ku zîp neborin dernakeve karwaniyê.
Di rojeke hewa sahî û nerm û xweş de diçe nav rezê xwe ji bo kezaxê.  Rezê wî di paleke çiya de ye.  Li kêlaka rezî darên qurmstûr û mezin jî hene.  Pisê Qeys mêwên xwe dikezêxe û dûv re li dewr û ber temaşe dike.  Dibîne ku çûkekî hêlîna xwe di nav dareke wisa mezin de çêkiriye, ferxikên xwe jî derxistine.  Ji xwe ev çûka hanê zû çêlikan derdixe lê haya Pisê Qeys ji vê zû çêlikderxistina wê nîne.  Ev çûk çûka TILOTANÎ ye.  Gewdeya vê çûkê hinge tiliyekî  mirovan ya berenekê heye yan nîne.  Lê dema tu li hêlîna wê dinêrî dibêjî qey hêlîna teyrê sîmir e: Hêlîna xwe ne di nav dareke pir mezin de be jî çênake.  Bi gelek pûş û keleman hêlîna xwe çêdike.  Gelek pirtikên rengorengo jî li nav dixe da ku xweşik bixwiyê.  Ev jî nebese, deriyê hêlîna xwe jî jibîr nake.  Pirtikên teyrên mezin tîne.  Di nav van pirtikan de pirtika herî xweşik hildibijêre û bi devê serderiyê hêlîna xwe ve dadileqîne.  Ev ji hêlîne re dibe derî.  Çûka tilotanî xwe bin vê pirtikê re dike û derbazî hêlîna xwe dibe.  Pirtik wek deriyeke otomotîk dikeve ber derî û digre.

Pisê Qeys dema ku vê hêlînê dibîne keyfxweş dibe.  Ji bo wî êdî zivistan qediyaye.  Vê jî ji hêlîn û ferxikên çûka tilotan fêhm dike.  Hema bi lez û bez berê xwe dide malê û tê ba bavê xwe.  Ji bavê xwe re dibêje; bavo êdî demê karwanê salane hatiye ku em bi rê bikevin.  Çûkan jî ferxik deranîne.  Lê bavo iqna nabe û dibêje; heyho heyho! Hê sal û zeman mane ku bihar bê.

Pisê Qeys bi gelek xulamên xwe ve karwanê xwe bi rê dixe.  Heyanî diwestin rêve diçin.  Li cihekê radiwestin û bêhna xwe vedidin.  Dinya dibe ewr, dûv re jî berf dibare.  Dibare û hey dibare… Êdî nikarin rêve jî herin.

Berf mîna lodan li ser wan de dikeve.  Kes hay ji kesî namîne û nikarin hev bibînin jî.  Pisê Qeys tu mehwer û çareyê nabîne ku xwe rizgar bike.  Li deveha (huştirê) xwe dinêre.  Dû re devehekê serjê dike û xwe têxe nav zikê wê.  Dema ku ew sar dibe yeka din serjê dike.  Heyanî dibe sibeh, heft devehên xwe wisa digurîne û xwe germ dike.  Wê şevê dinya heft caran dibe sahî û dibe berfbarîn.  Demekê dinya ronî dibe, hewa hinekî sist dibe û berf jî hew dibare.  Li dora xwe dinêre kesek zindî nemaye.  Hemû karwanê wî hişk bûne û bûne qeşa. Berê xwe dide hêlîna çûka tilotanî, dibîne ku çûk jî li ser hêlîna xwe bi ferxikên xwe ve qerisiye û miriye.

Pisê Qeys ji kesera dil dibêje:
Ey çûka tilotanî
Te bi sal û mehan qey nizanî
Te mala xwe xera kir
ya min jî li ser danî

Pisê Qeys vegeriya malê, bi tena serê xwe; ne karwan ne jî karwanvan pê re bûn.  Hay jê nebû ku her du jinên wî li ser hezkirina xwe ya ji bo Pisê Qeys bi hev re ketine nav şertan.

Du jinên wî hebûn.  Yek jê dotmama wî bû lê hinekê temen dirêj bû.  Ya din jî biyanî bû lê ciwantir bû.  Her yekî ji wan digot; ez raneza me ji hesreta Pisê Qeys.  Her du jî çav li rê bûn ku Pisê Qeys were û evînî û hezkirina xwe jê re raber bikin.

Dema ku Pisê Qeys hat malê her du jinên wî yek ji berî yekî got; ji qehra te xew neketiye çavê min.  Pisê Qeys xwest vê rastiyê jî hîn bibe.  Pirsiyar kir: De bêjin kê ji we dizane şeva din dinya çend caran bû sahî û çend caran bû berfbarîn.  Jina wî ya ciwan çend tişt gotin lê nerast bûn.  Jina wî ya temendirêj(dotmama wî bû) got: Ez ji ber xema te ranezame.  Şevê din dinya heft caran bûye sahî û berfbarîn.  Pisê Qeys hezkera xwe ya rasteqîn jî nas kir.  Jina ciwan jî ji ber derewê xwe lêborîna xwe xwest.
Bavê Pisê Qeys mafdar bû ku gotî: Heyho heyho.

Ji xwe carina dibêjin Şeva Heyho jî.

Muhsîn Ozdemîr

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *