Şoreş Reşî – Kurdên Tonuzlû/ Îzol ê ku mîrnîşîna ”Menteşê” damezirandî

Kurdên Tonuzlû/ Îzol ê ku mîrnîşîna ”Menteşê” damezirandî

Li Xorasanê, 60 km li bakûrê bajarê Meşhed ê, navça Çinaran, li bakûr ê wê jî bajarê Qoçan heye. Piranîya nîştecîhên wan û yên gundan kurdin. Li herêmê gelek êl û zendên kurd hene; hinek ji wan wihane: Kawî, Bezkî, Hemzikî, Şêxikî, Şadî, Birimî, Îzolî, Kosealî (Reşî), Ziravkî (Reşî), Virî (10 êl-toper), Milan (Dodkî), Kerikî, Badilî, Torisî û hwd. Êla ku min navê wê di dawî de nivîsî an êla Torisî di navbera Qoçan û Çinaran de dijî. Hinek ji wir çûne dora bajarê Kelat û Laînê jî. Ew piranî bi Cafikan ve tev digerin. Texmînî serhêjmara wan bi kêmanî 10 hezar neferin. Prof C. Turkay wek ”Torosan an bi navê din Alîkocali/Turaşan ya ji Heciyan li Yurexîra Edenê, Qirşehîr û Aksarayê dijîn. ” Hinek dîtin Torosiyan di nava Îzolan de, hinek di nava Milan û hinek jî di nava Kawîyan de dibînin… Axaftina Torisiyan nêzikî Miliyan e. Dîsa Dodikîyên di nava Torisiyan de wek Milî tên zanîn. Her çiqes va zendana piranî bihev re tevgerîyane, ketine nav hev jî, bi dîtina min ew Îzolî ne. Va êlên min nav nivîsîne ji Xorasan bigre heta Efrîn û Kobanî, ji wir bigre heta Enqerê, bajarên dora çemê Firat, li bajarên Rojavayê welatê me û li gelek cîhên din bela dijîn…
Di ve nivîsê de dixwazim bala we bikşînim ser êla Toruslû an Torisî… Tenê wek êlekê an peyvekê xûya bike jî bi dîtina min ew derîyekî rastiya dîrokê vedike! Wekî min gelek caran nivîsî kurdên îro li dervayî Welat û dora Firat dijîn di se merhalan de ji Xorasan, Sîstan û Mazenderan anîne û hatine Anatoliyê:
1. Di serdema Emevî û Abasîyan (680, 760, 809) de,
2. Di serdêma kuştina (754) Eba Muslim Xorasanî de û
3. Di serdêma hatina/êrîşên (1219) moxolan de.
Di serdêma moxolan de mirov dikarê bibêje ku piraniya kurdên li Xorasan a mezin û Qefqasya hemî hatin rojavayê Anatoliyê, dora Helebê, heta Filistînê belav bûn… Kurdên di van se merhalan de ji Xorasanê hatine li Bakûrê Kurdistan û li Turkiye li bajarên mîna: Mereş, Meletî, Semsûr, Qonya, Enqerê, Kûtahya, Denizlî, Aydin, Mûxla û gelek bajarên din îro wek bajarên tirknîşîn têne zanîn mîrîtîyên xwe êlî/zendî damezirandin… Dîrokzanê tirk, bi zanyarî vana wek ”Turkmen” ya jî wek ”Oxuz” binav dikin û îdîa dikin ku ew tirkin. Lê tu eleqa piraniya wan bi tirkan re nîne.
Prof. Faruk Sûmer, yek ji wan kesana ye ku bingeh û çerçeva dîroka tirkan danîye û li ser vê babetê wiha dinivisînê: ”Di beşa duyemîn a ss XIII an de, sultanên Selçûqî ne xwedî wê hêzê bûn ku Turkmenan têxin bin desthilatdariya xwe…” Di peyva ”Turkmenan” de mebesta wî kurdên ji Xorasan, Sîstan û Mazenderan anîne û hatine. Bi berdewamî dinivîsînê ku: ”Dema moxol hatin Anatoliyê sultanên Selçûqî nikarîn bi Turkmenan ve bibin yek û berêyekê dirûst bikin û li hember wan bisekinin. Berevajî vê, li hember Turkmenan xwe spartin moxolan. Turkmenan seri li ber moxolan netêwandin û derbasî berxwedanê bûn. Bi ser vê yekê de yekem hukûmdarê wan Îlhanî Hûlagû (1256-1265) ferman da ku Turkmenan ji cîhê wan rakin û bajon cîhên din. Bi ser ve de derbeyeka mezin li Turkmenên li Qeyserî û Sêwasê niştecîh û Axaç-Erîyan (Mereş) xistin. Yên ji mirinê rizgarbûn jî, çûn xwe avitin paş Memlûkan. Îbn Şeddad, radigîhînê ku di serdema sultan Bay Bars de (1260-1277) 40.000 an zêdetir mal ji Gazê heta Antaqya û Sîsê (Kozan) bicîh bûn. Ew havînan heta Sêwas û Uzun Yaylê diçûn. Dîrokzan Îbn-Saîd (mirin 1274) di pirtûka xwe ”Kîtab bastil-arz” de dinivîsê ku Turkmen têne li herêma Denîzlîye 200.000, li Kastamonu 100, li Kutahya jî 30.000 çadir bûn. Vana xalîçe çêdikirin -ku ew huner ji Asya Navîn bi xwe re anîbûn- difrotin dewletên xarîc  êrîş dibirin ser Bîzansan. Turkmenên li Denîzlî yê (navê xwe yî esas Tonuzlû ne) di beşa duyemîn a ss XIII an de xwe gîhandin derya ya Egê û dewleta bi navê Menteşê damezirandin. Bi lawazbûna Selçûqîyan re li Denizlî yê kurên Înanç, li Antalya û Isparta jî kurên Hemîd hatin damezirandin. Ji berê de gelek Turkmen li Denizlî yê dijin. Di sala 1277 an de li Kutahya Germîyan dijîn û vana di sala 1240 an de ji Meletî hatin Kutahya. Ew bi ser êrîşên moxolan de hatin.”
Ew agahîyên ku Sûmer didê pir girîngin, heger em bala xwe bidinê dibêje ku Selçûqîyan hêza xwe tunebû ku Turkmenan texin bin desthilatdariya xwe û îtîfaqê li gel wan bikin. Lewra Turkmenê ku ew qal dikî Kurd bûn. Selçûqîyan, kurd ji xwe nedîtin û heta ew wek dijminên xwe didîtin. Li hember wan bi moxolan re îttîfaqê dikin û li dij ”Turkmena” disekinin. Nuqta din a girîng, serhejmara wanên ku 40 hezar çadirin. Ew teqrîbên dike 240.000 mirov ku gor wê serdemê hêjmaraka pir pir mezine. Yên li dora Denîzlî ye jî 200 hezar çadirin ku dike mîlyonek mirov! Nuqta seyemîn a girîng jî navê wan ê ku wek Tonuzlû binav dike. Tonuzlu/Torozlû/Torisî îro jî li Xorasanê li dora bajarê Çinaranê henê û girêdayî Îzolan xûya dikin. Heta roja îro jî xalîçê çêkirina wan meşhure. Xala dawî ya gîrîng jî ew ku dibêje wan a dewleta Menteşê damezirandin.
Dewlet/mîrnîşîna Menteşê (1261-1424) li bajarê Mûxla ye, ji alî fermandarê bi navê Menteş (? -1282) ve hatiye damezirandin. Şikarî di pirtûka xwe bi navê ”Karaman-namê” de dibêje: ”Berî ku Menteşê werê ve herêmê bi bavê xwe Heci Bahaddînî Kurdî ve Sêwas îdarê dikirin.” Ew jî agahîyeka gîrînge ku bavê wî wek `Kurdî` tê zanîn û berê li Sêwasê bûne. Wekî li jor jî min anî ziman ew ji Xorasanê hatin Azerbeycanê ji wir jî hatin herêma Sêwas, Qeyserî yê lê moxolan ew ji wir jî derxistin. Piştî wê terin dora Mûxla û Aydine. Dîrokzanê Bîzans Georges Pachymere agahîyên giring dide: ”Împarator Mîchael di sala 1269 an de di bin fermandariya birayê xwe Johannes de arteşek şand ser herêma Karîa (Mûxla) ya ku ketî dest misilmanan û hewil da ku bi persan re peymanekê çêke. Dîsa împarator di otobîyografîya xwe de dibêje: Pers li dora kaniyên çemê Menderes û cîhên din hatin dîtin. Me nikarî vana ji holê rakin lê me ew bi xwe ve girêdan. Wana bi keştîyan êrîşî Rodos û gelek cîhên din kirin. Gelê wan deran ji warê wan derxistin. Di wê serdemê de li Rodosê korsanekî bi navê ”Lawê-kurdan” meşhûr bû. ” Pir girînge ku Bîzansiyan, miletê hatinî heremê wek pers ditînê, ne wek tirk! Di wê serdêmê de pers-kurd wek hev dihatin dîtin. Dîsa li Rodosê kesekî bi navê lawê-kurdan hebûye. Bi vî awayî hemî çavkanî îşaret dikin ku yên mîrnîşîna Menteşê damezirandî kurd bûne.

Sinûrên mîrnîşînê li rojhilat ji Antalya destpêdikir, Finikê, Kaş, Elmali, Tavas, Bozdogan, Çîne dikire nava xwe û heta çemê Menderes direj dibû. Nevîyê Menteşê Ahmed Gazî (1378) di kîtaba mizgefta Mîlasê de nivîsîyê ku bavê Menteş Eblîstan û bavê wî jî Kurî ye. Dema Menteş dimirê kurê wî Mesûd (1282-1320) derbasî cîhê wî dibe. Mesûd jî Rodosê digre (1300) û xûya ye ku ew xwedî hêza behrê ne. Mîrnîşîn di sala 1424 an de ji alî Osmanîyan ve ji holê radibe.
Herçiqes ev babet hewcedariya xwe bi lêkolînên kûrtir hebê jî, mirov dikarê bibêje ku mîrnîşîna Meneteşê ji alî Torisiyên Îzolî ve hatiyê damezirandin. Dema mirov tevgera wan ê piştî hilweşandina mîrnîşînê jî dişopînê, dibînê ku tekîlîya wan bi Milan, Reşî, Kawî û yên din re heye û ew dîsa berê xwe didin Xorasanê…

Şoreş Reşî

 

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *