SPASDARÎ JI BO SPASNAMEYA ZANA, REWŞENBÎR Û WÊJEHEZÊN KURD.

SPASDARÎ JI BO SPASNAMEYA ZANA, REWŞENBÎR Û WÊJEHEZÊN KURD.

Rêzdarên hêja:

Wekî we çawa dayî diyarkirin ev demeke dirêj e bi rê ya Zoomê em wek rêveberiya koma helbest û wêjeyê ya ku di bin navê ”Instituya Kurdî li Stockohlmê” de tê birêvebirin, em  li gor derfet û têgehiştinên xwe li ser wêjeya netewa gelê Kurd kar û xebatekê dimeşînin. Her çendî li gorî deryaya wêjeya Kurdî dilopek be jî, lê bi rastî di hêla sitratejîk de em vê weke  xebateke hêja û pêdivî dibînin.

Ev kar û xebata me ji aliyê we ve bi awayek xweşbînî û wek xebateke hêja û serkeftî hatiye dîtin. Ji bo vê baldariya we , em gelekî şanaz in û spasdariya xwe ji we rêzdarên hêja  re  diyar dikin. Di hêla m’anewî de ev ji me re bû hêz û moralek bilind ku em bêhtir li vê kar û xebata wejeyî xwedî derkevin û vê astê bilindtir bikin.  Wêje deryayeke bê binî ye piştgir û hezkiriyên wê tunebin wê rojbiroj ber bi çikandinê ve here.

Em neteweyek bi milyonanin di rojhilata navîn de, em ji wan neteweyên xwedî çand û wêjeya herî kevnar in. Lê mixabin di raya cîhanî de em hê jî ne xwediyê statuyekî fermî ne. Ev rewşa ha hê bêhtir barê rewşenbîr, zana, alim, oldar, wêjezan, hûnermend, pîşesaz û siyasetmedarên Kurd girantir dike. Pêwîst e  em li hemû nirxên xwe xwedî derkevin.

Lê bi rastî em ji bo hunera ziman û wêjeyê çi bikin hindike. pêwîst e her kurdekî xwedî taybetmendî û welatparêz xwe deyndarê netewa Kurd bibîne û di hêla piştgiriyê de em hev destek bikin û ala hevgirtinê bilind bikin. Bi taybetî dîwana wêjehezên neteweyî ava bikin.

Bi van hestan em careke din ji we rêzdaran re spas dikin.

Digel rêz û silavên me.

Kamran Simo Hedilî

Serokê instituya Kurdî li Stockholmê.

 

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *