Kamran Simo Hedilî: Têkiliya îlhamê û hêzên veşartî

Têkiliya îlhamê û hêzên veşartî
Ji ber ku helbest, cureya wêjeyî yê herî kevn e, vê kevinbûna wê kiriye ku bibe mijara gelek rexnegir û zaneyan. Ji beşên din yê wêjeyê bêhtir, li ser hemû aliyên helbestê zaneyan serê xwe êşandiye. Li ser ziman, naverok, sembol, felsefe, muzîk, awayê nivîsandin û îlhama helbestê, lêkolînên berfireh hatine kirin.
Zaneyên serdema pêşî digot, helbestvan li gel Xwedayên huner di têkiliyê de ne. Û wan digot, yên wan wisa xweşik didine peyvandin û van peyvên xweş bi wan didine gotin, Xwedayên huner in. Mirov nikarin gotinên wisa lihevhatî çêkin û bibêjin. Ev nêrîna civaka ku hê hêza xwe û zehmetkêşiya helbestvanan nasnekirî ji gelek feylezof û zaneyan re jî bû bingehê nihêrîna wan a li wêje û afirandina helbestê.
Platon dibêje, ”helbesta ku kaniya wê ne îlham be, bênirx dimîne. Bi tenê îlham dikare helbestvanan bixe rêkûpêkiya sofîtî û pêxemberiyê. Ji bo vê ye ku zîrekî û cefa têra afirandina helbestê nakin.” Di baweriya Platon de îlham, têkiliyên xwe bi Yezdanan re heye. Vê nihêrîna Platon bandora xwe li ser pirr olên semawî kir. Hin ji wan olan heta roja me hatin û hê di jiyana civatan de bi roleke aktîf radibin. Vê nihêrîna Platon wisa kir ku hin helbestvanan got, em pêxember in û em peyamên Xwedayê xwe dibêjin. An jî gel ji wan re got, hûn pêxember in û li dûv wan çûn.
Hin kesan jî got, her helbestvanî Ehrîmanekî xwe heye. (Xwedayekî xwe yî xirabiyê heye.) ”Ehrîmanê wan, wan wisa perwerde dike û wan fêrî xweşpeyvînê dike. Cihên ji cîhanê dûr ji wan re dibêje û xweşiya vê cîhanê bi helbestvanan dide gotin. Ev giyanên xirab in ku dixwazin raman û hestên mirovan ji cîhana duyemîn dûr bikin û wan bi xweşiyên vê cîhanê bixapînin.” Yanî hinekan digot, Xwedayên başiyê û hinekan digot, Xwedayên xirabiyê bi wan didê gotin. Bi vî cureyî, rê li ber rexneyên, rexnegirên wêjeyî digirtin û awirên zanistê ji nirxandina helbestê dûr diman.
Helbestvan û rexnegirê Emerîkî, Edgar Alan Poe, nihêrîna ku îlhamê bi Xwedayan re têkildar dikin, hinekî jî dike tawanê helbestvanan û dibêje, ”pozbilindiya helbestvanan rê nedida wan ku li xwe mikur werin. Ka çiqas cefa û zehmetiyê di ber afirandina helbestê de dikşînin. Zehmetiyê nîşan nakin, da bi derdoran bidin pejirandin ku ew îlhamdar in û berhemên wan jî berhemên îlhamê ne.” Ev nihêrîn gihişte heta serdema şerê navxweyî yê Ewrûpa. Heta hin kesên wê serdemê jî, di nirxandina helbestê de digot, ”helbestvanî dayîna Xwedê ye, helwêsta pîroz û hêza Xwedayî helbestê bi helbestvanan dide afirandin.” Wan jî helbestvan dixistin bin bandora hêzeke veşartî. Li gorî baweriya wan ev hêz nebe helbestvan nikarin helbestê biafirînin. Ev nihêrîna ku bingehê xwe ji perwerda pîrozgehên olî, manastir û medresan digirt, heta şoreşa Fransayê hat.
Divê berî her tiştî were zanîn, helbestvan mirov in ku dinivîsin û xweş dibêjin. Ji çaxên pêş û heta roja me ji aliyê hizirî û xweşikhunandina peyvê ve pêşengên civatê ne. Ji bo ku di serdemên pêşî de bûne berdevkên zanîna civatê, di nav civatê de pîroz hatine dîtin.
Platon ji bo helbestvanan dibêje, ”Helbestvan kesên bi bask in û pîroz in.” Bi dîtina pêhesîn û hestê civatê yên hevpar pêşverû ne û kesên ku ji bo veguhertinan dibêjin. Yanî helbestvan ew kes in ku di civata xwe de dihizirin û gotinên sipehî û xweş dibêjin. Li gotinên wan tê guhdarîkirin, rêz ji wan re tê girtin. Ji ber ku karê wan hizirkirin û hizirnivîsandin e, bûyeran cudatir dibînin û zû bi bûyeran dihesin.
Vê hizirkirin û hişyariya wan, kiriye ku navên wan ji navên fermandarên dîrokî dirêjtir li nav gelan bimînin. Di dîrokê de, şer û siyaset pirr caran bi hevdu ve hatine girêdan. Di dîroka çûyî de bi hezaran şer bûne. Bi hezaran jî fermandar û leheng hatine û çûne. Navê pirran ji wan fermandar, leheng û keyên (qralên) şer hatiye jibîrkirin. Lê helbestvanên ku bi hestên xwe yên germ, bi form gotinên xwe yên bi aheng li ser wan qral, fermandar û lehengên şer bandor kirî, ti caran nehatine jibîrkirin. Ev bi serê xwe, tenê serbilindî û rûmet e ji bo wêjevan û helbestvanan.
Di serdemên derbas bûyîn de rola ku ji helbestvan re dihate dayîn di roja me de mirov nikare bibêje ku tê dayîn. Sedemên vê hin tiştên nû cihê gotin û ramanê girtine.
Lê hê jî hin kes afirandina helbestê dikin berhemê îlhamê û wê nihêrînê diparêzin. Ez bi xwe dibêjim, helbest ji kaniya cefa û zîrekiya helbestvanan dizê. Ti hêzên veşartî, ti helbestan bi ti kesî nadine nivîsandin.

Kamran Simo Hedilî

Parveke

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *