Têngîz Sîyabendî – ”Çîroka Şêrîn û Şerbetê”

”Çîroka Şêrîn û Şerbetê”

Têngîz Sîyabendî

Hebû tunebû, carek ji caran rehma li dê û bavê hazir û guhdaran.
Di malekê li ber daristanê de mêr û jineke ciwan hebûn. Du qîzên wan ên cêwî bi navên Şêrîn û Şerbet hebûn. Ji bilî vê malê û malbatê pê ve maleke din û malbateke din tunebû. Mêr û jin pey zewacê hatibûn vê derê û bi destê xwe li ser vê çiyayê biçûk ji darên daristanê xanîyeke pir bedew û hewaskar avakiribûn. Dê û bav zarokên xwe baş terbîye kiribûn û li gor rêya Xwedê mezin kiribûn, wekî di temamîya jîyana xwe de Xwedêxof bana û jîyaneke Xwedêparestî derbas bikirana. Îcar her çar bi hev re jîyaneke têr û tije, şa û bextewar derbas dikirin. Salê carekê di meha tebaxê ya demsala havînê de kal û pîrikê Şêrîn û Şerbetê dihatin mêvan û du hefteyan li wir diman. Di wan rojan de her du xûşkên bedew pir dilgeş û kêfxweş dibûn, ji ber ku her şev guhdarîya çîrokên balkêş wek mîna : ”Mem û Zîn”,”Memê û Eyşê”, ”Siyabend û Xecê”, ”Dendo”, ”Dad-Bêdad” û her weke dikirin ku kal û pîrik bona wan gilî dikirin Piştî guhdarkirina çîrokên balkêş radibûn, xatir ji wan dixwestin û diçûn odeya xwe, radiketin û bi hev re ser çîrokan sohbetê dikirin. Berî ku Şêrîn û Şerbetê razên ji Yezdanê Dilovan re sipasî dikirin wekî rojek jî bê qezîya derbas kirin. Lê bona wan ew du hefteyan mîna rojekê zû derbas dibûn û bi çûyîna kal û pîrikê pir xemgîn dibûn û digirîyan. Ji wê demê pê ve bê sebir hêviya hatina salekê din dibûn, wekî cardin kal û pîrikê bihatana mêvan û bona wan çîrokên nû yên balkêş gilî bikirana. Ew sal jî firî çû û demsala havînê zû nêzîk bû …
Her du xûşk pir şa bibûn û her roj diçûn ji dê-bavê xwe pirs dikirin û digotin:
-Bavo! dayê! de ka bêjin kalo, pîrê dê kangê werin (bên).
Dê û bav jî wan hembêz dikirin, maç dikirin û digotin ku
-Hinek jî sebir bikin ji ber ku hatina wan nêzîk bûye û ne dûr e.
Dema ku dibihîstin ”hatina wan nêzîk bûye û ne dûr e” ji şabûnê banz didan û direqisîyan, ber bi derva dibezîyan û bi hev re dilîzîyan.
Bi rastî jî meha tebaxê derengî nema û zû hat, rojekê sibê zû her du xûşk hê ji nivînên xwe derneketibûn ku dengê erebeyê bihîstin. Nişkêva ji nivînên xwe banz dan, bi lez kincên (cil û berg) xwe kirin, zû-zû ber bi derva bezîyan û pê re jî diqîrîyan û digotin:
-Dayêê! Bavoo! zû bikin, bilezînin werin kalo û pîrê wa hatin.
Bi lez xwe avêtin derva û dîtin ku dê-bavê wan êdî ber malê sekinî ne, nêzîk bûn û destê dayikê û bavê xwe girtin. Çend deqe derbas nebibû ku erebe nêzîkî malê bû û sekinî, derî vebû kalik peya bû û çû derîyê din vekir ku pîrik jî peya bibe. Şêrîn û Şerbetê ber bi wan beziyan, kal û pîr jî ew hembêz kirin û maç kirin.
-Îsal jî em bona we diyarîyekî balkêş anîne,- got kalo.
-Û em hêvîdar in ku ew bi dilê we be,- zêde kir pîrê.
-Ka ew çî ye? De zû nîşa me kin,- her du bi hev re gotin.
Kal û pîrê gotin ku sebir bikin dê niha diyarîya we bidin.Û ji erebeyê sindoqekî anîn xwarê û dema ku vekirin ji nav de kûçikek reş û spî banz da, ji ber ku cihekî nenas û mirovên xerîb bûn destpêkir bi dengekî zirav kire ewtînî. Bi dîtina kûçikê Şêrîn û xwîşka wê Şerbet pir dilgeş bûn, êdî her roj bi kûçikê re dilîstin û şa dibûn ku jî diçûn tev xwe dibirin.
Lê belê wextê çîrokê êdî dizanibûn, êvarê komî ser hev dibûn da ku guhdarîya çîrokê bikin. Kalik û pîrikê pir hewas çîrokan gilî dikirin, eger kalik destpêdikir rê dida ku pîrik berdewam bike, lê eger pîrik destpêdikir wê demê rê dida ku kalik bidomîne û bi vî awayî heta dawîya çîrokê bi hev re gilî dikirin.
Wê êvarê jî çîrokekî balkêş li ser ”Kûçikekî Amin” gilî kirin ku bona xudanê xwe hevalekî amin bû. Ku gelek caran wî ji cêribandinê, ji xeterîyê xilas kiribû û bûbû alîkar. Bi vê çîrokê jî Şêrîn û Şerbetê pir kêfxweş bûn û sipasîya xwe anîn ziman bona kûçikê ku pêşkêş standibûn. Herwiha gotin ku serbilind in wekî hevalekî wan heye û dê navekî daynin ser. Hetanî ku herin odeya xwe, nêzîkî kal û pîrikê xwe bûn û gotin, wekî diyarîyekî wan jî bona wan heye. Ew jî ev e ku di salekê de fêrî nivîsandinê û xwendinê bûne êdî dikarin binivîsin û bixwînin. Herwiha gotin ku êdî em çîrokên ku ji we dibîhîzin û fêr dibin dê binivîsînin û xwedî derkevin. Bi vê yekê kal û pîrikê zendegirtî man, pir dilgeş bûn û gotin ku bi rastî jî ew diyarîyekî mezin e bona wan. Piştî xatir xwestinê çûn odeya xwe, raketin ser nivînên xwe û derheqa ”Kûçikê Amin” fikirîn û bi hev re qise kirin. Şêrîn û Şerbetê şêwirîn navekî ser kûçikê xwe lêkin û nav danîn Bahoz.
Her roj bi Bahozê re diçûn daristanê û lîstika veşertokê dilîzîyan. Di daristanê de fêkîyên cûr bi cûr û bi tem û her wiha jî kulîlkên rengîn û bîhn xweş hebûn, dema ku ji lîstikê têr dibûn û diwestîyan, dest bi berhevkirina kulîlkan dikirin û tev xwe bona dê û pîrika xwe dianîyan.
Rojekê jî Şêrîn bi tenê bêy zanîna Şerbetê û bêy destûra dê-bavê xwe diçe daristanê da ku bona pîrika xwe kulîlkên rengîn biçîne bîne ji ber ku rojek mabû ku kal û pîrik vegerîyana mala xwe. Dema çev kulîlkan ket dest bi çinîna wan kir,zû-zû berhev dikir pê re jî xwe re distirîya. Serê xwe bilind nedikir, ne pêşîya xwe û ne jî paşîya xwe dinihêrîya, çevê xwe bilind nedikir, tenê jêrê ber bi xwe dinihêrîya û kulîlkan digerîya. Û haj xwe tunebû wekî daristanê de gelek kûr bûye û ji malê dûr ketîye, nêzîkî saetekê derbas bû ku berhevkirina kulîlkan xilas kir, dema çevên xwe bilind kir hema di cî de mix bû sekinî û xwest paşda vegere lê dît ku rê winda kirîye. Xwest ku bi dengekî bilind biqîre û gazî dê-bavê xwe bike lê ku çê nedibû, ji ber deng ji zikê wê dernediket. Dest pêkir bi dengê bilind girîya, lê tu kes wê nedibihîst. Xwe winda nekir û yekcar çok de erdê û gazî nave Xwedê kir …
Wê demê êdî malbata wê pê hesîya bû ku Şêrîn tuneye û ketibûn wê digerîyan, bang dikirin lê badîhewa, bersiv tunebû …
Lê Şerbet di gel Bahozê di nav daristanê de kûr bûn. Şerbet bi kelogirî bang dikir û Bahoz jî pê re dikir ewtînî. Çiqas wext derbas bû nizanim, ewana dizanin. Lê kûçikê wan Bahoz Şerbetê bir û derxist ber bi Şîrînê. Hevdu hembêz kirin û şa bûn, Şêrîn ji şabûnê Bahoz jî hembêz kir û got wekî Xwedê dengê girî û lavayê wê bihîst û te re şand. Bahoz ket pêşîya wan wek rêber û ji daristanê derxist derva û anî ber bi malê. Hemûyan dilşa bûn û dema ketin hundirê malê Şêrînê dest bi gilî kirina çîroka xwe kir û got ku şaşîyek mezin xeletîyek mezin kiriye ku bêy destûra wan, bi tena serê xwe ji male derketîye û çû ye. Lêborînê ji wan xwest û herwiha got ku êdî tu car şaşîyê wisa nake.
Şêrîn û xwîşka wê Şerbet kal û pîrikê xwe re dubare razîbûna xwe anîn ziman û gotin eger hûn bona me vê kûçikê wek dîyarî nebanîya her tişt aha xilas nediba. Şerbetê herwiha got wekî hetanî salekê din ezê çîroka xwe bi navê ”Kûçikê Bahoz” binivîsin û dema hûn hatin ezê bona we gilî bikim.
Zarokên delal bira her tim çîroka han di bîra we de be wekî Şerbet raste dixwest tiştekî baş bikira, lê çi hat sere wê. Dive hûn ji bîr nekin wekî tu car bêy zanîn û destûra mezinan cîkî din neçin û tiştek jî nekin …

«R.T.X» (Rûmet Tenê Xwedêra)

Têngîz Sîyabendî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *