Têngîz Siyabendî – Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Rya teze

«Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Rya Teze»

 

Radyoya Yêrîvanê

Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…”

– Ev cumle, hê sala 1931-ê cara pêşîn bi lutfê Hecîyê Cindî û hevjîna wî Zeyneba Îvo bi Radyoya Ermenistanê belayî çar qulbê dinyayê bû.

Cara yekemîn beşa radyoya kurdî ya Rewanê (Yêrîvan) di sala 1930-an dest bi xebata xwe dike û ji bo weşanê rojane nêzîkî saet û nîvek tê dayîn.

Di salên 1950-an de beşa radyoya kurdî ya Ermenîstanê yekane bû ku çand û hunera kurdî bi zaravayê kurmancî diweşand.

Di dehsalan de,bi milyonan kurdên cîhanê di heman demê de bi radyoyê guhdarkirina bernameyên beşa kurdî dikirin.

Lê belê,ji ber krîzê ku piştî hilweşandina Sovyetê derket dema weşandina beşa kurdî ji saet û nîvan daket û gihîşte dora nîv saetan.

Niha weşanên li dor 30 deqîqeyan ewqas roleke mezin nalîze çiqas ku berê dilîst wekî dema weşandinê saet û nîv bû .

Dema ku civaka me dibihîze ”Ermenîstana Sovyetê”  yekcar beşa radyoya kurdî ya Rewanê û rojnameya ”Rya Teze” bi bîr tîne. Divê ev yek wisa jî bibûya ji ber ku ew radyo û rojname bibû wek ”Borîya Ragihandinê” ku dengê kurdên Ermenistanê li seranserê cîhanê belav dikir. Beşa radyoya kurdî ya Rewanê û herwiha rojnameya ”Rya Teze” hem bona kurdên Sovyetê û hem jî bona kurdên cîhanê çavkaniya yekane bû .

Îro dema kurdek tê Ermenîstanê di destpêkê de dixwaze avahiya Radyoya Rewanê bibîne  ji kîderê bernameyên kurdî hatine weşandin.

”Xwexa Mesûd Barzanî, ku pirtûkek li ser bavê xwe nivîsandiye, destnîşan dike ku Radyoya Rewanê bona bavê wî yê navdar Mistefa Barzanî dengek azad a welatekî azad bûye” .

Rojnameya «Rya Teze»

Ji bilî radyoya Yerîvanê di wan salan de herwiha rojnameya «Rya Teze» jî roleke girîng leyîstiye.

25-ê meha adarê ya 1930-î rojekî kifş û dîrokî ye.Ji ber ku li Yêrîvanê paytexta Sovyeta Ermenistanê de hejmara  yekemîn ya  rojnameya «Rya Teze» ronahî dîtiye.Ew di destpêkê de bi tîpên latînî ku ji aliyê Îshaq Marûgûlov û Erebê Şemo  di sala 1928’a de bi biryara dewleta Sovyetê ,hatibû amadekirin tê çap çapkirin. Rya teze yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çapkirin.
Herwiha  Rya Teze beriya kovara Hawarê ya Celadet Elî Bedîrxan bi kurmancî derçûye.

Hema di destpêkê de rewşenbîrên bi nav û dengên wek mîna Erebê Şemo,Emînê Evdal, Hecîyê Cindî û gelek kesên din ji bo çapkirina rojnameyê dicivin. Di wan rojên giran de nivîskar û wêjevanên ermeniyan yên navdar Hiraçya Koçar,Harûtyûn Mikirtçyan û hin kesên din jî alîkarîya rewşenbîrên me dikin.Û ewana jî dibin berpirsîyarê pêşî ya rojnameya «Rya Teze»-ê heyanî sala 1934-a.Pişt re Cerdoyê Gênco dibe redaktorê rojnameyê.  Lê di sala 1937-38-an de ji dest sebebên cûda karê rojnameyê tê rawestandin.

Em dikarin bibêjin ku di nav çend salan de rojnameya «Rya Teze» ewqas deng vedabû ku bala gelek xwendevanan li ser xwe kişandibû.Ew bibû rêhevalê gelek kesan û mêvanê malan.

Rawestandina weşana rojnameyê kêm zêde 18 sal didome.

Piştî mirina Stalînê bi biryara Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst ve di sala 1955-an de  rojnameya RYA TEZE bi tîpên kirîlî (rûsî) bi rêveberiya Hecîyê Cindî careke din dest bi weşana xwe dike.

Di heman salê de beşa kurdî ya radyoyê jî dest bi karê xwe dike çimkî ew jî di sala 1936-an hatibû rawestandin.

Ji sala 1930-î heyanî roja îro rêdaktorên rojnameyê sereke ev kesana bûne:

Harûtyûn Mikirtçyan, Hiraçya Koçar, Cerdoyê Gênco, Mîroyê Esed,Tîtalê Efo, Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê, Tîtalê Kerem.   

Têngîz Siyabendî

Lämna ett svar

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *